Helbest u pexşan

HÊVÎ

Mahmod Oso

Ey xwendekar,peyamê nivîsîn.
Ji derdan û axîna dil  derîn
Rola te pêwîste Ji bo zanîn
Pelên zilm û zorê her biçirîn

Hêvî di dilê şagirta …… biçîn
Welatê min bûye jar û xemgîn
Tu nifşên giran çêke Ji bo jîn
Were sîper zimanê me  bixwîn
Bi zanistiyê …. û bi dilsozîn
Hûnê vegerînin,taca ….. zêrîn
Dilê şikestî xweş awaz vebîn
Kurên welat hînbike  ser evîn
Wê xweştir be evîna mem û zîn
Digel dîroka şaristanê  çêbîn
Rola kurda tê da pir girîngbîn
Çopî,lorî û mîdî û  …… horîn
Baban, botan û soran û farqîn
Çiya û zemîn tev de dihezîn
Kawa,rustem û deysem û cangîn
Lê îro mane perîşan û xemgîn
Bin dest û koledar û çelmisîn
Li serê me bombe û çek teqîn
Komkujî û hem birîndar dibîn
Zozan û ararat mayî bixwîn
Binêre li kobanê û ……… afrîn
Tirk, ereb û ecem li hevcivîn
Gund û bajar û însan dişewtîn
Wêran kirin batman û nisêbîn
Dar û ber û gul û rîhan zerbîn
Ma,nebese Ji xewê xwe rakşîn
Dê rabe serxwe, fêrbike zanîn
Tu rêbera gelê kurd dilbirîn
Pîşeya te hînbîn û hem pêkbîn
Ne tenê şûr û çek dijmin dertîn
Pirtûk û pênûs jî tînê mizgîn
Ser rêça kurdaweriyê … şêrîn
Tê pêk bînê azad û …. faraşîn
Li ser dîwarê pêde tîpên xwîn
Şoreşa kurda agirê ……. vejîn
Bi dengê bilind, hawar û qêrîn
Wek min, sîper dakeve ser zemîn
Sînorên nav me bi hêz biqetîn
Bi can polat, çêke hêvî û  ….. vîn
Ji bo Kurdistan û ….. ala rengîn
Mahmod Oso
Sîper

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…