Amarên salekê ji binpêkirinên dermafêrojnamevanan li herêmên kurdî

Kiryarên kuştina rojnamevanan li Sûriyayê diyar kirin, ku tundûtûjiya ji sala 2011ê ve berdewame, dijwariya wê ya zor ne tenê li ser peyamnêr û rojnamevanan, lê li gor nakokiyê bandora xwe li ser welatiyan jî heye, sedema piraniya çeperên şer û hemehengiyên “bi guman” di navbera girûpên çekdar û aliyên piştgirên wan; yên cîhanî yan herêmî. Lewra em dikarin Sûriyayê weke Dewletek gûr binavbikin, ku metirsiyeke giran li ser jiyana rojnamevanandi guhestina rûdanên ji çeperên şer dike, li gel destdirêjiyên hêzên çekdar li alavên ragihandinê û peyamnêran; ji ber vê jî hîn Sûriya ji herêmên herî metirsîdar, ji sala 2012an ve, li gor raportên hemî rêxistinên navnetewî diyar dibe.
Yekîtiya Rojnamevanên Kurdên Sûriyayê berdewame dikarê belgekirina binpêkirinên dijî rojnamevanan de.Komîta belgekirinê di raporta xweya  vê sala,2018ê de û di astê danberhevkirina rewşa rojnamevanan li hemî herêmên welêt, gihişte encamên metirsîdaran piştî bûyerên, kuştina bi dehên rojnamevanan.Hin ji wan dibin işkecê de li zindanên rêjîmê, û hinên din ku bûne armanca gulleyên milîsên rikeberû rêxistinên tundrew bi taybetî Bereya Elnûsrra û rêxistina dewleta Îslamî li Îraq û Şam (DA`IŞ), yan jî di herêmên rêveberiya xweser û Kantonên wê de.Piraniya van aliyan li gor yasayên xwe, maf didin çekdarên xwe, ku tundûtûjiyê li dijî rojnamevanan bikarbînin û wan bikin zindanan de, carcarnan digihe kûştinê, wek ku îsal hevkarên me rojnamevan Ra`id Elfaris û wênegir Hemûd Cinêd li bajarê Kefir Nubilê, di operesyoneke nehênî de, hatin kuştin.
Ya herî balkêş ew e ku kesên tawanbar nayên dadgehkirin û gunehbarkirin, yan jî vepirsîn bi wan nabe û bi demê re ew binpêkirin li dijî rojnamevanan tên jibîrkirin, bê ku tu encamanên wan bûyeran eşkere bibin û dilxweşiyekê bide rojnamevanan û dezgehên wan.

Gelek rojnamevan gef, bi şêweyên curbecur li wan hatine kirin; lewra komîta belgekirinê di YRKSê de ji roja damezrandina xwe ve wek sazî, kar li ser dokumetekirin û belgekirina hemî cur û hoyên binpêkirinê, li dijî rojnamevanan dike.
Ev şêweyê li cem me têne belgekirin, li gor baweriya me evin: (kuştin, gef, derbederkirin, dûrxistina ji kar, lêdan, işkence, penekirin ji kar, rawestandina neyaysayî ji kar, êrîşên li ser rojnamevanan di dezgehên ragehandinê de û di dawî de destdirêjiyên li ser rojnamevan û stendina amûrên ragihandinê“ Kamîra TV, wêneyan „).
 
YRKSê di vê salê de 30 bûyerên binpêkirinan , di herêmên kurdî de, yên dibin desthilatdariya Rêveberiya Xweser ya Demukratîk, ya ku tête bi navkirin herêmên bakurî rojhilatî Sûriyayê dokumente kirine.Ev binpêkirinên dijwarbûn li dijî azadiya karê ragihandinê û nerînên cuda-cuda. Yekîtiya Rojnamevanên Kurd Sûriyayê li yasya karê ragihandinê bi hemî kêmasiyên wê ve, gihişte baweriyê ku ew yasa bi xwe jî bicî nayê kirin, ji ber wê astengî û pirsgirêk li pêş dezgeh û peyamnêran dijwartir dibin, êdî nikarin rastiya bûyer û nûçeyan biguhezên, pêre jî dikevin cihê gunehbariyê dema ku hin agahiyandiweşînin.
Li wir YRKS ji encûmena ragihandinê ya rêveberiya xweser dixwaze ku arîkarbe di belgekirina lehevkirinên rojnamevanan bi dezgehên ragihandinê re, ku karibe mafên wan di dema berdana wan ji kar bi awayekî ne yasayî, yan jî girtina dezgehên wan bi mehna ne gihiştina arîkariyan yan sedemên dinbiparêze.

