Bila dengê we, helwesta we be !

  Di rojnameya Radikal ya 27 Gulan 2007 de hevseroka DTP ê ango Komîsera wê rêxistinê Aysel Tugluk di gotara xwe de, doza paraztina Misaq – î  Millî dike û dibêje Komara Tirkîye di bin metirsîya Peymana Sewrê de ye. Bi vê gotar û bi van dîtinên xwe, Aysel Tugluk ne hevserok e, ew di rastîyê de nûner û birêvebira siyaseta kemalîstan ya di nav DTP ê de ye.
Em baş dizanin ku, yek ji peymanên ku mafê damezrandina dewletek Kurd tê da hatîye destnîşan kirin, Peymana Sevrê ye. Lê mixabin xatûn Aysel Tugluk peymana Sevrê wek binpêkirina rûmeta Tirkîyeyê bilêv dike.
Eve 84 sal e ku milletê kurd bindestê Komara Tirkîyeyê ye. Di van salan de siyaseteke nijadperest li ser ziman û çanda kurd hatîye meşandin.
Yên ku welatê wan hatîye dagîrkirin, milletê kurd e.Yên ku zilm û zordarîyê dîtîye milletê kurd e.Yên ku hebûna wan hatîye înkar kirin jî her dîsa milletê kurd e. Loma jî ne rast e ku em doza bratîya kurd û tirkan bikin û ne wezîfeya “siyasetmedarên Kurd” an e ku vê neheqîyê li milletê kurd bike.
Aysel Tugluk, Başûrê Kurdistanê wek bakurê İraqê bi nav dike û ji bo destkeftîyên me yên li Başûrê Kurdistanê bêrêzîyek mezin dike.

Gelê Kurd !

Yeka ku pesnê dewleta dagirkerê Kurdistanê bide, yeka ku pesnê Kemal Ataturk bide û yeka ku xwedî li Misaq – î Millî derkeve, nikare bibe nûnera gelê kurd û nikare bibe dengê doza kurd!
Loma jî em wek Însîyatîfên Kurd Li Ewrûpa – ÎKE, bangî welatparêzên kurd dikin ku, dengê xwe nedin kesên ku ne nûnerê doza we ye!
Aysel Tugluk û yên weka wê xizmeta sîyaseta kemalîst û nijadperest dikin. Loma jî hun dikarin bi dengê xwe li dijî van dîtinên talûke, Helwesta xwe bidin dîyar kirin.

2007.05.30

Însîyatîfên Kurd Li Ewrûpa – ÎKE

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…