Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ( 63 ) sal xebat li dijî Zordariyê

Dîrokeke dagirtî û pêşerojeke geş
Di çardehê Cehzerana sala 1957an de û berî bi 63 salan hejmarek ji pêşeng û tekoşerên kurd yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê ( Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî ) damezrandin ji bo rêbertiya cemawerê gelê kurd û berevaniyê di ber doza netewî ya kurdî de li Kurdistana Sûriyê bike û xewn û hêviyên gelê kurd di welatekî Demoqrat de pêk bîne, Lê piştî demeke kurt ji damezrandina partiya me yekîtî di navber herdu welatan Sûriyê û Misirê de çêbû wê demê dest bi girtina xebatkarên siyasî kirin û di wê demê de hêzên istixbaratên sûrî hemî heval û dost û kadirên partiya me girtin û hevalekî me nema û zordarî nedît ji Lêxistin,kehrebe û kotek û işkenceyên hovane, Lê vîna gelê kurd û Hişmendiya rêbaza partiya me ji hêz û çavsoriya wan celadan bi hêztir bû, Lewre di sala 1960 de serkirdayetiya partiya me biryarek stand bi vêxistina Agirê Newrozê li sêsid û şêst gundî kurdaxê da ku neyarên gelê kurd zanibin ku kurd û tevgera netewî ya kurdî ne tenê li Cizîrê ye lê belê ji wê zêdetir li Kurdaxê ye jî, Ji wê rojê de hişyarbûna netewî di nav gelê me de dest pêkir.
Li ser Asta Niştimanî ya Sûrî
Piştî
sala 1970 partiya me zêdetir di nav tevgera niştimanî ya sûrî de xebitî
û bi rolekî çalak di nav meydana siyasiya sûrî de cih girt û bi taybetî
di dema damezrandina (Ragihandina Şamê) de û wiha xebata xwe berdewam
kir di meydana niştimanî ya sûrî de , Lê piştî ku bayê guherînê bi ser
Rojhilata Navîn de hat partiya me daxwaza li darxistina kongirekî
niştimanî kurdî kir û bang li hemî aliyên tevgera kurdî kir ji bo li
darxistina kongira kurdî.
Li ser Asta Netewî ya Kurdî
Ji
roja damezrandina Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê di
çardehê Cehzerana sala 1957an de xebata me herdem ji bo parastina hebûna
kurd û nasnameya netewî ya kurdî bû , Û bi dirêjahiya salan ji jiyana
xwe ya xebatkarî de partiya me berdewam bû di piştgiriya tekoşîna gelê
kurd li Kurdistana Başûr , Bakur, û Rojhilat de , û di vê derbarê de
kedkariyek mezin daye , Herwiha xebatek bê hempa kiriye ji bo pêkanîna
peywendiyên du alî bi tevgera Azadîxwaza Kurdistanê re li ser bingeha
rêzgirtina gelê kurd û doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , û
herdem tekez kiriye ji bo taybetmendiya tevgera rêzaniya kurdî li
Kurdistana Sûriyê û ji bo pêkanîna xewn û hêviyên miletê me di welatekî
Demoqrat û Azad de , Lewre Partiya Pêşverû bi dirêjahiya salan rastî
gelek dûjin û astengiyan hatiye û gelek êş û azar dîtine ji çavsorî û
zordariya rêjîma dîktator li ser gelê me û herî zêde hovîtiya wan bi
kadir û hevalên me re ji kehrebe , kotek û işkenceyên giran ji aliyekî
ve , û ji ber nezantiya civaka me di wê demê de ji aliyekî din ve ,
Herwiha di jiyana me ya Partîzanî de û di gelek qonaxên xebatê de şerê
me hatiye kirin carekê bi behaneya Markisiya Lênînî û carekê jî di bin
navnîşana Berzanî û Berzanîzmê de, Tevî ku dijminê me bi tundî şerê me
dikir , Lê tu carî me ji neyarên gelê xwe re negot Erê û me koletî
nepejrand û me miletê xwe danexist bazarên siyasî, û li hember vê yekê
li gor karîn û zanîna xwe Partiya Pêşverû herdem bi vîna gelê kurd û bi
rêbaza xwe ya hişmend xebat û tekoşîna xwe berdewam kiriye ji bo Azadiya
gelê kurd û parastina xaka kurdî.
