Mêjiyên ku pirsgirêk durist kirine nikarin çareseriya deynin.

Mehmûd Biro

Ji herkesekî re xwiya ye ku tevgera kurd bigiştî di aloziyan ve derbas dibê û pir zehmetî hatine avakirin da ku kes ji kesî hes nekê û kes jî kesî qebûl nekê.
Vê yekê rewşek pir xerab aniye holê. Dibin navê demoqrasîyê de bi dehan partî hatine avakirin, bi dehan sazî yê sivîl hatine avakirin, bi dehan sendîkayên rojnamevanan hatine avakirin, bi dehan hevgirtinên nivîskaran hatine avakirin, bi dehan senterên lêkolînan hatine avakirin, bi dehan saziên mafê mirovan hatine avakirin. Hemû dibêjin armanca me yeke lê mixabin dinava hemiyan de nexweşîyek mezin heye. Hemû jî jihev hes nakin. Hemû hevdû şaş dibînin. Hemû hevdû tewanbar dikin. Bûye nexweşiya ezezî yê ku didawî de dibê penceşêr û mirinê tînê holê.

Ev rewş di behweriya minde bihostayî hatiye durist kirin. Dijminê gelê kurd gelek xebat liser kiriye, û gelk pere liser danîne ku wisa berdewam bimîne.
Ji kurdan jî xelkek heye sûd jivê rewşê werdigrê, û bi cidî berdewamiyê jivê nexweşîye re dixwazin. Jiber ku dibînin ku bercewenda wan dinav de parastî ye.
Gazinca min ya herî mezin jî ji rêberên civata kurde, ew kesên ku kevnarin û civatê birêve dibin.
Dibehweriya minde ev mêjîyên bivî rengî nikarin guhertinan bikin, jiber ku naxwazin.
Herweha ev mêjiyên bivî rengî tenê heyrana kesayetiya xwe û zarokên xwene, û ne heyrana miletê xwe û zarokên feqîr û hejaran e.
Welat, xak û niştiman di ferhenka wan de tenê wek modê ye. Kirine wek dikanekê û jixwere firotinê têde dikin û bazirganiya xwe berdewam dikin.
Daxa herî mezin jî ewe ku bihezaran xort û keçên kurdan xwe canfida dikin û kesên xerab û dijminê doza kurd jî sûdê jê werdigrin.
Heger em tevgera kurd bi du aliyên wê ve bibin, em dibînin ku mêjiyên weha xerabe yên ku rewşa me gihandina vê qûnaxa sext û dijwar di nav herdû aliyan de hene.
Lewma jî ez dibînim ku pêwistiya me bi mêjiyekî nû heye ku karibê çareseriyê peyda bikê.
Mêjîyê nû jî dinav nifşê taze de peyde dibê. Kesên pispor û zana dinav nifşê taze bi sedane.
Êdî bese lazime kû ev kesên kevnar û bercewend perest û nezan xwe bidin alî û rê vekin ji hêza xort û keçn re da ku wext derbas nebê, û bizûtirîn dem karibin vê nexwşiyê jinava civata kurd rakin û amadebûnek baş bikin jiber ku pêşeroja kurdan hêdî hêdî zelal dibê.
Zilhêzên dunyayê bercewendên wan nêzîkî hev dibin li devera me û nêzîk wê bigihin xala hevbeş, û bercewnda me jî liwê xalê dest pê dikê.

Ji 1993 an ve neqşeya rojhilata navîn hatiye guherandin liser kaxezn. Corge. W. bush yê bav ev neqşe daniye. Di 2006 an de dema ku em li Emrîka bûn, dengoyekî mezin bivê pilanê ket dinava yekem kongirê kurdên Rojavayî kurdistanê de li Washington. Di kaxezên Emrîkiyan de hatibû xwiya kirin ku kaxeza herî fêde wê ya kurdan bê, heger kurd rêkbikevin.
Deka em hemû pêkve kar û xebatek bilez bikin jibo rêkftinê. Heger em îro nekin, sibe Emrîka wê bihêlê ku em ne bikêfa xwe bikin. Ne gunehe ku em carekê dijyana xwede bi camêrî û wefadarî karbikin, û bercewenda gel diser her bercewendên din ve bigrin.

FREDRIKSTAD. 06/06/2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…