Qamishlo


Nayif çolo

Ji min re ne bêje ez hej te nakim
Tuyî nixûrya hestên min
Dema dilê min dest bi çinîna
Awazên bedewiyê kir
Û
Tu bûyî stirana  jenînê

Çavên min bejna te kiriye kirasekî
hevirme
Her dîlana buhuriya te
Bi kilê xweziyê ji kildana kêfxwşiyê
Seranserî wî xêzên dilbijînê kil dike
Ma tu nizanî ku dîtina te dibe gûrîz li pişta êşa bêrîkirnê
Nehêle paya te bibe giyankêşê hebûna min
Li ser pira finca te
Dema tu pejna xwe dike tak rihana pîroz
Ku ji ava keçikaniya çavan hatiye
Avdan
Her min nebîne geda rûte ji kinçên çaran
Ezim roka sibehan ku porê te dike zêrê çirisandî
Di çavên qîzên bêhempa
Û
Navê te dikim helbestek di dîroka maldarên spehîbûnê ku sorperî ji wan re dibin bê qal.
Asîmanê bedewbûna te navdar nabe
Bêyî sitêrkên pesindariya min
Û
Roka aramiya min ji bo hejkirina te
Li rojava ne meyînim
De were dest vala ji xişirên paya xwe em bi hevre bi zêrên evîniyê bixemilînin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…