LI NÎVÊ ŞEVÊ

Xizan Șîlan
Li tenêtiya nîvê şevên bi tirs û endîşeyên sersem di odeya xwe ya bêdeng de rûniştibûm. Șewqa finda melûl li navbêra çar dîwarên odê direqisî û min li nav ramanên deryaya xemên kûr avjenî dikir.
Bêhntengiyê henasa giyanê min radipêça. Çar dîwarên odeya keservedanê li min bibûn zilmxane. Ez bibûm dîlgirtiyê hundirê xwe yê ji kulên bîranînan şewitî. Bi awirên vala li derdora odeya xwe ya sar digeriyam. Gelek tişt di awirên min ên mesûm de bêwate dixuyan. Mêjiyê min li nav ramanên tevlihev gêj dibû.
Kêliyên radibûm ser piyên xwe jî ji wî dîwarî diçûm dîwarê din, tu
dibêjî qey min rinda xwe ya kezîzer û çavşîn windakiribû. Min destê xwe
dibir ser eniya qurmiçî û diguvişt. Min dixwast tûrikê bi bîranînên
xemkêş hatî dapisandin, ji mêjiyê xwe vala bikim û bavêjim. Bi pêçiyên
lerzok min çavên xwe yên bi keder û kelegirî mizdida. Çarşeveke reş
ketibû ber şewqa awirên min yên hesretkêş û min dixwast veçirînim. Ji
ber kul û kederên temenê jar por li min spî û têkilhev bibû. Janêşa
bêçare û bêderman hestên şên û şeng tarûmar kiribûn. Taya mirinê ketibû
bedena min.
Wek civîkên ku ji ber hêlîna wêranbûyî pûrta canê xwe
birûçikînin, min jî carnan mîna dînan di mûyên porê serê xwe re digirt û
dişeqand. Tîrêjên şewqa finda odeya min wek agirpêta eşqa nava dilê min
bû, wek kelkela şewata kezeb û cîgerê min bû. Tembûra bi dîwar ve
dardekirî wek stûyê min bi sêdarê ve hatibû daleqandin bû. Stranên min
lal û bêxwedî ma bûn. Dilê li min zîz bûyî di nava xeyalên min de bi
kutekut diperpitî. Çêja arezûyên jiyana xweşik li ber toza felekê berba
bibûn. Kul û birînên hinavên demsalên min dinalîn. Movikên pişta salên
reben şikestibûn.
Li xerîbiya xopan bêhna xwekuştinê ji pozê min
difûrî. Xençereke kuh di qefesa min ya qelişî re çûbû xwarê. Li nav axîn
û gazinan di hilma dûmanê cixarê de qirik li min difetisî. Li ber
pencera bendemanê radiwestiyam û min li dengê peşkên barana nîvê şevê
guhdar dikir. Çipçipa çilkên baranê li ser cama hilmgirtî deng vedidan.
Xwêdana xemgîniyeke kambax ji eniya qurmiçî diniqutî. Rondikên lal ji
çavên melûl hûr hûr dibarîn. Min serê xwe danî ser balîfa êşê û kirasê
bêxewiyê xwe li bejna şeva min pêçabû. Li nav nivînan çep û rast li ser
milên xwe dizivirîm.
Ji parzûna xewa min ya herimî axîn û keservedan dipalîn. Li ber nalînan mijgulên çavên min hevmaçkirin.

Xizan Șîlan
2020-10-16
Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…