Cotarî nezan e,ew zeviya xwe dajo,ew diweste û dixwaze zû karê xwe bi dawî hûne û çandiniya xwe biçîne,lê ji nûşkava hevcarê wî radiweste,ew li gayê xwe dixîne,lê ew dîsan sûdê ji lêxistinê nabîne.Paşê cotarî têdighîne ku latek mezin di bin hevcêr de ye,lewra jî gayê wî nikane biçe,cotarî wî latî derdixîne,lê ew komek hesinên vebrûsî di bin wî latî de dibîne,ew hesinan jî mîna qizêz û cînciqên rengarengî vebriqî bûn .
Cotarî bi xwe re dibêje:Divê ez van hesinan ji bin axê derxînim û wan bavêjim aliyekî,lê ez bi tenê nikanim,ew bi ser xwe de diponije,lê ew nikane çareseriyekê bibîne.Roj diçe ava,tîrêjên rojê li wan hesinan dikevin,ew ronahiyê didin ser daristanê û çavên êzingvan (Êzingbir) bi wê ronahiyê dêşin,paşê ew têdighîne ku ew ronahiya ji bin çiyê tête ser wî,ew yekser dere cem cotarî,ew li nêzîkî cotarî samenek pir buha dibîne,ne Zêr û ne îj Almaz weha nirxbuha ne.
Êzingvan silavê dide cotarî û ji wî dipirse tu çima ewqas xemgîn î û ez niha kanim alîkariya te bikim?Cotarî bersivê dide û dibêje:Ezê çawa ne xemgîn bim,ez dixwazim vê zeviyê biçînim,lê li pêş min hesin derdikevin holê,ez cotarî me,zeviyeke min ten heye ,zarên min hene, ez bi vê zeviyê wan mezin dikim,lê ez niha nikanim cot bajom û dem di ser çandiniyê re derbaz dibe .
Êzingbir êvarê çel dewarî dibe nav zeviyê,ew hîmeke mezin ji wir derdixîne û ew hemû samanên ku di bin wî hîmî de li çel dewarî bar dike û wan dibe li bajarekî din vedişêre, di pişt re ew vedigere mala xwe .
Li roja din cotarî vedigere nav zeviya xwe,ew dibîne ku zevî paqij û dûz bûye,ew pir dilxweş dibe,ew zeviya xwe cot dike û êvarî vedigere mala xwe….,roj û meh derbaz dibin,payiz jî derbaz dibe,zivistan jî hat,berf barî,Buhar dereng hat,lewra jî çandina wî dereng şîn dibe û tiştek di mala wî de namîne,ew neçar dibe gayê xwe bifroşe û bi perên xwe pêwîstiyên malê bikire û ew bi perên bermayî jî kerekî dikire û êzingan difroşe ta ku ew kanibe zarokên xwe xwedî bike.Lê berî ku werzeya palê dest pê bike,kerê wî jî dimre û hêviya debarkirin û jiyanê li nik wî namîne,zarên wî birçî dibin,ew birayê xwe bi bîra xwe tîne û bi xwe re dibêje:Ezê herim cem birayê xwe,belkî ew alîkariya min bike û zaroyên min ji birçîbûn û mirinê rizgar bike.
Cotarî bi jina xwe re dibêje:Ezê herim cem birayê xwe,lê jina wî dibêje: Belkî Cin bi mêrê min re dipeyivin û bi wî re dibêjin:Birayê te heye,ewa ji mêrê xwe dipirse,kînga birayê te hebû û ji bo çi ta niha te bi min re ne gotiye ?
Cotarî bi jina xwe re dibêje:Min jî nizanîbû,lê di Payiza sala borî de mirovek hat cem min û zeviyê min ji hêsin paqij kir,eger ne ji aîkariya wî bûya,min nikanîbû zeviya xwe biçanda,ewî bi min re got:Em birayên hev in,lê jina wî ji wî bawer nekir,lê ewa li dijî çûyina wî jî ranewestiya.
