Helbest u Vidyo

Lîlav di jiyana helbestvanekî de

Lewend Dalînî
…Diyarî Dildar ê Aştî di şûna dilxweşîyeke dereng …

Deng û basê nameya qederê
Rûçikê xwey zikreş û bi kîn di ramanê te de
Weke xewneke jyan kuj hişt…
Dîmenê jiyanê li pêşberî te,
reş reng kir û livandina xameya te di cih de
gem û lal ma!?

Lîlav weke rîhaneke bihnûk hîna ji mêjve
di pencera xanîyê xwey axî de,
Bi rojane te av dida
Û li ser hilma bîna wê a rewan
Tû dijiya
Di temenê xwey zarokane,
Li besta Navkur û çirkîn ê
bi xalxalok û giyakê sêvan re,
û bazdana li pey şopa sawîrê hêvîyên şêrîn,
We di lîst …lîstika ..çav girtînk ê û a yadê yabo Xezalê..
bi hevre hûn mezin dibûn?
Bawerî yê bi wê nama derewîn neyne?
Ji xewna çep û rat ê xilmaşiya xwe rizgar bibe?
Lîlav di buhişteke bi gul û endekû,
Tabloyeke zindî ye
Û firişt şûnpêyên wê di şopînin….
Were da em li goristana pakrewanan,
Şemalekê jê re vêxin?
Û nasnemeya dergehê buhişta wê
Belû bikin…

Lişbona,  Portugal 2018

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…