Di rojnameya Radikal ya 27 Gulan 2007 de hevseroka DTP ê ango Komîsera wê rêxistinê Aysel Tugluk di gotara xwe de, doza paraztina Misaq – î Millî dike û dibêje Komara Tirkîye di bin metirsîya Peymana Sewrê de ye. Bi vê gotar û bi van dîtinên xwe, Aysel Tugluk ne hevserok e, ew di rastîyê de nûner û birêvebira siyaseta kemalîstan ya di nav DTP ê de ye.Eve 84 sal e ku milletê kurd bindestê Komara Tirkîyeyê ye. Di van salan de siyaseteke nijadperest li ser ziman û çanda kurd hatîye meşandin.
Yên ku welatê wan hatîye dagîrkirin, milletê kurd e.Yên ku zilm û zordarîyê dîtîye milletê kurd e.Yên ku hebûna wan hatîye înkar kirin jî her dîsa milletê kurd e. Loma jî ne rast e ku em doza bratîya kurd û tirkan bikin û ne wezîfeya “siyasetmedarên Kurd” an e ku vê neheqîyê li milletê kurd bike.
Aysel Tugluk, Başûrê Kurdistanê wek bakurê İraqê bi nav dike û ji bo destkeftîyên me yên li Başûrê Kurdistanê bêrêzîyek mezin dike.
Gelê Kurd !
Yeka ku pesnê dewleta dagirkerê Kurdistanê bide, yeka ku pesnê Kemal Ataturk bide û yeka ku xwedî li Misaq – î Millî derkeve, nikare bibe nûnera gelê kurd û nikare bibe dengê doza kurd!
Loma jî em wek Însîyatîfên Kurd Li Ewrûpa – ÎKE, bangî welatparêzên kurd dikin ku, dengê xwe nedin kesên ku ne nûnerê doza we ye!
Aysel Tugluk û yên weka wê xizmeta sîyaseta kemalîst û nijadperest dikin. Loma jî hun dikarin bi dengê xwe li dijî van dîtinên talûke, Helwesta xwe bidin dîyar kirin.
2007.05.30
Însîyatîfên Kurd Li Ewrûpa – ÎKE

Şîrove (0)