Belê Wilo ye Mîrê Min!

Konê Reş
 
  Bi min xweş e, piştî 76 salan, ez vî gotarê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, yê bi navê (Ma ne wilo ye?) careke din ji we re raxînim ber çavan, da ku em li hin şîret û pendên wî vegerin û şiyar bibin.. Min ev gotarê wî, ji rojnameya wî (Stêr), hejmara 3`an, sala 1943`an girtiye. Ev rojnameya wî li Beyrûtê bi zimanê Kurdî û Fransî dihat diweşand. Ji ber giringiya gotinên wê, min xweş dît ku pêşkêşî we bikim û ez bi xêr û hûn bi selametî. Fermo bixwînin:
Ma ne wilo ye?
 (.. Gava qedrê yekî digrî, bîne bîra xwe, ko tu jî mîna wî mirovek î; û xwe di pêşiya wî de zirav me ke. Qedrê mirovên hêja tête girtin; û mirovên hêja, mirovên mezin in; lê ne hewce ye ko emê xwe bikin ebd û xulamê wan. Yê ko canê xwe hêj nedaye welatê xwe, divê dest ji xebata welatê me kişîne…
 Heke tu beg an axayek î; tu çi mirovî; ji halê gundî an koçerên te, tête seh kirin; heke ew têrin; maline paqij de rûdinin, cilên pak li xwe dikin û hinik xwendin û nivîsandinê dizanin, tu mirovekî pir qenc î; heke gundiyên te, an xelkê eşîra te birçîne, belengaz in, xaniyên pîs de rûdinin; nezan in, tu mirovekî pir xerab î, di pêşiya Xwedê û milet de, berpirsiyar î; û bizane ko tu ji dizan kêmtir î; ji ber ko diz, diz e; û hew; lê tu xwe dikî mezin û hema xwîn û goştê welatiyên xwe dixwî û vedixwî; û heke te ji xwe pirsî ez bi kêrî çi têm; tu ê bibînî ko tu bi kêrî tiştekî nayî û di nezaniya xwe de, gora kur û neviyên xwe dikolî; û wê demê divê tu hişyar bibî, tobedar bibî; û bibî xulam û xidmetkarê milet û welatê xwe; yê ko ev çend sal in kal û kalikên te bi xwedî kiriye û îro jî te bi xwedî dike..
 Her wekî tu nezan î, û ji destê te tu xebat nayê, tê bibî perîşan û şerpeze; milet ne guhanên çêlekan e; te ewî dot; lê êdî bes e; divê êdî tu bikêrî vî milet û welatî bê).
  Belê wilo ye mîrê min! Te kêm gotiye, zêde negotiye.. Gotinên te bi serê xwe rast in.. Hê jî, em ji ber jana ezezîtî û nezaniyê dinal in.. Hê jî, hewcedariya me bi kesên mîna te heye.. Rehma Xwedê li giyanê te be

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...