Maseya Gengeşe û Pêzanînan

Li Kreis Schleswig-Flensburg 04.12.2018 Maseyeke Pêzanînan û gengeşekirina hin Mijaran ji hêla komeke Jinên Kurdistanî, Îraqî, Îranî, Tirkî, Sûrî û Efxanî ve digel Karmendên Fermanberiya Herêma Schleswig –Flensburg hate lidar xistin.
Jinên amadebûyî li Beşên Fermanberiya Koçber û Biyaniyan ‘’Ausländerbehörde‘‘ û ya Tevlêbûna Xwecihî ‘’Regionale Integration‘‘ Seredan kirin û ji aliyê Karmendên her Beşekî ve ode bi ode hatin pêşwazîkirin, her yekê/î jî Karê Nivîsgeha xwe ji wan re şirove kir…
Piraniya Gengeşeyê li ser Mafê Penaberiyê ya Parastina Demkî û her wesa Paşeroja Penaberên bêmaf ji wergirtina Mafê rûnishtinê li Welatê Elmanyayê bû, têgehan jî ta radeyekê baş bû, eger yekcarina pêdiviya wan wergerandinê hebû ew jî bi alîkarî dihate çareserkirin.
Danûstandin erênî bû û hemûyan bi dilxweşî şiroveyên karmendan guhdarî kirin û wisa çalakiyê amanca xwe bicih anî.
Birêveberê Fermanberiya Koçber û Biyaniyan Ausländerbehörde – Kreis Schleswig-Flensburg- birêz Reiner Stiemcke ew jî amade bû û xêrhatinan mêvanan kir.
Amanc ji evê çalakiyê ko dema yek biçe Fermanberiyeke wisa giring gerek zanibe çi dixwaze û li kû dê karibe Kar an pirsgirêka xwe çareser bike, bi giştî ronahiyek li ser Karê Fermanberiya Koçberan ‘’Ausländerbehörde‘‘ û ya Tevlêbûna Xwecihî ‘‘Regionale Integration‘‘ bû…
Têbînî: Girûpa Kurdan Çalakî birêve dibir.
05.12.2018
Ezîz Xemcivîn

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...