Meleyê Cizîrî (Şêx Ehmed Muhemed) (1589-1664)Z. (1)

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Meleyê Cizîrî helbestvankî ji helbestvanên klasîk yê herî nasdar e,ew di ramanên xwe de xawên bîreweriyên kûr û berfereh e,ew mîna helbestv- anekî Mitesewif ne tenê li nik gelê Kurd,lê ew li cem pir miletên cîhanê  jî hatiye naskirin.
Navê wî yê rast Şêx Ehmed e,lawê Şêx Muhemed e,ji herêma Cizîra Botan e û ji êla Bohtî(Bextiya) ye,dîroka ji dayikbûna wî li cem pir lêkolînvanan ne mîna hev in,wek mînak:Hinek dinivisînin ku ew di sala (1407 )an  de ji dayik bûye û di sala (1481) ê de çûye dilovanyê,lê Kurdnasê Êngilîzî D.N.Mekênzî dinivîse ku ew di nav salên (1570-1640) î de jiyaye,Rojhilat û Kurdnasa Sovyeta berê M.B.Rodênko di pêşgotina pirtûka xwe de, ya ku li ser (Mem û Zînê ) nivîsiye,ewa dibêje:Melyê Cizîrî di sedsala (12) jiyaye.

Herwisa jî lêkolînvan Wezîrê Nadir ji Sovyetistana berê  nivîsiye
ku  M.Cizîrî di sala (1101 )ê de ji dayik bûye û ewî di sala (1169) an
de koça dawiyê kiriye,lê wêjevanê nasdar Eladîn Sicadî di pirtûka
xwe(Mêjoyê Edebî Kurdî) de bi rengekî din dinivîse:M.Cizîrî di sala
(1407) an de ji dayik bûye û ew di sala (1481) ê de miriye.

helbestvan û lêkolînvan Ebdilrehman Mizorî ji Duhokê dibêje:Ya ku  pirî
nêzîkî rastiyê ev e:M.Cizîrî  di vê demê,(1589-1664)  an de jiyaye.
Vaye
me dît çawa wêjezanên gelê Kurd û Kurdnasên biyanî nikanîbûn  li ser
dîroka ji dayikbûn û  koçkirina helbestvanekî weha gewre mîna M.Cizîrî
bûbûna yek,sedema vê diyardeya neyênî jî bi ya me be;du pirsgirêkên
bingehîn in.1- Gelek helbestvanên Kurd yên klasîk hene ku ew di
helbestên xwe de,roja dayikbûna xwe didin xûyakirin,lê xûya ye ku 
M.Cizîrî  xwe jibîrvekiriye û agahî li ser rojdayikbûna xwe
nenivîsiye.2- Yan jî ewî li cihekî cuda jînegeriya xwe nivisiye û ewa
hinda bûye.
Melayê Cizîrî hîn biçûk bû,ew li gor şîreta bavê xwe yê
zane û oldar di mizgeft û xwendeghên olî de xwendibû,lê ew xwendina
pirtûka pîroz (Quran) û hin zanistên seretayî li nik bavê xwe fêrbûbû.
M.Cizîrî
li pir navçeyên Kurdistanê (Cizîrê,Hekarî,Amedê,Îmadiyê)geriya ye,ewî
di sî û du saliya xwe de bawernama zanistiyê ji cem mamostê  xwe
Mile
Teha li gundê Sitrabsê (Amedê)wergirtiye,di pişt re ew li gundê
Serba(Amedê)dibe pêşnimêj û mamoste û paşê jî ew ji vir jî diçe(Hisin
Kêfa), li wir jî mamosteyetiyê dike,piştî demekê ew dîsan vedigere
Cizîrê û ew li wir di navdartirîn xwendegehên Cizîrê(Xwendegeha Sor) de
dibe mamoste û bawernameyên olî  dide xwendekarên  xwe.
Helbestvan ji bilî zimanê dayikê,sê zimanên din biyanî 1-Turkî.2-Erebî.3-Farisî zanîbûn.