Komîta belgekirina binpêkirinan di YRKS, bang hemîaliyên têkildar li herêmên bakurî rojhilatî Sûriyayêdike, ku alîkarû beşdarbin di danîna rêçaxêzeke diyar li dijî bikaranîna tendûtûjiyê li dijî mafê rojnamevanan, ji bo pêkanîna asoyên aram û baş ji rojnamevanan re û yasayek azadiyaragihandinê durist, ku hemî rêkxistinên navnetewî li ser kar dikin, nemaze peyamhinêrên bê Sînor û Yekîtiya Rojnamevanên Navnetewî.

Di jêr de, evin binpêkirinên evê salê:

Bûyerên kuştinê:

1. 23.01.2018, kuştina hevkar Tolhildan Welat, endama navenda ragihandinê ya YPGê, di dema ku bûyerên şer li dijî leşkerên Turkiyayê û leşkerê Sûriya yê Azad li gundê Qestel-Cindo di guhestin.
.
2. 29.01.2018, kuştina Ismaîl Xelîl, endamê navenda HSDê.
3. 13.09.2018, kuştina hevkarê me Ebdulrehîm Yûsiv, ku bû armanca gulleyeke nenas.

Bûyerên bi işkencê û lêdanê

1.  Çalakvanê ragihandinê Omer Yûsiv Çîço (yê naskirî bi navê: Omer Elşemalî- Ebû Elebid), ji aliyê hêza Ahrar Elşam hat girtin di meha Nîsanê 2018, û ewê girûpê Omer işkencekir û rastî lêxistinê li bakurê Helebêbû.

Rûdanên girtinê û vepirsîna demkî û berdewam:

1. 01.04.2018, girtina rojnamevana fotogirafî Dilşan Qere Çolî ji bingeha karê wê li bajarê Efrînê, ji aliyê milîsên Îslamîk yên bi navê Sultan Mûrad, paşê ew veguhistina herêma Izazê li navenda berpirsên (Duri,i Elfûrat).
2. 05.04.2018, girtina Dr Ebdulmecîd Şêxo( Serokê beşê Ragihandinê di Danîşgeha Efrîn) ji nayên girûpa (Ehrar Elşerqiyê) ya dibin sîbera kiryarên (Duri3 Elfûrat) de, ku baskên leşkeriyên yên Hevbenda Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikeberiya Sûriyê, ya ku hevkarên leşkerên Turkiyayê ne di dagîrkirina bajarê Efrînê.
3.  Girtina Çalakvanê ragihandinê Leys Elebdulah ji aliyê Girûpa Elhemza ya ku ji baskên Leşkerê Sûriyê yê Azad, di meha Temûzê de, li bajarê Efrînê bakurî bajarê Helebê, bi sedema ku nûçeyên rewşa bajêr vediguhest.
4.  Girtina rojnamevan Îsam Ebas ji aliyê Lîwa Elşemal (Ku hêzeke Diri3 Elfûrat) li nêzîkî bajarê Minbicê bakurî rojhilatî Helebê, di dema ku dixwest raportekê amadebike li ser rewşên bajar.
5. Girtina rojnamevan Kanîwar Xelef ji aliyê Lîwa Elşemal (Ku hêzeke Diri3 Elfûrat) li nêzîkî bajarê Minbicê bakurî rojhilatî Helebê, di dema ku dixwest raportekê amadebike li ser rewşên bajar.
6.  Girtina rojnamevan Ridwan Xelîl ji aliyê Lîwa Elşemal (Ku hêzeke Diri3 Elfûrat) li nêzîkî bajarê Minbicê bakurî rojhilatî Helebê, di dema ku dixwest raportekê amadebike li ser rewşên bajar.
7.  Rojnamevan Heybar Osman (peymhinêrê Kanal Elhurre) bû armanca gulleyên çekdarên Lîwa Elşemal baskê hêzên Dir‘i Elfûrat.
8.  Reva neçar ya rojnamevan Fedwa Hemo, piştî gefên milîsên çekdar li Efrînê ku jiyana wê kete bin metirsiyê de.
9.  Reva neçar ya rojnamevan Cîhad Ebdo, piştî gefên milîsên çekdar li Efrînê ku jiyana wê kete metirsiyê de.
10.  Reva neçar ya rojnamevan Roj Mûsa piştî gefeyên girûpên çekdar li Efrîn û gundewarên wê.
11. Reva neçar ya rojnamevan Newroz Reşo piştî gefeyên girûpên çekdar li Efrîn û gundewarên wê.

