Keremo, di sala 1984an de li Bakurê Kurdsitanê, li navçeya Farqînê, ser bi Amed ve, li gundê Cano jidayikbûye, zaroktiya xwe di wê keşûhewayê de, ku rojane tawnên kuştina kesayetiyên Kurd ku xwedêgiravî ji aliyê kesên nenas ve hatine teror kirin qedandiye.
Di temenê 12 salî de, ji ber sitemkariya dewletê malabat wî ji Kurdsitanê bardike û li Stembola Tirkiyê bicihdibin û li wir wek penaberan dijîn. Demekê li Stembol û Enqera xebata siyasî bi Paritiya Gelên Demokrat (HDP) re karkiriye, lê ji sala 2004an ve heta niha xebata xwe di warê hunerî û keltûrî de berdewam dike.
Tu fîlmefestîvala Duhokê çawa dinrxînî?
Li gorî min fîlmefestîval Duhokê ya Navdewletî yek ji festîvalên Kurdî yên herî serkeftî ye, ez wê bilind dinirxînim, ji ber bi dehan welatên cîhanê îro wek welat bi rêya hunermend, û akter û berhêmênerên xwe li vir beşdarin, hejmarek mezin ji akter û derhênerên bi nav û deng li vir in û li fîlmên Kurdî temaşe dikin, ji bilî ku fîlmefestîvala Duhokê bûye qadeke ji fîlm û sînemakarên Kurd re, li vir hemû sînemakarên Kurd hevdu dibînin, û pêwendiyan bi hev re datînin.
Li gorî te fîlmê Kurdî heye?, yan jî sînema Kurdî heye? mebesta min, Kurd sînema wek pêşesazî dinasin û tê de kar dikin?
Di nav çend salên dawî de, ez dikarim bêjim ku çend kes hene wek pêşesazî vî karî dikin, gelek derhênerên Kurd li ser asta cîhanê têne nasîn, û di festîvalên mîna KAN de, di jûreyên dadweriyê de cih digrin wek kekê Seîm Omer û çend kesên din jî, li Bakurê Kurdistanê derhênerênê mîna Kazin Oz, li Başûr kesên wek Hesen Hisên, Huner Selîm û Hişam Zeman, li Rojhilatê Kurdsitanê jî kesên wek Behmen Qubadî û gelek ên din mîna wan. Ez nasnameyekê ji sînema Kurdî re dibînim, lê tiştê heye têrê dike? Helbet na, na têrê nake hîna jî pêwîstiya me bi gelek hunermend û sînemakaran heye, hîna pêdiviya sînemakaran bi sazî û hêzên Kurd heye, ji ber em heta niha bê welatekî serbixwe ne, lewma halê me jî wisa ye.
Tu çanda sînema di nav civata Kurdî de çawa dibînî?
Belê, mirov dikare bêje ku ji destpêka salên 1900 fîlm bi Kurdî hatine çêkirin, wek fîlmê bi navê ZERÊ, lê ji ber herdemê Kurd di nava zext û zordariyan de jiyane, çanda wan, zimanê wan û ew wek mirov bûne armanca asmîlasyonê lewma vê yekê bandor li her tiştê wan kiriye, ji wan jî sînema, bi min sînema Kurdî hîna jî nû ye û bi çarpêkan dimeşe.
Kak Keremo, mebesta min ew e ku sînema di nav civata Kurdî de cîgire gelo?
Na, ji bo ev yek bibe, pêwîstiya me bi dezgeh û saziyên Kurdî heye, herwiha bi kurtî ez dikarim bêjim, ji bo sînema di nav gelê Kurdsitanê de cîgir bibe, divê em jî xwedan welatekî azad û serbixwe bin, wê demê wê wezaret û dezgehên welatê me jî hebin û dê sînema jî têkeve biwarekî din de.
Li gorî şert û mercên hene tu paşeroja sînema Kurdî çawa dibînî?
Di fîlmefestîvala Duhokê de min gelek kurtefîlmên Kurdî dîtin, derhênerê wan kurtefîlman xortên nûhatîne, ez di çavên wan de paşerojeke bironî û geş ji bo sînema Kurdî dibînim, ev ciwan dê bibin paşerojeke ronahî bo sînema û çanda Kurdî.
