Lew re dem hatiye ku em bêdengiya xwe rawestînin û gerek e em:
• Kuştinên bo şerefê wekî cinayet bidin nasînê
• Kujeran ne wekî lehengan lê belê wekî tewanbaran bidin nasîne û bên cezakirinê
• Em jinan ne wekî namûsa mêran binasin, û wateya namûsê zelal bikin
• Bihev re rê û çareseriyên li dijî kuştina jinan bibînin
• Her kesek berpirsyar be, ku rê nede yan jî astengan çêke bo kiryarên wisa
• Mafê jinan û mafên mirovan ji jinan re bidin xuyakirinê
• Riyên başqeyî kuştina jinan bibînin, û amade bin bo wî tiştî û têkilyan bi malbatan re çêkin
• Amade bin ku bi kesne din re bo vê babetê gift û goyan bikin, ramanan û pêşniyaran bikin û bihêz beşdar bibin
• Bi tevger, partî, komel, kom û kesên bitenê yên dinre li Welêt û derveyî Welêt hevkariyê çêkin, û bihev re çareseriyan ji van astengan re bibînin.
Gelî jinên ji bo mafên jinan kar dikin, tevgerên jinan, tevgerên mafên mirovan, jinên mafnas, jinên rojnamevan, jinên karê civakî dikin, jinên nivîskar, jinên bijîşk, jinên mamoste, jinên hunermend û hemû jinên bixwazin beşdar bibin, hûn hemî vexwendîne vê civînê:
Roja şemiyî 30.06.2007 katjimêr 11.00 li Langenhagenê rex Hannoverê.
Navnîşan: Bürgersaal
Brinkholt 10
30851 Langenhagen
Kesên nikaribin beşdar bibin jin û mêr, dikarin bi rêya vê Emailê jinenazad@yahoo.de raman û pêşniyarên xwe ji me re rêkin.
Emê nivîsên we di deman civîna xwe de bidin berçvan.