Beşek ji pêşgotina vê pirtûka min; Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan

 Konê Reş

  Cizîra Botan bajarekî gelekî kevnar e, mirovahiyê mora xwe li gelek perestgeh, mizgeft, keleh, qesir, pir, sûr, burc û gelek avahiyên wê yên cur bi cur xistiye. Gelek şaristanî têre derbas bûne û her şaristaniyekê bermayê xwe, şop û şûna xwe lê hiştiye. Bajarê Cizîrê Botan ji kurdan re bajarekî pîroz e, ew jî mîna bajarê Qudsê ye (Orşelîm) e. Ji ber ku hêjî ew bajarkî Kurdî yê orjîmal e; Kurdîtiya xwe parastiye, zimanê kurdî di kolan û çarşiyên wê de tê axaftin û yê bazarê ye.

  Jixwe, wek ku di nav kurdên herêmê de belav e, ev efsaneya devikî tê
gotin; piştî tofana Nûh Pêxember mirov li herêma Botan ango Mezra Botan;
bajarê Şernex û Cizîrê bi cih bûne.
Di pişt re gelek ji xelkên wê di cîhanê de belav bûne.. Dibêjin dema ku keştiya Nûh pêxember li ser çiyayê Cûdî sekiniye, nav li çiyayê Cûdî hatiye kirin û gotine (Cî dî), ango keştiyê wî cihek ji xwe re dît.
  Di Quranê de jî hatiye: (We
estewet e`lell Cûdî), ango keştiya Nûh pêxember li ser çiyayê Cûdî
sekinîye.. Jixwe kurd dibêjin; di heyamê tofanê de, dema keştiya Nûh di
ser çiyayê Şingalê re derabs bûye, li kûpekî çiya ketiye û kunek têde
vebûye. Mar xwe kiriye gulofîtekek û ew kun girtiye, da ku av nekeve
keştiya wî de..
Herwiha dibêjin ku kevokê bi nikilkê xwe şaxek ji
dara zeytûnan wek mizgînî ku nêzîkî bejayê bûne, ji çiyayê Cûdî ji Nûh
pêxember re biriye û ji wê hingê ve Kevok û şaxikê Zeytûnê bûne sembola
Aşîtiyê. Hem jî dibêjin ku navê Nûh pêxember ji gotina (Nû) a kurdî
hatiye, bi wateye nûbûnê. Ji ber ku wê hinge, dinya ji nû ve, careke din
hatiye ava kirin.  
 

  Dema ku Nûh û her heştê (80) hevalên xwe, li
ser çiyayê Cûdî ji keştiya xwe daketine, di quntara çiyayê Cûdî de
gundek bi navê Heştêyan ava kirine. Ew gund ta roja îro jî di pala
çiyayê Cûdî de ye. Xuya ye ku di pey gundê Heştêyan re, bajarê Şernexê
hatiye ava kirin û destpêkê jêre gotine Şarê Nûh, ango bajarê Nûh an
şarê Nû. Bi dirêjbûna dem û pirbûna mirovan re, xelk ji herêma Botan û
Mezapotmyayê derketine û li dinyayê belav bûne, bi tenê Kurd, li cihê
xwe, herêma Botan, mane û ji wan re hatiye gotin Kurdmanc, ango (Kurd
Man li Cî)..?
  Di baweriya min de bajarê Cizîra Botan ji kurdan re
mîna bajarê Mekke ye ji Ereban re. Zimanê wê jî ji kurdan re mîna zimanê
Qureyşiyan e ji ereban re..

*- Ev pirtûka min di weşanxaneya
(Azad) de, li Stanbolê/ 2013 hatiye çapkirin. Eslîxan Yildirim; xwediya
weşanxaneyê pêşgotineke bedew jê re nivîsandiye. Pirtûk ji 220 rûpelan
pêk tê.
Konê Reş/ Qamişlo 01/12/2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…