Ey dilê min….

Şêrzad zeynelabidîn
 
Ey dilê min
Çavên te derya hizrane
Her bi êk dîtin
Dil ji min bir kir talane
Bişkurrîna li ser lêvên  te
Hizar û êk pirs jê dibarin
Berperrê kul û xemane
Ji cadogeriya Monalîza
Wêvetire
Ka çi pirse çi ramane ?
Êşa milletekê jêr dest
Dê jê rakem jê helînim
Hawara Ehmed ê Xan î
Dê vejînim
Ji ewê mêwê
Nemamekê Bo paşerojê
Dê çînim
Ne falçî me
Lê rastiyê dibînim
Bişkurrîna li ser dêmê te
Pertûkeka vekiri ye
Rêz bi rêz dê vedem
Xûnim
Dirrk û dala
Ji asmanê jîna te
Dê derkem
Rateqînim
Piştî van
Ewr û bahoza
Piştî gerdelol û toza
Rojeka geş
Her dê înim
Eger na ma boçiye
Ez bijîm
An ez bimînim .
05/11/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...