Rojên Cand û Hunera Kurd

Li paytexta Avusturyayê Viyanayê Rojên Çand û Hunera Kurdî ku ji aliyê Komkar ve têne organîzekirin dest pê kirin. Rojên çanda kurdî di navbera 20-22 ê mehê de li dar in û gelek çalakiyên hunerî pêk tên.
Rojên Çand û Hunera Kurdî, bi gotina Serokê Odeya Kar li Viyanayê Herbert Tumpel dest pê kir. Tumpel kêfxweşiya xwe anî ziman ku kultura kurdan li viyannayê tê pêşkêşkirin û wî kêfxweşiya xwe ji bo dîtina nivîskar û pirtûkên kurdî anî ziman.
Her wiha Koma Berfîn ya muzîkê jî çend stranên kurdî (kurmancî, zazakî) pêşkêş kir.
Çalakî, di 21 ê mehê de dê bi hin semînerên bi zimanê tirkî, ku yek ji wan yek li ser pirsa elewî û siyasetê pêk bê. Di vê semînerê nivîskar Mehmet Bayrak dê wekî axifger beşdar bibe.
Her wiha Jan Dost, Kemal Burkay û Husên Xaliqî jî wê li ser wêjeya kurdî giftûgo bikin.
Her wiha konsera hinek hunermendên kurd mîna Fehed Elî, Zuhêr Cemîl dê pêk bê.
Roja dawî, 22 ê mehê de jî Jan Dost û Mistefa Emîr bi xwendina helbest û hin parçe ji berhemên xwe dê beşdarî Rojên Çand û Hunera Kurdî bibin. Helbestvan Seher Çakir, Kiymet Aslan jî helbestên xwe yên bi tirkî dixwînin, Kemal Burkay jî wê li ser pirsa wêje û ziman semînerekê pêşkêş bike.
Di van her sê rojan de jî sêyemîn pêşangeha pirtûkên kurdî li dardikeve. Resamê navdar ê kurd Umer Hemdî (Malva) jî beşdarî van çalakiyan dibe.
 

Ev roj ji hêla kurdên penaber li Avusturyayê bi coşeke mezin  pêşwazî lê tê kirin. Partiya Azadî li Sûriye jî beşdarî organîzekirina van rojên wêjeyî dibe.

 

  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…