Durustmanî çi ye?

Bavê Zozanê

Hevrêziya Durustmaniyê li ser ziman, felsefe û çandê dixebite.

Berê min li yê da mi rê
Durustmanî namirê
Hemî dana xodha ye
Dana wî ya biha ye
Yê durust be giha ye
Şahiya her ciha ye
Xodha bide me gavê
Cihê bi xweş silavê
Hilda ala me şadî
Li herdu pêlên tavê
 
Durustmanî çi ye?
 
Durustmanî berî her tiştî “endêşa azad” e, dixwaze xurista baş vekolîn û serhevde bike, baş wê bixwîne da karibe wê bixe bin destê xwe de, karibe sûdê jê bibîne, ji xwe hemû dewletên mezin jî ev rêbaz girtin, lewma karîbûn bigihin ser heyvê.
Durustmanî nabêje bi tena xwe rabe, wisa qebûl nake, dibêje ez û te bi hev re em ê rabin, dibêje ji te cagir û pêre jî agir, ji xwe agir ruhnî ye, germbûn e, pêdîtin û hêz e.
Karê Durustmaniyê lêkolîn e, lêgerîn e, rastkirin e, serwextkirin e, dibêje ku mejiyê gel heye divê were bi karanîn, durustmanî tiştê hazir û amade naxwaze.
Dijmin çanda xwe ya çewt û derew di mejiyê me yî jor de lîstandiye, em birine cîhaneke din ku ne war û cihê me Kurda ye, durustmanî ji bo vê zirgoyê çareser bike çêbûye.
Divê em ji zarokê dest pê bikin. Divê em baweriyên xwe biguhêrin, zarok wek şiva terr e, divê em wî hînî rêverok û rîtman bikin yên felsefa xuristê, felsefa Zerdeşt ya aşamaniye, ji ber eger şiva wî bê harmonî hate avdan wê xwar û hişk bibe, lewma ev malxirabiyeke mezin e. Nema ew şiv tê rastkirin.
Bêguman zimannas û Dr. Homend Hadar -Feydellah Xiznewî- di vî warî de gavên mezin û keleheke asê ava dike bi alîkariya grûpa xwe ya ku hatiye naskirin bi nave “Hevrêziya Durustmaniyê” ku ewqasî jî endamên grûpê pêre hevpar in.
Durustmanî li ser ziman û felsefe û çandê dixebite, gotinên jibîrkirî yan yên ku cihê wan vala ne di goşana Kurdî de yan jî evên nû yên vê serdemê, doktorê hêja wan çêdike, wek mînaka silava Kurdî.
Silav wek hallo yan selamûeleykum yan merheba li cem me Kurdan nîne, wî li şûna merheba “Hoben” çêkir, silavek xweş û nazik e, ku ji du kîtan pêk tê, ji du parçan: Ho + Ben. Ho ji xwe hijêkirin e, hezkirin e, eşq e, evîn e, ji mêj ve em wê bi kar tînin wek: Ho+zan dibe hozan, herwiha ho+gir dibe hogir. Ho+şeng dibe hoşeng û hwd. Ben jî em tev dizanin ku ben çi ye, benê hebanê ye, benê dergûşê ye, benê girêdanê ye. Wek encam “Hoben” dibe girêdana evînê, ma çi jê xweştir heye.
Hoben hemî… Ji saxlemî… Li her demî… bi yek şemî
Hoben al e… Behar sal e… Pîl û pal e… Berî mal e
Hoben can e… Ben û ban e… Vîn û van e.. Berî nan e
Dr. Homend Hadar di vî warî de pir têddiyo yan jî xelek yan jî Rûhevbîn li ser rûpela xwe ya Facebookê pêşkêş kirine. Wisa jî heta niha 21 xelek jî wek lojîk bo miletê xwe weşandiye qene zû milet ji derewên kiraskirî dûr bike.
Dr. Homend dibêje: Durustman serê pengê dibînin, ji rastkirina zimanê xwe dest pê dikin, li gor navikê nav çêdikin, yên berê şaş hatibin danîn wan rast dikin.
Hiş aş e mû dibirê
Ji ber xwe nazîvirê
Ew hiş pêlê didê firê
Xwe dikê weke pirê
Dide naskirin sirê
Yê bide ser vê pirê
Wê beheşta rast kirê
Rêbaza durustmaniyê
Helbet “Durustmanî” bê plan û çavgirtî xwe bi rêve nabe ew jî wek saziyeke nû xwedî armanc û rêbaz e ku li ser van hejmaran ava dibe:
1. Ber rastkirin ku divê em zanibin ku dijmin hevdaz û qubleta me guhartiye, wisa jî çand û folklora me, pêre jî cîhana me bi tevayî. Tu çawa birame ne xem e, lê çênabe derew tevî şûva durustmaniyê bibe.
2. Zanîn: Ji xwe ew bi xwe wê firoyê taze di zozanê durustmaniyê de bimeyîne.
3. Ekonomî: Ji xwe duya ser zêr û zanînê ava bûye.
Rêverok û rîtma durustmaniyê
Bi rastî Dr. Homend Hadar pir rîtmên delal û ciwan û nazik çêkirine, nemaze ji bo zarokan û ji bo gelek tiştên din wek:
– Di pişkandinê de: Yê bipişke wê bêje hemî dana Xodha ye. Yê hember wê bêje: War bi şahî şîn be. Bersiv: Ji Xodha xweş gihîn be.
– Di konê şîniyê de:
    Mirin tal û şîrîn e tu gunehê wê      nîne
    Yê em dane bê kîn e çi da çi bir       yên wî ne
    Xodha cihê wî xweş kê li cem           xwe wî nuh teşkê
     Ew bi dana xwe ya pir dide her       mirovê mir
    Beheşta ku wî çêkir dûr ji                daxdana êgir
– Ji bo mizgêniya zaroka nû çêbûyî:
    Va çav dît gotina guh    gihîn        şad zarowa nuh
      Durustman çêtir ji duh    mizgînvan in bira û xuh
– Ji bo xwarinê:
  Xodha didê evîtî     ji me divê xwedîtî
  Ji axê çêdikê can    dihozê yê durustman
   Xodhawo xwarinê xweş  li me bike hişê geş
Dawî
Ji xwe em hîn di destpêkê de ne, lê stêra durustmaniyê her wê geştir bibe di rojên bê de ji ber ku durustmanî li ser erehûn û ligoçîkê û aşûngê hêdî hêdî tûmên xwe li ser tîrêjên horê ku davêjê pencerê radixe.

Nîşe:
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…