Bi Saya Teyrê Baz Em Dibin Xwediyên Xaka Xwe

Konê
Reş
 
  Ezbenî! Kes nikare çavên teyrê Baz girêde..!
Kes nikare ronahiya di çavên wî de bitemirîne.. Qet û qet basko nabe.. Her û
her azadî armanca wî ye.. Serxwebûn hêviya wî ye.. Çiyayên bilind mala wî ye..
Daxwaza wî ku, ewrên bi baranê avis di ser welatiyên wî re bibarin.. Xak û niştimaniya
welatiyên wî talan nebe..
  Ezbenî! Ewên ku li daholê dixînin, bîr nabin ku teyrê Baz bi şêweyê xwe bersiva welatiyên xwe vedigerêne û dibêje; welatiyên min di welatê xwe de ne mêvanên rûmetê ne, ew xwediyên xaka welatê xwe ne û eger hûn bawer nekin ji xakê bipirsin?!
  Ezbenî! Pêwîste em mukur bên û bêjin; niha em di rojên dijwar û dîrokî re derbas dibin.. Berê jî, em di gelek rojên cetin û dijwar re derbas bûne û darên daristanên me, bi saya teyrên Baz şipya man û nehatin tewandin..
  Ezbenî! Bawer bike xak diaxife! Xak û teyrê Baz bi hev re diaxifin..! Ji ber ku bi hev re hatine hunandin..! Yek hêza xwe ji asmanê jorî û yek hêza xwe ji welatiyên dilsoz û birûmet distîne û bi pîrozkirina Yezdan Kurdistan ava dibe.. Kurdistanek aram, hêmen, demokrat ava dibe.. Kurdistanek ku (Mîh û gur têde bi hev re biçîrin..!).
  Erê ezbenî! Bi saya teyrê Baz û welatiyên wefadar û dilsoz, êdî nema em mêvanên rûmetê ne di welatê xwe de, em xwediyên xaka welatê xwe ne..
Qamişlo, 09/10/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…

Di / 31 / 10 / 2004an de xebatkarê hêja û helbestvanê ciwan heval (Ferhad Çelebî) Endamê komîta navendî ya partiya me bi bûyereke tirafîkê ew û Du birayên xwe koça dawî kirin.

Hevalê Ferhad helbestvan , çêroknivîs û rojnamevanekî çalak bû , bi dirêjahiya salan ji ciwaniya xwe de heya bi…

Fewaz Ebdê

Diyarî canê
Ebdussemed Dawud
**

Nema zanim ..
Ji ku dest pê bikim
û li ku rawestim!
Ji zeviyên genim ku bi dizîka navê te dibêjin?
Mîna ku hê tu neçûyî
û hîna tiliyên te bi simbilan dilîzin.
Tu dikenî, distirê û dibêjî:
“Nigê xwe li şînê xin,
wê bidin alî..
paleyî li bende şînê namîne!”

Yan ji çaxê ku em bi dû ewran diketin?
Me…