Li bende me û Yekîtî … du helbest


Li bende me

Bavê helbest
Helbestvan-98@hotmail.com
   
Li bende me li bende me
Ez li dendî yara xwe me
Civa daye divê were

Çawa nayê li bende me
Li bende li ser Agirim
Diçim û têm xwe na girim
Hawêr xwe hawêr dinerim
çepka didim bê guh bidim
cav li rê ne li hiş xweme
civan daye li bende
cav li rê dûr dûr dinerim
li hêviyê bi bask û perim
gelo nayê çima nehat
nikam bê wê ji vir herim
nabe neyê wê niha bê
nake derwa ez bawerim
nizam wê ji kûve hilê
hawêr berê xwe dighurim
buhare li me xweş deme
civa daye li bende me
xum xuma çem û kaniya
xwiş xwişa van darê biya
deştek rast di alî çiya
şîne têd hezar reng giya
gul buhar qawan û nêrgiz
xak bi xemle nake xwiya
hidik maye li min hilê
heyva çarde li bêriya
jêre saxim jêre heme
civan daye li bende me
bîn dikim bîna surgula
dengê şalûl û bilbila
avdare çi xweş buhare
hawêr avê darê zila
ker neyê şa nabim ti car
dil wê bibe warê kula
divê bê hişyare Dîlber
ew nakuje herdû dila
ji can û dil ez pêre me
civan daye li bende me
hat….. hat û hat gava hilat
cav pê ketin ji wêde hat
çok ji kestin hêsrê mi hat
weke Ava çemê ferat
dil rikrikî nekir tebat
xwîn hew gerya ne çû û ne hat
qîrîn ji min  çû bi şewat
vaye hat va dosta mi hat
rastiye yan di xew deme
eva go tê li bende me
ketin hevde ev gul û dar
tev jêre pişt bûm xûz û xwar
gul ji ser şaxa hatin xwar
xwel rê raxistin wa bi xar
Av rawestya hew herikî
Li ber pê rast bûn kaş û car
Çiya li çiya kir gazî
Emê çikin çiye beryar
Rastiye ne di xew de me
Eva go tê li bende me
Dest fireh ez çûm pêşiyê
Geh bi lez û geh bi bazdan
Gava em herdû gihan hev
Hejya Erd û her heft Ezman
Ro zerbû dîrok li paş ma
Hawêr me bû mij û dûman
Mem û Zîn ji gorê rabûn
Herdû bi ser hevde giryan
Rastiye ne di xew de me
Ev şêrîne li bende me

…………………………..
……………………
……………
…….

.

qamişlo 1991

***********
Yekîtî

Yekîtî serketine
Serbilindî pêşketine
Doz û daxwaza mine
Riya xebata mine
Yekîtî serketine
Neyar zane û zore
Çav vekirî ne kore
Bi leşker û abore
Dostê wî li hawîr dore
Belakirna min xwestine
Yekîtî ser ketine
Bi hevre em di rêde
Gav li pêşin nayên paş
Yeka yeka ji hev ketî
Yek li pêşe do li paş
Yeka yeka ketine
Yekîtî serketine
Dijmin yeke
Milet yeke
Welat yeke
Çima ji hev dûr ketine
Riya rastî me di
Em milet
Emin jêre xwedî
Ev milet
Doza me yekîtî
Em milet
Yeka yeka ketine
Yekîtî ser ketine

****************

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…