M.Cizîrî 
ta dawiya jiyana xwe li Cizîrê dimîne,ew di temena (75) saliya xwe de
diçe dilovaniyê û li jêrxaniyeke(Xwendegeh Sor )da tête gornekirin.
Herweha jî ,divê em vê rastiyê jî jibîrnekin ku helbestvanê me ta dawiya jiyana xwe ne zewicîbû.
M.Cizîrî
li cem pir lêkolînvanan bûye cihê balkêşiyê;her kes ji wan li gor asta
zanîna xwe jiyan û berhemên helbestvanê gewre şirove kiriye.
Prof.Q.Kurdo
di sala(1985) an de bi vê wateyê nivîsiye:Ta van salên dawiyê tukesî
lêkolîn li ser berhemên M.Cizîrî ne kiriye,lê Wezîrê Nadir di salên
(1945-1946) an de li Sovyetistana berê li ser dîwana Meleyê Cizîrî
lêkolîn nivisîye û ew di wir de dibêje:Melayê Cizîrî ji êla Heseniya
Ezdahî ye û ew dengbêj û helbestvanê Mîr Omed-dîn ji êla Botanê  bû,ewî 
di destpêkê de
helbestên xwe li ser kêfxwaşiya xwe nivisîne û bi xwe
jî istiraye,herweha jî ewî  helbest li ser evînê û meyê jî hûnane,di
pişt re dilê wî dikeve keça Omedîn û ew helbestan li ser wê jî li tevnê
dixe.
Mîr Omedîn dibhîse ku M.Cizîrî ji keça wî hez dike,lewra ew bi
Cizîrî re dibêje:Ezê keça xwe bidim te,lê M.Cizîrî bi wî re dibêje:Ez
xulamê te me,ez naxwazim,lê Wezîrê Nadir helwesta neyênî ya M.Cizîrî
weha şirove dike û dibêje:M.Cizîrî nexwastiye keça Mîrê Botanê bibe,ji
ber ku êla Botan çûye ser ola Mislimanan.Lê bi rastî av agahiyên ku
W.Nadir nivîsîne,em nizanin ku  ew ta kîjan radeyê rast in û cihên
baweriyê ne.!!?
Sadiq Behadîn jî lêkolîn li ser jiyan û dîwana
M.Cizîrî nivîsye,ew jî di vê baweriyê de ku M.Cizîrî li nik Şêxên wê
demê perwerde bûye,ew helbestvanê Mîrê Botan Umedîn bû,lê S.Behadîn
helbestên wî parve du beşan dike1-Li ser evînê.2-li ser Sofiyetê.
Ji
ber ku M.Cizîrî yekek ji mezintirîn û nasdartirîn helbestvanên Sofî
ye,dîwana wî pirtirî deh caran hatiyê çapkirin û pir helbestên wî bi
zimanên din biyanî jî wek Erebî,Farisî,Almanî hatine wergerandin.
Wek
nimûne:Mile Yehya Mizorî(1772-1836)helbestek M.Cizîrî wergerandiye
zimanê Farisî.2-Ehmed Birîfkanî jî (1792-1851) helbestek wî wergerandiye
zimanên Farisî û Erebî û ev herdu wergerandinên jorîn  li nik hin
zanyarên Kurd bûne bingeha wergerandin û şirovekirinên  berferh û ewan
hemû dîwana M.Cizîrî şirove kirin,wek nimûne:1-Mile Ebdilqadir
Cizîrî(1882-1947) Muftiyê Cizîrê Botan dîwana Cizîrî bi zimanê Erebî
şirove kiriye.2-.Mile-Ebdilselam Cizîrî(1878-1952) jî dîwana Cizîrî bi
zimanê Erebî şirove kiriye.3-Mile Ebdilrehîm Ebdilrehman dîwana M.Cizîrî
di sala (1956) an de wergerandiye zimanên Turkî,Farisî,Erebî.4-Mile
Ehmed Zivingî(1893-1971) di sala (1959) an de dîwana Cizîrî di hundir du
pirtûkên mezin de bi zimanê Erebî şirove kiriye û ew gelek caran jî li
Hewlêrê û li Stenbolê hatine çapkirin.5-Helbestvan Ebdilrehman 
Şerefkendî(Hejar),(1921-1991)dîwana M.Cizîrî bi zimanê Kurdî(Soranî)
şirove kiriye.Di sala (1964) an de jî Gîwî Mukriyanî dîwana M.Cizîrî li
Hewlêrê daye çapkirin .
