Pirtûka Nalîna Darên Zêtûnê

Ji danera Mihemed Qere Hesen dikeve ser gencîna rewşenbîriya kurdî.
Li ber êş û jana kal, pîr, zarok û jinên xelkê Efrînê ji ber serma, birçîbûn çûk û mezinan û nalna wan ezman û zemîn tijî dikirin, lê mixabin çavên mirovatiyê kûr bûbûn û guhên xwe jî ker bûbûn. Dima ku berjewendiyên konevanî ew bûne pêwir û pîvan, li ber lingên wan jar dinalin digazin.
Pirtûka nalîna darên zêtûn bi kurteçêrokên xwe ji kûraniya janên wan hatiye, bi êşên wan re diqêre û bi xem û hêviyên wan re dijî û hulm dide.
Wek nivîskar Mihemed Qere Hesen bi min re gotiye: Min nikanî tutişt bi kira bes bi herikîna bêzariya çemê Efrînê re dimeşîm û min dilopên hêstirên masiyên wê biref dikirin.
Pirtûk ji bîst û pênc kurteçêrokan pêk tê û ji sed û deh û du rûpelên navîn çêbûye. Saziya Sersera bi rêvebira Dr. Beşar Mistefa ew çapkiriye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…