Ji danera Mihemed Qere Hesen dikeve ser gencîna rewşenbîriya kurdî.Li ber êş û jana kal, pîr, zarok û jinên xelkê Efrînê ji ber serma, birçîbûn çûk û mezinan û nalna wan ezman û zemîn tijî dikirin, lê mixabin çavên mirovatiyê kûr bûbûn û guhên xwe jî ker bûbûn. Dima ku berjewendiyên konevanî ew bûne pêwir û pîvan, li ber lingên wan jar dinalin digazin.
Pirtûka nalîna darên zêtûn bi kurteçêrokên xwe ji kûraniya janên wan hatiye, bi êşên wan re diqêre û bi xem û hêviyên wan re dijî û hulm dide.
Pirtûk ji bîst û pênc kurteçêrokan pêk tê û ji sed û deh û du rûpelên navîn çêbûye. Saziya Sersera bi rêvebira Dr. Beşar Mistefa ew çapkiriye.

Şîrove (0)