REWŞA ….. ME

MAHMOD  OSO

Were binêre kanî eywan.
Tevde bûne kavil û wêran.

Li cîhanê, em mane vê bext
Derdora me, mane kesên sext

Xwîna kurda her roj bûne bac
Gava me berda serar … û tac

Dijmin ji me kuştin zanawer
Bin destê hova …… û cinawer

Ji we dizîne  …. pênûs û çek
Çar gur li serê te bûne  yek

Berî zayînê bi nav  û deng
Niha  lawaze. Li şer û ceng

Te dane ber nîşan û armanc
Zaz û lor û soran tev kurmanc

Tu bûye lîstika ber desta
Ji bona xwe li te dipirsa

Ev hemî salan hûn xebitîn
Para we dijmin hemî dizîn

Dîrok û kultûr tev guhartin
Li ser şopa xwe hemî hêştin

Ji kurda kes nema beg û mîr
Çav girtin, bon kole û esîr

Em bûne kilav binî lingan
Herin derin xwerin goşt û nan

Birçî û tazî ……… dikavêje
Çerm û hestî ber roj dibrêje

Ji hişên me yên zingar û hişk
Ax me ser xweda da mîna mişk

Ji bona hev em wekî şêrin
Li xebatê mîna qeşmerin

Dest ji dijmin berdan bona hev
Rê li hev girtin bi roj  ….. û şev

Bi dev û lêva  êrîş û riswa
Xwe dan hember hev mîna sega

Bêje çi sûde te dî ez benî
Te em kirin leqloq li binî

Piştî em mîrê cîhanê bûn
Îro ji karê we windabûn

Ji bo tu bimîne sikreter
Bo rûnê ser kursiya mermer

Xulî li te dûvçilkê dijmin
Te bir eywanên welat jimin

Te ez kirim bin dest û xizan
Hêfa serê kurdên candan

Xwîna şehîdan hildaye jor
Zozan û xelat bûye reng sor

Lê dem naçê ezbenî wiha
Ez sîperim bi sed û diha

Ji ban xwe berdim li ser rovî
Nêçîrvanim, rêya  ……. azadî

Ji bo welatê xwe dibazim
Doza serfirazî dixwazim

Dîsa ezê bibim mîr û mahîr
Li welat bibin sîperê …. jîr

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…