Tembûra Mûsayê Kinê û Rewanbêjiya Evdilo Bavê Hesenê

 Lewend Dalînî
 ( Dr. Saif  Daoud )

Di dîroka kevnetûr û Mûsîka Kurdî a klasîk de, gelek Şehsiwar û stûnên saz û dengbêjiyê hebûn… lê mixabin tanî niha jî gelek ji wan nehatine naskirin û nav û dengên wan weke bejna wan a bilind di parastina beşek yan jî rengek ji ên kevnetora Mûsîka Kurdî kû bingehîn bû di berdewamîya hebûna saz, awaz, ziman û kevnetora resen di nav tevahîya miletê me de kû mafê kar û keda wanî granbûha, negihiştiye wan.

Ji wan kesan, Evdilê Dengbêj û Mûsayê Kinê, kû herdû gor buhiştiyan bi
deng û saza xwe civata gund û bajarên me li geleke herêma, ji Dêrika
Hemko tanî Serê Kanîyê û devarên din jî xemilandibûn. Ji gundê Sîha,
Xizna, Himara û xirbedîb, Tenûrî, Şorik tanî Enterî û Hilêlîyê gera wan
di salên 50î tanî 80î jî berdewam bû…

Di jiyaneke bi zehmetî
kêm pêdivîyên jiyanî,  herduwan bi hevre, Mûsa bi Tembûra xwe û Bavê
Hesenê bi dengê xwe şevê gundiyan bi rewanbêjîyê zindî di kirin…Ger li
ser dikeya oda gundekî di şeveke havînî civata xwe li dar bixista, wê
êvarê li ser text ê razanê û banê xanîyan, rewaha Tembûra Mûsa û deng
Evdilo ê zelal li guhê heryekî, mezin piçûk, xort keç, teyr û tilûran jî
xweş dihat….

 Tembûra Mûsa xemleke bûkanî dida dengbêjiya B.
Hesenê û bi hevre di harmonîyeke bi rewan, reweha stranê li asteke
bilind bi cî dikir (di sekinand).
Telîyên Mûsa bi ser hawayekî te li
deşt û çiyayê Kurdistanê di gerand û ramnên te bi livîna tilîyên wî re
hem şad di bûn û hem jî xemgîn dibûn….Û ji nişkê ve B. Hesenê bi wî
dengê zelal û şêrîn di çû strana Looo Îskano a kû bi şewatî ji dilê
dayika Îskên hatibû der….Bi rengekî Evdilo di hişte dilê te ji cih
derkevê!?…

Bêje lo Îskano lo Îskano lo Îskano
Pêşkêşo kêm xeberdano
Bi şevê şevgêro, bi rojê nijdevao
Fêriso pêlewano
Delalê Diya xwe bû, li te boxo li te berano……

 Dengê
Evdilo û saza Mûsayê Kinê, daneke xwedayî bû…Ewan  li tu dibistana
yan jî zanîngehan fêrî Mûsik û dengbêjîyê nebû bûn..Û her kû dem derbas
dibû, behreya wan a hûnerîyê zêdetir û zengîntir dibû…
Evdilo mirovekî bi xwe bawer bû û carekê nemir Seîd Gabarî got: Evdilo dengbêjekî timî li stranê sware?.
Û Mûsa jî bi demê re hostaya wî zêdetir dibû hem jî telîyên wî tê de kevnar di bûn..

Ji
alîyekî din ve jî Evdilo kurdperewerekî dil soz bû, kû bi jîrî stranê
netewî weke, Cemîl ê Syda, Fermana Ala Qemş ê di got…uhd..
Çend caran hate girtin jî.. Lê ji pey bawerîyên xwey netewî venegerîya.

Her
çiqasî B. Hesen ê di dengbêjîya xwe de serdest û şarezabû, lê Tembûra
Mûsayê Kinê rewanek û rewaheke bilind di da derhênerî ya strana wî….
Mûsa
ne tenê Tembûrvan bû, lê belê endezyarê lê dana hemû alavên Mûsîkê
bû… Keman û Kemançe di hişte kû bilîlînin û carna jî dengê wan bi
kartanî, kû te ne dîba tê bi gota qey zirneye?  Hewqsî bi zanebûn û
hostayî jî bi kar tanîn.

Dengê Evdilo du beş bûn yek a bilibd û
zelal û yek jî qalind û melûl…Dengê wî weke ên Qulinga bû çiqasî
bilind dibû heqasî jî zelal û nêzîk dihate guhê mirov.

Bavê Hesenê û Mûsayê Kinê bi hevre bi sedan destanên qehremanîy ê, Lawikên evîndarîyê û payîzok, gotinbûn weke:

Elo û Ftimê, Cemîlê Seyda, Slêmanê Mistê, Şah Mihemed Begê, Fatima Salih Axa, Şerê Elîk û hepsa Nisêbînê û Ferma Ala Qemşê …..

Dîmahîk heye…..Di beş diduwan de….

10/11/2020 Elmanîya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…