Vê êvarê

Reşad Şeref

Çira? Vê êvarê ew çira di çavên te de vemiriye?
 ew çira ko min evîna xwe li ber germ dikir
Min digot hemî xweliya dîroka mîdya nikare wan çiriskan jar bike
Ev çi dilsariye çi bêhêvîtiye te li bejna xwe kirî

Bê zar nebe!
Ti tinazan li min neke
Mistek evîn li qada min a stewr werke
Bi zû bejna xwe ji arîn û axan bişû
Xemla buhiştê li ber bejna xweke
Ez hîna li benda te me
Li ser omîd û sozên xwe me
Bi her henaseyê re işqa te vedixum
Bi her henaseyê re rayek di giyanê min de vedijene
Min nekuje!
Tîrên bendewariyê bi min nikarin
Yadgarên te min diparêzin
Vê êvarê emê vêkra rûnin
Rûpela gazindan bi şimakî aza darin
Mûma evînê bi çeqmeqê her du dilan  vêxin
Mebêje dem derenge.. dem payîzek kûviye!
Emê buharek adan xumalkin
Ji nûva jena dil bi yek takin.

19.8.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…