Hevalên xebatkar û cefakêş
Bîranîna
63 saliya damezrandina partiya me li me dibe mêvan Bûka welatê me
Herêma Efrînê û Serê kaniyê û Girê sipî hîn di bin agirê dagîrkeriyê de
ne, Dewleta Tirk bi hovîtî û çavsoriya xwe berê xwe da gelê me yê
Azadîxwaz û mirovhez û bi direjahiya 58 rojan bi hemî çekên xwe yên
giran berdewam bû di topbarankirina bajarê Efrînê de , Li beramberî vê
bêtarê Patiya Pêşverû xwedî helwestên wêrek û bîrbir bû li pêş dost û
dujminan û bi taybetî şermezarkirin û nebeşdarbûna me di kongireya
(Sotşî) de û gelek pêşinyar û destpêşxeriyên din hatin kirin wek :
Radestkirina Herêma Efrînê ji Dewleta Sûriye re da ku rê li ber
dagîrkerên Tirk were danîn ji ber ku Herêma Efrînê Herêmeke Kurdî-Sûrî
ye , Herwiha pêşinyarkirina vekişîna hêzên Ypg ji aliyekî ve û vekişîna
hêzên Tirkî ber bi sînorê dewleta xwe de ji aliyekî din ve û avakirina
rêveberiyeke sivîl ji xelkê herêmê re , Lê mixabin kes bi Hawara me
nehat û piştî pêncî û heşt rojan hêzên dagîrkeriya Tirkî û çete û
çolaxên bi navê artêşa niştimaniya sûrî (Artêşa Azep) têne naskirin di
bin silogana (Elah û Ekber) de derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û dest
bi talankirina vê herêma bêrdar kirin.
Di vê çarçewê de û di
derbarî vê rewşa awarte û hestiyar de ya ku di ser welatê me re derbas
dibe Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd Du kongir girîng û çarenûsî
kongirê Çardemîn û Pazdemîn li darxist , Di herdu kongiran de jî bi
helwestin wêrek û biryarin pêşketî û bi pirojeyeke rêzanî nuh li gor
nêrîn û rewşa gelê kurd li Kurdistana Sûriyê bi derket û herî zêde li
ser du xalên bingehîn rawestî : Ber bi Sûriyak Demoqrat û yekgirtî dûrî
tund û terorê.
Yekîtiya Helwesta Kurdî di vê dema nazik û hestiyar de û avakirina biryara rêzaniya kurdî li Kurdistana Sûriyê.
Li ser Asta Kurdistanî
Piştî
63 salan ji kar û xebata partîzanî , Partiya Pêşverû pabende bi rêbaza
xwe ya netewî di piştgîriya Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê de, û bi
vîna gelê xwe di xebata xwe de berdewam e , û Tekoşîna xwe di ber
berevaniya doza kurdî li Kurdistana Sûriyê dike û herwiha partiya
pêşverû bi rolekî girîng radibe di nêzîkirina hêzên kurdî de û di
xêzkirina siyaseta kurdî de di nav tevgera Azadîxwaza Kurdistanê de.
Bi
hatina vê roja pîroz û şadî Ez bejna xwe li ber giyanê damezrener û
sekreterê partiya me Mamoste Ebdilhemîd Derwîş û hemû pêşengên ku rêya
xebatê ji mere vekirine diçimînim.
Herwiha ez germtirîn silav û
pîrozbahiyan li hevalên xwe di Nivîsgeha Rêzanî û Komîta Navendî de
dikim Herwiha ez hemî heval , dost û xebatkarên partiya me silav dikim û
cejina tevahî gelê Kurd pîroz dikim û Hawara xwe dighînin hemî
rewşenbîrên me kesên Partîzan û Serbixwe û ez dibêjim ber bi xebatek
zêdetir ji bo bidawîkirina dagîrkeriyê û pêkanîna xewn û hêviyên gelê me
di welatekî Azad û Demoqrat de.
Bijî bîranîna (63) saliya damezrandina P.D.P.K.S
Sed silav li giyanê heval Ebdilhemîd Derwîş û li giyanê hemî hevalên me yên damezrener
Sed silav li giyanê Pakrewanên Partiya Pêşverû û li hemî pakrewanên Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê
Mirin ji neyarên gelê Kurd re
Serkeftin ji doza Netewî ya Kurdî re
13 / 6 / 2020
Hişmend şêxo
Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…