Lê divê ev rastiya dîrokî jî netê
jibîrkirin,ne tenê zanayên Kurdan giringî dabûn û didin helbestvanê
gewre M.Cizîrî,lê rojhilatnasê  Alman Fon Hartman cara yekê dîwana
M.Cizîrî di sala (1904) an de bi pêşgotina xwe bi zimanê Almanî li
Berlînê weşandiye.
Lêkolînerê mezin Feqîh Husên (Kurdistana Bakur)li
ser evîniya M.Cizîrî weha dinivîse:Ez di sala (1960) î de li Stembolê
bûm,ez bi profêsorekî Emêrîkî re bûm dost,ewî tev zimanê Kurdî neh ziman
zanîn,ewî gelek tekuz dîwana M.Cizîrî  dixwand û şirove dikir,lê min ji
wî re got: Mileyên Kurdan li ser (Yara)M.Cizîrî li hevdu nakin;hinek ji
wan dibêjin:Yara M.Cizîrî Xweda ye û hinek dibêjin:Na, ewa pêxember e û
hinek din jî dibêjin:Na,ewa bûka Mîr e û hinek dibêjin:Na,ewa welat
e.Paşê min ji wî pirsî,lê tu çi dibêjî?Ewî weha bi min re got:Li gorî
Xwedaperestiyê(Yara) Mile,Xweda ye,li gorî Pêxemberperestiyê (Yara Mile
Pêxember e,li gorî bengîniya keçikan (Yara) wî  bûka  Mîr e,û li gorî
welatparêzan (Yara) wî  welat e,min dîsan ji wî pirsî,lê li gorî te
(Yara) M.Cizîrî çî ye? Ewî got:Ew (yara) hemû ne.
Herweha F.Husên hîn
dinivîse:Ji aliyekî din de û nemaze hin kes li hawîrdora  Cizîrê
dibêjin:(Yara) Mileyê Cizîrî ji malbeta Mîrê Botan e,ewa xatûneke pir
bedew bû û ji wê re dibêjin:(Xatuna bisk kesk) û ew kesên ku weha
dibêjin,efsaneyekê bi vî rengî  di vê derbarê de lihevanîne.
(…Mile
heroj çûye goristana pêşberî rodanka seraya(koşka) Xatuna bisk- kesk,ew
li wir xwe hildipesêre kêlika gorekê û helbestan dinivisîne û dixwîne,lê
gava Mile ji wir radibe,kela dilê wî bedena wî weke tendura sincirandî
dike û herwisa jî;kêlika gornê jî wisa pir weke dilê Mile germ
dibe,lewra pîrek belengaz hevîra xwe dibe ber wê kêlikê û nanê xwe li
ser wê dipêje…).
Hinek din dibêjin:Mîr ji hezkirina Mile agahdar
bû,ewî biryar istand ku Mile hûne cem xwe û bi rastî jî ew anî û Mile
xiste jorekê û ew bi tenha xwe çend rojan  di wê hundirî de dimîne,paşê
Mîr Xatuna bisk-kesk dişîne cem Mile,lê Mîr li gel çend dostên xwe bi
dizî guhdarî Mile û Xatuna bisk-kesk dikin,lê gava Xatuna bisk-kesk
dikeve hundir,Mileyê Cizîrî bi rêzdarî ji ber wê radibe û piştî
danûstandinê,ewa rûdine û di berxwe de dibêje:Vaye keys lêhatiye û ewa
helbestekê ji M.Cizîrî dixwaze.