Wek tu dizanî, roja destpêkirina heftemîn fîlmefestîval Duhok a Navdewletî di heman roja koça dawî ya Yelmaz Guney de (09.09.1984) hatiye destpêkirin, tu çi li ser Yelmaz Guney dibêjî?
Ez dikarim bêjim ku hemû sînemakarên Kurd Guney ji xwe re wek rêber û hostayekî dibînin, rastiya wî jî her ew e, her çend Yelmaz fîlmên xwe bi zimanê Tirkî çêkiribin jî, ji neçarî, lê naveroka hemû fîlmên wî êş û azarên Kurd û Kurdistanê bû.
Ez jî wî wek ronakbîrê vî karî û sînemaya Kurdî dibînim, Guney hostayê hemû sînemakarên Kurd e.
Tu dizanî , çendî kêm be jî, lê niha Kurd xwedan TV, rojname, kovar , radiyo û saytên nêtê ne, tu rola ragihandina Kurdî di gihandina berhemên sînemakarên Kurd çawa dinrxînî?
Çendî ez li ragihandina Kurdî li seranserî Kurdistanê dinerim, ne tenê di qada sînema de, lê belê di giştî qada çand û keltûrê de bi qisûr û kêm xeme. Bi min ragihandina Kurdî di bin sifrê de ye, ew qedir û qîmeta ku pêwîste bidin huner û çanda Kurdî, bi sînema, şano û hemû aliyên hunera Kurdî qet nadin û kêm xemin jî.
Çima ragihandina Kurdî wek tu dibêjî guhdanê bi çand û hunerê nade?
Çima? Bi kurtî ez dikarim bêjim sedem ew e ku, her kenalek, her rojnameyek ser bi partiyekê ve ye, û bi tenê ji bo belavbûna hizr , bîr û baweriyên xwe yên siyasî dixebitin, li nik wan zimanê çand, sînema û folklor pir lawaze. Li gorî min jî ev dibe rêgirî li ber keltura neteweyî li Kurdsitanê.
Tu dizanî dema Kurdek fîlmekî sînema çêdike, astengiyên pêşiya wî ne wek yên xelkên din in, çi astengî tên pêşiya Keremo dema fîlmekî çêdike?
Qada ku ez lê kar dikim pêhtir dêkomênterî ye, di vir de jî zor zehmetî li pêşiya min derdikevin.
Yekem: wek nimûne û ji ber ez bê welat im, erşîfa min nîne ku ez bi hêsanî belgeyan bidestbixim.
Duyem: ew e ku pare di nav destên me de nînin, li dinyayê jibo fîlmekî bi milyonan dolar têne xerckirin, lê li cem me heta em pênc hezar dolar bidestdixin bikezebreşî ye.
Sêyem: di nav çar welatên dagîrker de, tu dixwazî xebatekê bike ji bo Kurd û Kurdistanê, wê demê tu di bin fişara çar welatan de ku bi dijminahî li te dinerin kar dike, wê demê ev mezintirîn pirsgirêke. Wek nimûne li Bakurê Kurdistanê heger ez bixwazim dêkomenterekî li ser dengbêjekî an jî kesayetiyek rewşenbîr çêbikim, sed derî hene ez li wan bidim, ji sedî dê not û neh li min girtî bin, ne ez karim bi azadî kamîreya xwe bikar bînim, hevpeyvînan bikim …hemû karê min kêşe û pirsgirêkin.
Aya Tirk sînema Kurdî dinasin, çawa li fîlmê Kurdî dinerin?
Di nav salên dawî de fîlmên Kurdî ji aliyê Tirkan ve bi astek herî nizm têne dîtin, lê tiştê ku dilê mirov têşîne, ew e ku gelek sînemakarên Tirkiyê bi xwe Kurd in, lê ji bo sînema Tirkî û keltûra wan kar dikin û fîlmên wan jî ji aliyê sedhezaran kes ve têne dîtin, lê ew xizmetê ne ji Kurdan re dikin, wek Yelmaz Erdogan ku bi xwe Kurdê Hekarê ye, di nav sînema Tirkiyê de yek ji sînemakarên herî serkeftî ye, herwiha Mahsûn Qurmizîgul û gelek kesên din.
