Dîrokeke dagirtî û pêşerojeke geşsala 1970 partiya me zêdetir di nav tevgera niştimanî ya sûrî de xebitî
û bi rolekî çalak di nav meydana siyasiya sûrî de cih girt û bi taybetî
di dema damezrandina (Ragihandina Şamê) de û wiha xebata xwe berdewam
kir di meydana niştimanî ya sûrî de , Lê piştî ku bayê guherînê bi ser
Rojhilata Navîn de hat partiya me daxwaza li darxistina kongirekî
niştimanî kurdî kir û bang li hemî aliyên tevgera kurdî kir ji bo li
darxistina kongira kurdî.
roja damezrandina Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê di
çardehê Cehzerana sala 1957an de xebata me herdem ji bo parastina hebûna
kurd û nasnameya netewî ya kurdî bû , Û bi dirêjahiya salan ji jiyana
xwe ya xebatkarî de partiya me berdewam bû di piştgiriya tekoşîna gelê
kurd li Kurdistana Başûr , Bakur, û Rojhilat de , û di vê derbarê de
kedkariyek mezin daye , Herwiha xebatek bê hempa kiriye ji bo pêkanîna
peywendiyên du alî bi tevgera Azadîxwaza Kurdistanê re li ser bingeha
rêzgirtina gelê kurd û doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , û
herdem tekez kiriye ji bo taybetmendiya tevgera rêzaniya kurdî li
Kurdistana Sûriyê û ji bo pêkanîna xewn û hêviyên miletê me di welatekî
Demoqrat û Azad de , Lewre Partiya Pêşverû bi dirêjahiya salan rastî
gelek dûjin û astengiyan hatiye û gelek êş û azar dîtine ji çavsorî û
zordariya rêjîma dîktator li ser gelê me û herî zêde hovîtiya wan bi
kadir û hevalên me re ji kehrebe , kotek û işkenceyên giran ji aliyekî
ve , û ji ber nezantiya civaka me di wê demê de ji aliyekî din ve ,
Herwiha di jiyana me ya Partîzanî de û di gelek qonaxên xebatê de şerê
me hatiye kirin carekê bi behaneya Markisiya Lênînî û carekê jî di bin
navnîşana Berzanî û Berzanîzmê de, Tevî ku dijminê me bi tundî şerê me
dikir , Lê tu carî me ji neyarên gelê xwe re negot Erê û me koletî
nepejrand û me miletê xwe danexist bazarên siyasî, û li hember vê yekê
li gor karîn û zanîna xwe Partiya Pêşverû herdem bi vîna gelê kurd û bi
rêbaza xwe ya hişmend xebat û tekoşîna xwe berdewam kiriye ji bo Azadiya
gelê kurd û parastina xaka kurdî.
63 saliya damezrandina partiya me li me dibe mêvan Bûka welatê me
Herêma Efrînê û Serê kaniyê û Girê sipî hîn di bin agirê dagîrkeriyê de
ne, Dewleta Tirk bi hovîtî û çavsoriya xwe berê xwe da gelê me yê
Azadîxwaz û mirovhez û bi direjahiya 58 rojan bi hemî çekên xwe yên
giran berdewam bû di topbarankirina bajarê Efrînê de , Li beramberî vê
bêtarê Patiya Pêşverû xwedî helwestên wêrek û bîrbir bû li pêş dost û
dujminan û bi taybetî şermezarkirin û nebeşdarbûna me di kongireya
(Sotşî) de û gelek pêşinyar û destpêşxeriyên din hatin kirin wek :
Radestkirina Herêma Efrînê ji Dewleta Sûriye re da ku rê li ber
dagîrkerên Tirk were danîn ji ber ku Herêma Efrînê Herêmeke Kurdî-Sûrî
ye , Herwiha pêşinyarkirina vekişîna hêzên Ypg ji aliyekî ve û vekişîna
hêzên Tirkî ber bi sînorê dewleta xwe de ji aliyekî din ve û avakirina
rêveberiyeke sivîl ji xelkê herêmê re , Lê mixabin kes bi Hawara me
nehat û piştî pêncî û heşt rojan hêzên dagîrkeriya Tirkî û çete û
çolaxên bi navê artêşa niştimaniya sûrî (Artêşa Azep) têne naskirin di
bin silogana (Elah û Ekber) de derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û dest
bi talankirina vê herêma bêrdar kirin.
derbarî vê rewşa awarte û hestiyar de ya ku di ser welatê me re derbas
dibe Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd Du kongir girîng û çarenûsî
kongirê Çardemîn û Pazdemîn li darxist , Di herdu kongiran de jî bi
helwestin wêrek û biryarin pêşketî û bi pirojeyeke rêzanî nuh li gor
nêrîn û rewşa gelê kurd li Kurdistana Sûriyê bi derket û herî zêde li
ser du xalên bingehîn rawestî : Ber bi Sûriyak Demoqrat û yekgirtî dûrî
tund û terorê.
63 salan ji kar û xebata partîzanî , Partiya Pêşverû pabende bi rêbaza
xwe ya netewî di piştgîriya Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê de, û bi
vîna gelê xwe di xebata xwe de berdewam e , û Tekoşîna xwe di ber
berevaniya doza kurdî li Kurdistana Sûriyê dike û herwiha partiya
pêşverû bi rolekî girîng radibe di nêzîkirina hêzên kurdî de û di
xêzkirina siyaseta kurdî de di nav tevgera Azadîxwaza Kurdistanê de.
hatina vê roja pîroz û şadî Ez bejna xwe li ber giyanê damezrener û
sekreterê partiya me Mamoste Ebdilhemîd Derwîş û hemû pêşengên ku rêya
xebatê ji mere vekirine diçimînim.
pîrozbahiyan li hevalên xwe di Nivîsgeha Rêzanî û Komîta Navendî de
dikim Herwiha ez hemî heval , dost û xebatkarên partiya me silav dikim û
cejina tevahî gelê Kurd pîroz dikim û Hawara xwe dighînin hemî
rewşenbîrên me kesên Partîzan û Serbixwe û ez dibêjim ber bi xebatek
zêdetir ji bo bidawîkirina dagîrkeriyê û pêkanîna xewn û hêviyên gelê me
di welatekî Azad û Demoqrat de.

Şîrove (0)