Mileyê Cizîrî bi rêz û sincî û bi dengekî nerm û nazik  vê helbesta jêrîn  li pêş Xatuna bisk-kesk yekser dûhine û wê dixwîne.
1-Sebahul xeyrî xanê min                                 Şahê  şêrîn zebanê min
2-Tu yî roh û rewanê min                                 Bibêt qurbana te canê min
3- Te,ale Al-lah çi zatî tu                                    Çi weyî şêrîn  sîfatî tu
4-Ne wek qend û nebat î tu                              Yeqîn roh û heyat î tu
5-Heyat û raheta canim                                    Sebahul xeyrî ya xanim
6-Were  bînahiya çehvan                                  Bibînim bejin û balayî
7-Sebahul xeyr mesta min                                Letîfa cam bi desta min
8-Xumar û meyperesta min                             Tu yî meqsod û qesta min
9-Ji meqsodan tu yî bes min                             Bibin ber çerxê Etles min
10-Ji xêrî te navêt kes min                        Bêrê reşê tu zîn muqewes min
11-Di bin  de zulfê çew kanim                        Sebahul xeyrî ya xanim
12-Were bînahiya çavan                                 Bibînim bejin û balayî
13-Ji wê zulfê ji wê bendê                               Reha bim lê ji pêwendî
14-Siye çeşmî spî zend î                                   Te sohtim şubhet î findî
15-Şubhê şemho û şemal im ez                      ji ber huba te lal im ez
16-Dehîf im wek Hîlal im ez                             Sifet goyîn dikalim ez
17-Vî Bilbile re baxvan im                                Sebahul xeyrî ya xanim
18-Were bînhiya çavan                                    Bibînim bejin û balayî
19-Vî Bilbil re şev û rojê                                   Li ser wê terho û bişkojî
20-Enî mahî şefeq rojî                                      Te sohtim şubhetî dojî
21-Ku dûr im ez ji horê                                    Tenê carek li ser sorî
22-Ji wadî eymena torî                                     Tecela kir di nêv norî
23-ji wê sohtî dil û canim                                 Sebahul xeyrî ya xanim
24-Were bînahiya çavan                                   Bibînim  bejin û balayî
25-ji husna wê tecela yî                                     Yedê beyda û balayî
26-Çi wesafan bibêm  xeber nayê                   Welê dil cezbe dayê
27-Ne hişyar im ji wê berqê                              ji zer tacî li ser ferqê
28-Spî de heta şerqî bela                                  Belê na- îxme ferqê
29-ji derbê  eşqê nalan im                                 Sebahul xêr ya xanim
30-Were bînahiya çavan                                    Bibînim bejin û balayî
31-Zerîf î nazik şengê                                          Sîfet Horî perî rengê
32-Bi rojê ra tu hevdeng î                                   Du reştozîn siyeyengî
33-Kêşandin lê ne wek caran                             Xedingên qosê nûbaran
34-ji rengê şêr (şûr) û mokaran                         Reşandin sînê wek baran
35-Ji  wê derbê pir êşanim                              Sebahul xeyr ya xanim
36-Were bînahiya çavan                                  Bibînim bejin û balayî  
37-Veke carek xet û xalan                               Li ser wan mesend û palan
38-Bixwîne lê me Ebdelan                               Bibînin îdî û sersalan
39-Îcazet  dê  me destorî                                 Perî rengî sîfet Horî
40-Ji nîva zulmet û norî                                    Binoşîn mey di ferforî