Peyama te çiye ji wan kesên Kurd ku tenê sînema bi Tirkî çêdikin?
Ez bi kurtî dibêjim ew ti carî xizmeta gelê Kurd nakin, bi tenê xizmeta sînema dewleta Tirkan dikin, heger carekê behsa êş û azarên Kurdan jî bikin,tenê bi şêweyî ye ku têkeve xizmeta îdiyoljiya Tirkiyê de.
Ez gelekî ne bawerim ku ew li vê peyama min guhdarî jî bikin, lê ez ji wan dixwazim ku ew alîkariya sînemakar û sînema Kurdî bikin.
Çi pirojeyên te ji bo paşerojê hene?
Niha di nav destê min de, du belgefîlm hene, nîvco bûne, yek derbarê komkujiya ku di 12ê Befranbara 1980 ku li Qamişlo çêdibe, endamên rêxstina KAWA, ku rêxistineke Bakurê Kurdistanê bû, Tirk wan li malekê tevî xwedanên malê dikujin, bi navê ŞEVA REŞ.
Di destê min de jî belgefîlma SIMÎDFIROŞ heye, ew jî derbarê şanogerekî Kurd e, ji aliyê dewleta Îranê ve têgirtin û tometa terorê pê vedikin, û bi sizaya sêdaredanê tê hikim kirin, piştre tê xuyakirin ku bi tenê ew şanoger e, wî berdidin û niha li Bakurê Kurdistanê ew Simîdê difroşe.
Di vir de ez dixwazim bêjim ku, ji bo belgekirina êş û azarên Kurdan temen têrê nake, ji ber ku di bin her kevirekî, di bin siya her gulek Kurdistanê, di bin her berqefekê, di zikê her şikeftekê, di her çemekî, di binê her zinarekî û rehê darekê de êş û azarên Kurdan hene. Lewma ez dibêjim temenek tenê têra wê yekê nake.
Belgefîlmê te, Humanist ku di pêşberka gelgefîlmên Kurdî ya Heftemîn Fîlmefestîvala Duhok a Navdewletî de beşdar bû çi nameyê dighîne?
Şewket Epozdemir li Bakurê Kurdistanê li Tetwanê, di 25ê Mijdara 1993an de tê şehîdkirin, û dewlet dibêje ku kiryarê vê tawanê nenas e, li Bakurê Kurdistanê 17000 kes wisa hatine şehîd kirin û tawan li dijî kesên ne diyar hatiye tomar kirin. Şewket Epozdemir yek ji wan şehîdan e.
Şewket Epozdemir mirov hez, jîngehez, ajelhez bû, û digot: “Zarokek li ku devera dinayê bigrî, ez dimrim.”
Ez dixwazim nameya Şewket Epozdemir bighînim hemû cîhanê ku Kurd aştîxwaz û mirovhezin.
Sînema ji bo Keremo çiye?
Ez bi xwe bêhtir di qada belgefîlman de kar dikim, ji bo min ne girînge ku ez bibim sînemakrekî bi nav û deng, lê sînema ji bo min ew e ku ez erşîfekî bi fîlman ji bo Kurdan çêkim, wê di paşerojê de gelek sûde jê were wergirtin. Ev wê bibin belgefîlm ji bo neviyên me û wê sûdê di xwendin û xebatên xwe de jê werbigrin.
Dema tu fîlmekî li ser Kurdan çêdikî dê û bavê te çi ji te re dibêjin?
Dema ez diçim karê xwe ji bo çêkirina fîlmekî li ser Kurdan, ez nizanim çawa xwe ji destê dê û bavê xwe xelasdikim. Dê û bavê min ditirsin, ev yek jî ya herî normal e, ji ber her dayik û bavekî Kurd li Bakurê Kurdistanê di bin desthildariya dagîkeriya Tirkan dijî, ji ber mirov dema karekî ji bo kurdîniyê bike, herdemê eger heye ku ew jiyana xwe ji dest bide, were kuştin û piştre jî dewlet bêje kesên nenas wî kuştine?!!!!.