Çendî Îro Mîna Doh e: Civîna Axayên Serxet û Binxetê

Konê Reş

  Şevên zivistanê dirêj in.. Şevê din ez jî wek Cihûyan li kaxetên xwe yên kevin vegeriyam. Di nav wan de çav bi çend çavpêketinên xwe yên ku ji berî 25-30 salî ve, min ew li ser dawxaza Prof Dr. Celîlê Celîl, bi çend kelemêran re kiribûn, dîtin. Yek ji wan kalemêran Hecî Hesen (Bozo), mixtarê gundê Tûkê bû, yek kirîvê min Hesenê Mirad (Bavfilleh) bû û yek apê min Silêmanê Xelîl (Silo) bû. Van hersê rehmetiyan çîroka civîna Axayên Serxet û Binxetê di Sala Kurmancî de, li gundê Bilêqiyê, kêm zêde wiha ji min re gotin:

  Di bihara 1928an de, li ser daxwaza mezinên Kurdan ji bo kurdîtiyê û alîkariya kurdên çiyayê Araratê dijî Tirkan – Di baweriya min de, ew mezinên kurdan serokên Komeleya Xoybûnê bûn û serhildan ya Ceneral Îhsan Nûrî Paşa bû – Axayên Binxetê û Serxetê, bi rêveberiya Ûsivê Qaso axayê eşîra Bûbilana li gundê Bilêqiyê civiyan. (Hingî gundê Bilêqiyê di bin destê axayê Bûbilana Ûsivê Qaso de bû). Ew civîn li mala Simê Hesenkê ku ew yek ji axayên eşîra Milan bû, pêk hatibû.
  Ji Axayên ku di wê civînê de beşdar bibûn: Seîd Axayê Deqorî axayê eşîra Deqoryan, Evdiyê Xelo axayê eşîra Mêrsîna, Îbrahîmê Mehmûd axayê eşîra Temika, Şakirê Mihê axayê eşîra Koçeka, Ehmedê Silêman axayê eşîra Omeriya (Hingî Ehmedê Silêman ji ber Tirkan revyabû Binxetê li gundê Niqare bû), Emînê Ehmedê Perîxanê axayê eşîra Rema (Hingî ew jî ji ber Tirkan revyabû xwe li gundê Dugirê, malbata Ebês girtibû û yek ji damezrênerê komela Xoybûn bû), Hesenê Haco axayê eşîra Hevêrka (Bavê wî Haco jî, yek ji damezrênerê komeleya Xoybûn bû), Silêmanê Ebês axayê eşîra Dorika, Axayê Darê, Axayê Ewêna, Silêmanê Zerokê mixtarê gundê Heremê Şêxo.. û çend navdarên eşîra Bûbilana wek; Xelefê Gedo, Silê Neyo, Begendiyê mala Evdile, kalikê min Ehmedê Evdo û gelekên din..
  Civîna wan li gor biryara Komela Xoybûnê bû ku, herêma xwe ya ku di navbera Nisêbîn û Darê ta bi Mêrdînê jî, ji destê Tirkan rizgar bikin û xeta tirêna Almanî ya ku çek û artêşa hikûmeta Tirkiyê tê re derbasî şerqê (Kurdistanê) dibû xera bikin û herdû pirên tirênê li gundê (Çûva) û (Zorava) biherifînin, da ku êdî nema Tirk karibin artêşa xwe derbasî şerqê bikin û di encam de, şer ji ser şervanên Araratê sivik bibe..
  Lê sed mixabin civîn bê encam derket; eşîrtiyê, dubendiyê û berberiya ku di nav wan de hebû rola xwe lîst, nikarîbûn gotinên xwe bikin yek û di encam de civîna wan beravêrî derket.. Dawî ji hev belav bûn, bi hêviya ku careke din li hev bicivin.. Û careke din li hev neciviyan.. Ezbenî! Hûn jî wek min zanin bê di pey re çi çêbû û çi çênebû.. îro mîna doh e. Bi hêvî me çîroka me dubare nebe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…