Şev bêdeng bû.

Cibran Xelîl Cibran
Wergerandin ji Erebî Mizgîn Hesko

Şev bêdeng bû
Û di kirasê bêdengiyê de
Xewn …xwe vedşêrin

Û heyveron geş bû
Û çavên heyveronê hene
Bi wan çavan
Ew çavdêriya rojan dike

Were..
Ey keça zeviyê
Were..
Em ê serdana mêwa aşiqan bikin
Belko em
Bi wê meyê
Bêrîkirinê vemirînin.

Di nav bênderan de
Guhdariya fîxana bulbilî bike
Guhdarî bike ka çawa
Ew awazan parve dike
Ew fîxana
Ku di asîmanekî dagirtî hilma rîhanan de
Belav bûyî.

Metirse
Ey yara min
Stêr….
Nûçeayan vedşêrin
Û mija şevê
Di wan rezan de
Razan dinixumîne.

Metirse…
Bûka ciniyan
Di şikefta xwe a seherdar de
Serxweş ketiye
Xwe ji ber çavên mêşinî
Daye alî
Û Padîşahê cinan
Eger hat, zû derbas dibe
Ew jî mîna min
Bi işqê dagirtiye
Êdî….
Ma dê çi hişkere bike.

Şev bêdeng bû, weha jî rast e: şev hêmin bû, yan jî şev aram bû.
Têbînî: Di wergerandina helbestê de, hewil didim ku hinekî ji behreya dilê xwe bikar bînim, ev da ku helbest nirxê xwe ê hunerî winda neke.

Nîşe:

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…