Birîdarbûna rojnamevan:

1. Qadir Egîd bi gulleyeke nenas, rêvebirê cîbecîkirinê di Toreya Bûyer Press ya ragihandinê, di dema ku ewî ahengiyên sersala nuh di 01.01.2018ê diguhestin.
2. Zekeriya Şêxo, 23.01.2018, peyamhinêrê Kanala Ronahî, di guhestina bûyerên bajarê Raco di dema şerê Efrînê.
3. Aras Meisûm 29.01.2018, endama ragihandina YPJ di şerê di navbera Hêzên Sûriya Dîmuqrat (HSD) û leşkerê Turkiyê û Bereya Elnûsra de.
4. Windabûna rojnamevan Ehmed ŞefîBilal di nav hêzên çekdar yên dagîrkerên Efrînê de.
5. Rawestandina karê Ajensa (STEP NEWS) û Peyamhinêrên wê li bajarê Efrînê û gundewarên wê,  ya naskirî bi navê (Elxetwe), bi biryara Polîsên leşkerî di meha Tebaxê de, ji aliyê kimîteya wê ya ragihandinê ve
6. Girtina rojnamevan Omer Kalo (bêjerêBultena nûçeyan di Kanala Rûdawê de), di 25.08.2018 li ser rêgirekke hêza parastina leşkerî yên rêjîma Sûriyê li ser rêya Helebê.
7. Girtina rojnamevan Ehmed Sofî, peyamhinêrê Bernameya ARK di Kanala ZAGROS  de,di 22.10.2018ê de, li ser rêya gundê Bane Qesrê – Dêrik.
8. Birîdarbûna rojnamevan Gulîstan Mihemed, karmenda dezgeha (HAWAR), di 02.11.2018, ku bû armanca gulleyên leşkerên Turkiyayê li ser sînor nêzîkî bajarê Girê Spî.
9.  Birîdarbûna rojnamevan Birahîm Ehmed, di 02.11.2018, ku bû armanca gulleyên leşkerên Turkiyayê li ser sînor nêzîkî bajarê Girê Spî.
10. Xelasiya rojnamevanEkrem Salih, peyamhinêrê Kurdistan24 di 12.12.2018 ji teqîna Otomobîleke Pombekirî ku ya Rêxistina Dewleta Îslamîbû, di dema guhestina bûyerên şer li gundê Hecîn yê li barêzgeha Dêrazorê.
11.  Xelasiya rojnamevan Heysem Hesen, wênegirê Kurdistan24, di 12.12.2018 ji teqîna Otomobîleke Pombekirî ku ya Rêxistina Dewleta Îslamî bû, di dema guhestina rûdanên şer di navbera HSD û DA`IŞê de li gundê (Hecîn) yê li barêzgeha Dêrazorê.

Bi dilxemgîniyek giran Yekîtiya Rojnamevanên Kurdên Sûriyayê diyar dike, ku dibe 5 sal li nediyarbûna çarenûsa rojnamevan Ferhad Hemo, peyamhinêrê RÛDAW, û piştî ketina terorên DA`IŞê li Parêzgehên Reqa û Mûsilê, mixabin hîn jî hevkarê me Ferhad Hemo ji 15.12.2014 windaye.

Li gor raportên me di YRKSê de, diyare ku rêjeya binpêkirin û tundûtûjiyêder mafê rojnamevanan sal bi sal bilindtir bûye di van sê salên dawî de; xuyabû ku di sala 2016ê rêjeya binpêkirinê bi bilndiyeke berçav bû, ku gihişt 18 binpêkirinan; di sala 2017ê bû 27 rûdan; ya herî balkêş ku îsal 2018ê gihişte 31bûyeran, ku ev rêjeya herî bilindbû ji destpêka bûyerên Sûriyayê ve:
 
Ev hejmarên binpêkirinan eşkere dikin, ku hemî aliyên têkildar di aloziya Sûriyê de, çi yên xwecihî, herêmî, yan jî cîhanî, nemaze Turkiyê, binpêkirinên giran kirine,  ku berovajî yasa û rewiştên rêzgirtina azadiya rojnamegeriyêye; Di gel wê jî giring eRêveberiya Xweser bibe alîkar û rêzê ji peyman,rêmayên û rêkeftinên navnetewî, yên ku ji bo azadî û parastina rojnamevanan û dezgehên ragihandinê di herêmên di bin desthilatdariya wê debigire.

YRKS, Saziyeyeke birêxistî ya ragihandinê serbixwe ye, endamên wê li hundir û derveyî welat hene.

YRKS, di 10.03.2012, li bajarê Qamişlo,piştî guftûgoyan di navbera komek ji rojnamevanên kurd, yên ku ji Kulêja ragihandinê ya Şamêderçûne û Dîploma xwe wergirtin,hatiye damezrandin.
Armanc ji damezirandina vê saziyê ew e, pêşvebirina ragihandina kurdî bi taybetî û ya Sûrî bi giştî ye.
Bi giştî; YRKS, di raporta xwe ya salane de, ji agehiyên endamên xwe piştraste, ku endamê wê li hemî herêman heneû raportên ku tên belavkirin di alavên ragihandina xwecihî de, di dema binpêkirin dibe, pêre jî komîta çavdêr xwe dighîne  rojnamevanên ku tundûtûjî li wan hatiye kirin û guftûgoya bi wan re dike, piştî geriyan û lêpirsîna rastiyê çavkaniya jêderên xwe dike.

Komîta cîbecîker ya Yekîtiya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê

Qamişlo 01.01.2019

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…