Kî cîhan hejand kî çerx gerand

Bavê
Zozanê

Me tevan referandum nemaze van her
deh rojên dawî şopand. Hinekan bi tirs, hinekan bilez, hinekan bi xweşî û
hinekan jî bi reşî. Medyaya cîhanî hemû, gav bi gav, xulek û saet, rojname,
radyo, televizyon roj û şevê referandum kirin karê xwe yê yekemîn û sereke.
Rast û derew, piçûk û mezin, ser û bin tevli hev dikirin.
Ev bahoz gur û bilind dibû bi kêmbûna rojan re wisa jî bi nêzîkbûna demê re, dema hatibû danîn û nîşankirî ji bo roja qiyametê di 25.09.2017an de. Gelek ji me wê şevê nerazan ji tirsa ku ev roja dîrokî bê lipaşxistin di bin gelek egeran de ji ber ku cîhan bi tevayî wek gurên birçî li ser herêmê kom bûbûn, lê bi saya serê serokê hêja Mesûd Barzanî û bi saya serê dîplomasiya wan a zîrek “hasil gihişte Mûsil” û wisa Kurdan û serok Barzanî dinya hemû hejandin, ew man li milekî û neteweyên cihanê hemû man li milê din. 

Helbesta Şêrko Bêkes dihat bîra min: “Kurdek û kîsek tûtin û çend lib mewîj, tifing û latek, û bera cîhan bê cîhan tev.” Di 24ê vê mehê de ango roja berî referandumê, li bajarê Bochumê li Almanyayê wek semînareke vekirî Şepêla Pêşeroj a Kurdî li Sûriyê li darxist, babet bêguman li ser vê nûçeya herî girîng bû.

Pir babet hatin gengeşekirin lê ya sereke ew bû ku biryarên dîrokî hewceyî serokên dîrokî ne, nexwe çima ev li Kurdistana Bakur çênebû? Mane li wir jî çiya hene û li wir jî milet heye, dêmek raz di kesayetî û karêzma serok Mesûd Barzanî bi xwe de ye. Wisa jî serok ji nav miletê xwe derneket, nereviya, neçû Ewropa yan jî devereke din wek gelek serok û sekreterên partiyên me yê din!

Cîgirê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Patrick M. Shanahan wiha got: “Me xwest em pêkanîna referandumê bisekinînin, nehêlin çêbibe, lê em têkçûn, niha referandum çêbû, pêkhat, milet gotina xwe ya dawî got, vêce em razî bin yan jî na, projeyeke mezin li benda me ye ew jî ev e ku divê em fitîla şer rakin û vemirînin, wisa jî diyalogek berfireh ji me tê xwestin ku em ava bikin di navbera Bexda, Enqere, Tehran û Hewlêrê de.”

Dema jê pirsîn ma hûn ê encamên referandumê erê bikin? Keniya û got: “Gel gotina xwe got. Referandum bû rastiyeke eşkere û divê em wisa pê re bidin û bistînin, ka çi sûd heye eger em encaman erê nekin?” Rojnamevanê Erebistana Siûdî Cemal Xaşiqçî dibêje: “Egera redkirina wî ji referanduma ku li Herêma Kurdistanê çêdibe ew e ku niha li herêmê nîr û dem û karûbar tevlîhev in, nexwe ew ne li dijî mafê Kurda ye.”

Wek bersiva Dr. Xweşnav Silêman ku ewî berê li ser vê meselê jê pirsîbû, Dr. Kirîkor

Kizi ji Partiya Çepê Alman wiha dibêje: “Ezwera Kurdan baş dinasim û têdigihêjim di avakirina dewleteke taybet bi wan, serbixwe, û dawî eva tiştek normal e, divê deh salên belê û sedsalên dupîvanê û mehrûmkirinê bên bi dawîkirin, lê yasaya navdewletî rê nade, nahêle bi vî awayî, awayê ku Kurdistanê pêk anî, serxwebûn çêbibe.”

Bi rastî Fransa, Ingilîz, Netewên Yekgirtî, hemû dibêjin em bi mafê Kurdan re ne, lê niho ne dema wê ye. A rast îro pêkanîna şerê terorê ye. Wisa jî Rûs dibêjin, em rêz û hurmetê ji mafê Kurdan re digirin lê em yekbûna xaka Iraqê jî li ber hesêb digirin. Ka me çi fam kir, tev dibêjin “mal mala te ye lê nêzîkî firaxan nebe!”

A rast xwendevanên delal wek kak Mesûd dibêje: “Gelek astengî wê bêne pêşiya me lê bi vîn û yekîtiya me, bi hêza miletê qehreman emê biserkevin. Helbet em jibîr nakin û dîsa em tekez dikin ku emê bi awayekî bihêz li ser şerê terorê berdewam bin. Bijî serxwebûna Kurdistanê, bijî mafê rewa yê Kurdistaniyan.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…