Cotarî diçe cem birayê xwe,ew dighîne ber bajêr,li wir koşkek mezin dibîne,lê ew pir diweste,lewra jî ew li ber erqeke avê û nêzîkî koşkê xew dike,di vê demê de xwediyê koşkê dibîne ku mirovek bi kincên gemarî li ber erqa avê xew kiriye,paşê ew berdestikê xwe dişîne cem wî,cotarî ditirse û ew li cem xwe guman dike û bi xwe re dibêje:Belkî xwediyê koşkê guman kiriye ku ez diz im,lewra ew yekser bi berdestik re dibêje: Min serbest berde,ez ne diz im,lê berdestik wî bi kotekî dibe cem xwediyê koşkê.
Xwediyê koşkê bi berdestik re dibêje:Herin serê wî bison, baştirîn kinc li wî bikin û wî hûnin li dîwanê rûniştin bidin û paşê ezê herim baş pêşwazwiya wî bikim,bi rastî ew tête cem cotarî bi hezkirin û bi rêzdarî pêşwaziya wî dike û bi wî re dibêje:Tu ser çavan re hatî birayê mezin,ez bi serdana te, xwe pir serbilind dibînim û ez pir dêndarê te me,pêwîst bû,ez bihatama cem te,lê tu herdem ji min baştir î. Di vir de berdestik ji helwesta xwediyê koşkê matmayî dibe.
Xwediyê Koşkê hîn bi êzingvan re dibêje:Lê tête bîra te ku ez beriya demekê hatim cem te,min zeviya te ji hêsin paqij kir û ez êzingbir im û birayê te me,lê niha ez gelek dewlemend im û ez niha di rajeya te de me.
Cotarî pere ji êzingvan(Xudiyê koşkê) xwestin ta ku ew zû vegere cem zarên xwe yên birçî,êzingvan bi birayê xwe re got:Xeman nexe!min bi deh dewaran xwarin û kinc şandin ji zarokên te re,lê pêwîst e tu li cem min bimînî,min pir bîra te kiriye û ez dixwazim xizmeta te bikim.
Berdistik xwarinê ji cotarî re dîdin,êzingbir bala xwe dide birayê xwe ku ew hîn nizane bi rêkûpêk nên bixwe,lê ew naxwaze hestên wî birîn bike.
Êzingvan pir hişmend e,şêniyên wir,wî pir rûmetdar,camêr û nirxbilind dibînin,ji ber ku ew herdem di xizmeta civakê da ye,ew alîkariya belengazan dike,ewe li dijî setemkariyê radiweste,lewra jî hemû j wî hez dikin.
Di êvarekê de hin bazirgan û mezinên bajêr dibin mîvanên xwediyê koşkê, ew birayê xwe êzingbir bi wan dide nasîn,di roja din de mîvanên êzingbir wî vedixwînin cem xwe;êzingbir dîsan kincên nûh li birayê xwe dike û ew dixwaze bêje:Birayê min jî pir dewlemend e û ew bi hev re diçin mîvandariyê,li wir; xwediyê malê hevdîtina herdu birayên hev pîroz dikin,lê gava xwarin tête danîn,cotarî nizane çawa nên bixwe,lewra ew li kesên din temaşe dike û dibîne ku ew çawa nên dixwin ,ew dibîne ku hin kes destên xwe davêjin nên,hin kes destên xwe davêjin pêtikên mirîşkan û hin kes jî destên xwe davêjin masiyan,lê ew destê xwe davêje purteqalekê û ew wê tev qalqan dixwe,xwe şil û gemarî dike,paşê jî ew mirîşkê û goşt dixwe.
Birayê wî êzingbir ji ber xwarina wî ve şerm dike,lê ewî yekser bi mîvanên din re dibêje:Li bajarê birayê min,berî her tiştî mêwê dixwin û bi ser vê de jî bijîşk bi birayê min re gotiye:Divê tu purteqaln tev qalqan bixwî,ew ji bo mede derman e û hemû mîvanên din gotinên êzingbir bawer dikin.
Ew vedigerin mal,êzingbir şîretan li birayê xwe dike û dibêje:Piştî şîvê mêwe tête xwrin û eger te purteqal jî xwar,pir mexe,ta ku tu kes ne bêje: mîvanê me mêwe ne dîtiye û hîn baştir e jî ku tu zû,zû destê xwe navêjî purteqalan,bila xwediyê malê pirtirî carekê bi te re bêje:Bixwe!Lê hîn pir û pir baştir e jî ku tu purteqalê carekê bêhn bikî û wê têxî beriya xwe,ta ku xwediyê malê ji xwe re bêje:Mîvanê me ji xwarina mêwê berê têr bûye,lewra jî ew nikane wê niha bixwe,cotarî bi birayê xwe re got:Baş e, ezê weha bikim.
