Tiştek bi Şingalê hatiye?! “Tiştek bi şingalê nehatiye, lê tiştek bi me hatiye.”

Idrîs Hiso

Di van rojê dawî de gelekî behsa wê yekê tê kirin ku dewleta terorîstên çekdarên dewleta islamî li Iraq û Şamê(DAIŞ) bidawî hat û bi tenê çend rojin wê ev nûçe bê ragihandin, cîhan çavê wê li nûçeyek wisaye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî çekdarên DAIŞê li gundewarê Dêra Zorê li Sûriyê li gundê Baxoz  dorpêç kirine û kerîdorên mirovî ji bo xelkên sivîl û yên dixwazin ji deverê hilên derkevin vekirine.

Bi hezaran çekdar, jinên daişiyan û zarokên wan dest hildayî jor xwe radestî hêzên navborî dikin û bi barhilgirên guhezitina mer û bizinan ji bo kampan têne veguheztin.
Di encam de rojane nûçe derbarê zarok û jinên kurdên êzidî ku hêşta di destê DAIŞê de dîl mane û jinûve têne rizgar kirin belav dibin.
Di kurte vîdiyoyekê de tê ragihandin ku 11 zarokên Kurdên Êzidî ku li ser destê HSDê hatine rizgarkirin,  dema ku rojnamevan çend pirsan ji wan zarokan dike, yek ji wan dibêje Ma Tiştek Bi Şingalê Hatiye?! Dengê jinekê tê ku ji wan re dibêje: Na tiştek bi Şingalê nehatiye û hemû li hêviya we ne…
Erê kurê min tiştek bi Şingalê nehatiye, lê tiştê bûye bi serê şingaliyan ve hatiye  , Şingal li cihê xwe ye, Şingal wêran e, xanî, mal, gund û gundewarên Şingalê wêran û xabûrin kurê min.
Lê ez ji te re dibêjim Şingal silametî ye, nûavakirina xanî, şeqam û bazaran zor jê re navê, berî niha Duhok, Silêmanî û Hewlêr jî wêran û xabûr bibûn. Di çend mehan de hosteyên Şingalî Karin bajarekî nû avabikin. Xema vê nexwe kurê min.
Lê tiştê bi serê xelkê Şingalê ve hatiye, guherîna di bîr û bawriya Şingaliyan de bûye, kareseta mezin ku 3 hezar jin û zarokên me yên mayî di destê DAIŞê de, û va dewleta terorîstên DAIŞê tê rûxandin jî û hîn çarenivîsa bi hezaran ji wan ne diyare?
Tiştê bûye kurê min ku piştî rizgarkirina Şingalê ji ber berjewendiyên siyasî û bazara li ser sere Êzidiyan, hîna êzidiyên Şingalê nikarin vegerên ser axa xwe. Tiştê bûyî kurê min ku beşek ji êzidiyan jî bi xwe têde beşdarbûn ku piştî bi hezaran qurbanî û piştî bi hezaran şehîd û dîl Şingal careke din ji himbêza Kurdistanê hatiye dûrkirin.
Tiştê bûye û gelek mezine kurê min ew e ku hejmarek xelkên êzidî di wê baweriyê de ne ku ew li dervî Kurdsitnê dê karibin xwedî rûmetek baştir bin, ew dê xwedî azadiyek baştir bin, tiştê herî xirab jî ku dibe kurê min ew e ku êzidî xwe bi neteweyek din ne kurd hesab dikin.
Erê kurê êzdîxan û kurdistanê, tiştek bi serê Şingalê nehatiye, lê tiştê herî mezin bi serê me û şingaliyan ve hatiye.
Gewîlan 28.02.2016 z – Têbînî: Di rojnameya EVRO de hejmar 2540 hatiye belavkirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…