41-ji dil talan xala  xanim                                 Sebahul xeyr ya xanim
42-Were bînahiya çavan                                  Bibînim bejin û balayî
43-Ji Şeh kasa ku qerqef tê                              Meya norîn  muşeref tê
44-Nîşanek dîlberî keftî                                    ji bo min her sihir xef tê
45-ji wê camê dinoşim ez                                Seher lew nî li hoşim ez
46-Ji amî,lê dipoşim ez                                     Bi can her lê dikoşim ez
47-Ku xalib mest û sekran im                          Sebahul xeyr ya xanim
48-Were bînahiya çavan                                  Bibînim bejin û balayî
49-Were pêşber Melayê xwe                           Şehîd û mubtelayê xwe
50-Bi şefqetke lîqayî xwe                                  Mile nemrit bi da-ê xwe
51-Mesîhay î lê bîmaran                                    Kesîn  geztî dewr şemaran
52-Şehîdin  şîr(şûr) û mokaran                         Kirî amancê nû baran
53-Li dîdara te heyran im                                  Sebahul xeyrî ya xanim
54-Were bînahiya çavan                                    Bibînim bejin û balayî
     xxxxxxxxxxx
Ew
li jor dibêje:Siba te bi xêr melîketa min û ziman şîrînê,tu giyana min
î,ez bi wê dijîm û bila canê min  jî bibe qurbana te,lê tu çiqas  ecêb
î,ez nizanim  çiqas sîfatên te rind û şêrîn in,tu ne wek qend  nebatê
şêrîn î,lê tu  ji wan şîrîntir î û bi rastî jî tu hîn giyana min î û
şîrîn î û tu jiyan û giyana hemû zindiyan î û cihê dilxweşiya min î û
dîsan sibeha te bi xêr  be xanima min .
Ya ronahiya çavên min,tu were
cem min ta ku ez bejin û çalima te ya bilind bibînim,lê dîsan siba te
bi xêr sermestkira min,ey nazika ku piyal bi dest de,lê dîsan siba  te
bi xêr dîlber û seremesta min,tu daxwaz û armanca min î û eger çiqas kes
hebin ,lê tu tenê  li ber çavên min î,ez te tenê dixwazim  û eger hinek
bi min re bêjin ku emê cihê te  û rûmeta te pir bilind bikin û emê te
bighînin çerxa Etlesê,(ezmên)ezê dîsan wê bilindahiyê bi hezkirina te ne
guhêzim.
Tu bawerke,ez ji bilî te,tukesî din naxwazim,biriyên te
reş û kildayîn e û her yek ji wan mîna hîlalê (nîvheyvê)ye  û bila tu
zanibî xanima min,ez hîn bi pêlkên te ve  girêdayî me,ez nikanim wan
berdim ,ax dîlbera min ,çawa ezê te berdim û ji  kesek din hez bikim û
carek din siba te bi xêr xanima min !
Ya ronahiya çavan tu  were cem
min!Ta ku ez bejin û çalima te ya bilind  bibînim,ez ji wê pêlkê  ya ku
ez  bi girêka xwe ve girêda bûm ,rizgar bûm .
Lê çavreşa min,zendspiya min! Tu zanî ku te ez mîna mûman  şewitandim.
Erê
ez wek mûman dişewitim, rengê min jî wek wê  zer dibe û qaserî ku ez ji
ber derdê hezkirinê dêşêm,ez niha lal bûme û ez nikanim bipeyvim û 
giliyên xwe bi te re bikim,ez jar bûme,pişta min wek Hêvê xwar û qiluç
bûye,ez bûme wek balind Goyîn jî,ez ji êvarê ta sibê bang dikim û
dinalim.
Lê dîlbera min !Tu zanî  ez  bi Bilbilê re distirêm û bang
dikim û ji ber vê rewşa xwe ez didegrîm,wek çawa Bilbil di gulistanan de
bang dike û dîsan siba te bi xêr xanima min !
Dîsan helbestvan bang
li dîlbera xwe dike û dibêje: Ey ronahiya çavên min! Were cem min ta ez
bejin û çalima te bibînim,tu zanî ku ez jî bi Bilbilan re li ser gopik û
pîka gulê bi şev û roj dinalim û distirêm?!
Erê dîlbera min,erê eniya te mîna Hêvê ye,ronahiya wê wek agirê dujehê  min dişewtîne.
…. Dumahîk heye

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…