Helbest u pexşan

ROJÎ HETA KENGÎ

 XEMGÎN Ê REMO

Piştî gurzek helbest
Û çend salan
Û piştî çend qonaxê din
Û dem-salan
Tê bawer bikî ez dilvanê teme
Ey lehenga romana
Min hîn ne nivîsî …?
Payîz diçin
Buhar tên
Û zozan û germîyanê dilê min
Tim wargeh û hêlîna te ye
Lê tu …
Ne çivîkek mişextî ye
Ne jî pezkovî yek çîyayî ye
Geh dûr û wenda ye
Geh nêzîkî çav û desta ye
Destarê demê jî
Dilînî yê min dihêrin
Û ezê nizanibim
Piştî çend havînê din
Wê dilê te bibe gola Wanê
Bo avjenî yê min … ?

Wê kengî
Dergehên dêra Extûmarê
Li min vebin ?
Ku mîna Metran Îsa
Ez cîhana jêrîn li dûv xwe bihêlim
Û sîbera te bikim bînvedan
Ev rojî heta kengî ?
Min divê ez tîhna xwe bişkînim
Sibeh û êvaran
Tenha bi du peyal lîlava Ararat
Û çima li min tu sersarî
Ne sozdarî … ?
Temen bi dem-sala re diherin ….
Û hîn jî
Kanî ya pênûsê
Helbest dizên
Tîp dibin perwane
Û xwe li gulîstana te digrin ….

Qamişlo /20/2/2007

xemgin-61@hotmail.com

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…