Çend roj derbaz dibin,ew dîsan li cem hevalek ji hevalên êzingbir dibin mîvan,êzingbir dîsan kincên baş li birayê xwe dike û wî bi xwe re dibe cem hevalê xwe û ew dîsan li ber xwarinê rûdinin,lê vê carê cotarî hindik nên dixwe ,xwediyê malê lavan ji wî dike ku ew mêwê bixwe,ew dixwe,
Êzingbir b xwediyê malê re dibêje:Birayê min carna dîn dibe,ew nexwaş e,lewra ew nizane çi dike,ez lêborîna xwe ji te dixwazim û ez dixwazim bi hemû mîvanan re bêjim:Bila tu kes me venexwîne cem xwe!
Li dawiyê ew herdu bira vedigerin mal.
Êzingbir bi birayê xwe cotarî re dibêje:Ez dixwazim bi te re vekirî û zelal bipeyvim,lê ez lava ji te dikim ku tu ji min ne xeydî!
Di demekê de sermiyan ji te re lêhat,lê tu bê hiş bû,lê hiş ji min re hat,lê sermiyan ji min direvî,ez êzingbir bûm,rojekê min êzing dibirîn,min dît ronahiyek ji nav zeviya te xwe davêje ser min,ez hatim cem te,min dît ku tu li ser zêr û almazan rûnîştîbû,di wê demê de min zanîbû ku tu bê hiş e,min ew zêr û almaz ji xwe re birin,ew saman yên te bûn, û te ew bi destên xwe hemû dane min û niha jî ez pir dewlemend im,lewra ez pir dêndarê te me,ez te spas dikim,lê ez dibêjim belkî tu nikanî li vir bi rehetî bijî,lewra jî ezê (40) bar zêr ji te re bar bikim û tuyê herî bajarê xwe û di nav zaroyên xwe de bextewar bijî,lê ezê hîn bi hişê xwe pirtir dewlemend bibim,cotarî vedigere mala xwe û ew û zarokên xwe ve baş dijîn.
Lê gava dirav û hiş dîsan pêrgî hev dibin,hiş ji diravê dipirse;kî ji me ji mirov re sudar e,ez yan tu ?Diravê got:Di jiyanê de mêlag bûye,ku tu ji min pirtir sudar î,eger tu bi min re ne heval bî,ez bê sud im û nirxa mirovan ne di peran de ye,lê ewa di hişê de ye .
xxxxxxxxxxxxxxxx
Nirîna me li ser vê çîroka gelêrî
——————————————
Em di vir de dibînin ku hiş li dijberî diravê radiweste û ewa dixwaze ji diravê re mêlag bike û bêje:Cihê ku ez li wir heme,rola te li wir namîne,lê diravê pozê xwe bilind kir û bi hişê re got:Na!Cihê ku ez li wir hebim,tu nikanî serê xwe li pêş min bilind bikî.Wek Kurd dibêjin:(Hesino xwe pesino),ango;her kesî ji wan xwe pesinand,lê peyv û gotin tenê nabin cihên baweriyê,em dibînin ku hişê bi gotin û hêza xwe pir bawerbû,lewra jî ewê bi diravê re pêşbaziyê dike û ewa dixwaze ji guhdar û gel re bêje:Dirav bê min zîro ye.
Vaye me dît çawa cotarî dewlemend bû,xawên samanek gelek mezin bû,lê ji ber ku ew ne hişmend bû,ewî nizanîbû ku ew hesinin vebrûsî çi bûn?Lê êzingbir kanîbû bi hişê xwe bi cotarî bikeniya û bi dubarek mezin hemû samanên wî ji xwe re bibira,ew êzingbirê belengaz û hişmend dewlemend bû û ew bûye xwedan koşk û sermiyanek mezin,lê ew cotariyê dewlemend û ne hişmend belengaztir bû û ew ji ber birçîbûnê ji mala xwe koçberbû û li karan digeriya.Ew di gera xwe de pêrgî koşkekê dibe,lê ew nizane ku ewa ya êzingbirê belengaz e,lê êzingbirê hişmend tavildanê cotariyê kêmhiş naskir û ew bi dilekî germ pêşwazî kir.
