Ûsivkê Çelebî û Strana Kirîva Hinê

Konê Reş

  Nizanim çima vê Beriya Mêrdînê, bela xwe di min de daye.. an min bela xwe tê de daye?! Em herdu bi hev re hatine girêdan û qederê em li hev banandine.. Qey qedera bav û kalên me ye ku ku ji sedê salan ve hêlînên xwe li ser xaka wê avakirine û ji wan re bûye xweş germiyan û çiyayên wê jî ji wan re bûye xweş zozan. Herwiha, ji mêj ve keleha Mêrdînê wek hêlîna teyrê Baz, di navbera Zozan û Deştê de zêrevaniya wan dikir..

Qey qedera min e jî ku ez li gundekî Briya Mêrdînê çêbûme û min
hezêkiriye.. jixwe Nisêbîna ku dergehê derbasbûna Beriya Mêrdînê ye ji
Rojhilat ve, wek benderekê ye di navbera çiyayê Omeriya û Bagokê de ji
rexekî ve û Beriya Mêrdînê û Beriya Aşîta (Sinceqa Xelef Axa), ji rexekî
din ve.. Herwiha çemê Ceqceq di orta Nisêbîn û Qamişlo re ber bi Başûr
ve diherike û dibe wek sînorekî sirûştî di navbera herêma Aşîtan ji
Rojhilat ve û Beriya Mêrdînê ji Rojava ve.
  Nisêbîn, ev bajarê ku
di heyamê berê de, bi xelkên xwe ji Cihûyan, Xiristyan, Êzidiyan û
Misilmanan pêk dihat.. Û tevan bi zimanê Kurdî xeber didan; zimanê
Kurdî, zimanê bazirganî û danûstandina xelkên wê bû.. digel ku zimanê
Kenîs û Dêrê yên cuda jî hebûn.. Di nav wê mozayîka netewî û olî de,
hezkirinê jî rola xwe di vî bajarê Beriya Mêrdînê de lîstiye.. Ji wê
hezkirinê bi min xweş e ku ez hezkirina Ûsivkî Çelebî û Hina Cihû ji we
re raxînim ber çavan. Dibe ku hezkirina wan bi rengekî cuda be ji
hezkirinên din yên ku di Beriya Mêrdînê de rûdane wek: hezkirina Derwêşê
Evdî û Edûla Zor Temir Paşayê Millî û hezkirina Mihemed Axayê Deqorî û
Zerga Evdî..
  Ûsivkê Çelebî hem dengbêj, helbestvan û misilman bû û
evîndara wî Hinê, bi ola xwe Cihû bû.. Belê wek ku diyar e, evîndarî
sînorên ol û netewiyê nasnake, di ser wan re derbas dibe.. Di encam de
wê hezkirinê de Ûsivkê Çelebî ev strana ku li ber govend û dîlana
kurmancî tê gotin û reqisvanî bi gerimbûn, xwe li ber dihejînin, li ser
eşqa xwe û evîndara xwe Hina Cihû gotiye.
  Min ev gotinên strana wî ji ber dengê şagirtê wî Hizniyê Selîm girtiye:
Nisêbînê bi qijle ye, lê lê kirîvê
Bi Qurana li mala me ye, lê lê kirîvê
Bi Tewrata li mala we ye, lê lê kirîvê
Rêka xas û am tê de ye, lê lê kirîvê
Dilê me di hev de heye, lê lê kirîvê
Gundî û maliya çi ji me ye, lê lê kirîvê
Huryeta me ji me re ye, lê lê kirîvê
Bi Xwedê tu kirîva min e, lê lê kirîvê
Her kes ser dîne xwe be, lê lê kirîvê
Ji vir heta talya dinyê kirîva mi lê Hina..
*         *          *
Nisêbînê li ber avê, lê lê kirîvê
Qîz û xorta daye navê, lê lê kirîvê
Gewra mi, bejin ziravê, lê lê kirîvê
Girav avêt ser kendavê, lê lê kirîvê
Terka kirîva xwe nakim, lê lê kirîvê
Serê mi here ber celadê, lê lê kirîvê
Fermana am li mi rabê, lê lê kirîvê
li ser serê min gerya be, lê lê Kirîvê
Terka kirîva xwe nakim, lê lê kirîvê
    *         *          *
Nisêbînê bi dikan e, lê lê kirîvê
Sîng û berê te zozan e, lê lê kirîvê
Sîng û berê te zozan e, kirîva mi lê Hina
Alîk deşt e yek zozane, lê lê kirîvê
Delala dilê min nezan e, lê lê kirîvê
Terka kirîva xwe nakim, lê lê kirîvê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…