Konê ReşBerî çend rojan ez bi xwediyê wê mamoste Tahir Silêman re axifîm û min pirsa nederketina rojnameya Dîplomatê jê kir.. Wî bi kul û keser li min vegerand; got û biland; ev 17 sal in ku ez vê rojnameyê di weşînim.. Ez navê kurd û Kurdistanê di welatên Qefqasiyayê de bilind dikim.. min gelekî xwe pê re westandiye.. ji male xwe xesirî me.. mixabin ji ber rewşa aborî edî ez nema karim berdewam bikim ku alîkariya min nebe…
Van gotinên wî, Mîr Celadet Bedirxan û weşana wî ji kovara Hawarê re anî bîra. Mîr Celadet Bedirxan jî di heyamê xwe de, dema ku kovara Hawarê li Şamê diweşand, ji ber rewşa aborî, wî çend carekî firaxên mala xwe difrotin da ku hejmareke Hawarê biweşîne…
Bi hêvî me ev ewrê ku di ser weşana rojnameya Dîplomat re derbas dibe zû biferike û hin ji rêxistin û maldarên kurdan bi alîkarî û yarmetiya mamoste Tahir Silêman ve rabin..
Qamişlo 29/8/2019







Şîrove (0)