Cotarî çend rojan li cem êzingbir bûye mîvan,hişmendê dewlemend gelek giringî daye cotarî,lê cotarî di rabûn û rûniştinên xwe de pir şûndamayî bû,ewî nizanîbû bi awakî rêkûpêk bi wî û mîvanên wî re li ber sifrê danîşe û nên bixwe,êzingvan ji ber wî û şêweya xwarina wî ve li hember mîvanên xwe şerm dikir,li dawiyê êzingbir rindiyê bi cotarî dike û (40) bar zêr dide wî û ew vedigere mala xwe.Lê divê em jibîrnekin jî ku hiş û diravê dîsan di rojekê de rastî hev hatin,hişê carek din ji diravê pirsî, tu di jînê de sudar î,lê ez ? Vê carê dirav neçar bû û got:Eger tu di jiyanê de bi min re nebî heval,ezê bê sûd bim û nirxa mirov di hiş de ye û ne di diravan de ye,di vir de xûya dibe ku diravê waneyek baş ji cotariyê xwe wergirtiye û serê xwe li ber hişê nizim kiriye.
Li aliyek din,em dibînin kesayetiya êzingbir du kesayetî ne1-A-Ewî zanîbû ku hesinên vebrûsî samanên nirxbuha ne.B-Ew hişmend bû,ewî kanîbû xwe ji belengaziyê rizgar bikira .C.-Ewî alîkariya cotarî bi (40) bar zêr kir .
2-Eêzingbir derewçîn û xwehez bû,ewî cotarî du caran xopandiye:A-Ewî bi cotarî re gotibû:Em birayên hev in,lê di rastiyê de ew ne birayên hev bûn.B:Ewî bi cotarî re ne gotibû ku ew hesniên vebrûsî ,zêr in. C:Êzingbir ne dilsoz bû, erê ew hişmend bû,lê ew derewçînek mezin bû ,ew êvarê
diziyê ji cotariyê reben dike û hemû samanên zeviya wî ji xwe re difroşe û ji berîka kêmhişê cotarî dewlemen dibe.
Erê! Di vê çîrokê de hişê zora diravê bir,lê mirovperwerî di bin zora vê hişê de dinale,lewra em dixwazin bêjin,bila hiş bi karên erênî were xebtandin û bila ewa neba çira dizan û vêbextan!
Em pir dixwazin li vir nimûneke biçûk û rastîn û camêriyek wek camêriya êzingbir li herêma me derbaz bûye bi bîr hûnin.
Du heval hev hebûn,1-Misto.2-Êho.Herdu bi hev re digerîn û bi hev re dixwarin û vedixwarin ,rojekê Êho li cem Misto dibe mîvan,ew li cem hev pir rûdinin û dipeyvin û paşê ew birçî dibin,Êho bi Misto re dibêje:Tu rune,ezê herim pêdiviyên xwarinê ji derve bikirim,ew dere bazarê û her tiştê pêwîst û şîşeke mey dikire û vedigere mal,ew herdu bi hev re firavîna xwe amede dikin û di ber xwarinê re meyê jî dinoşînin.
Piştî xwarinê;ew dixwazin ji malê derkevin û gera xwe bikin,Misto dixwaze pardesona xwe li xweke,lê ew wê nabîne û ji Êho dipirse û dibêje:Pardesona min tuneye!
Êho bê şermî dikene û bi Misto re dibêje:Ey Ehmaq te ewqas xwar û vexwar,te ne got:Êho ev hemû tişt çawa anîne mal,min pardesona te ji mal dizî û bi perên wê ev kiratî ji te re kirî.Ey ehmaq te bi xwe re ne got: Êhoyê belengaz pere ji ku derê anîne??Ev camêriya min ji nezaniya te ye!
Ev kurtebûyera camêriya êzingbir ji çavên me ve hîn nêzîktir dike û cotarî carekê nikanî ji xwe û ji wî pirs bikira,ku çawa ev êzingbirê belengaz ewqas zû bûye dewlemend !!!!????