Gotinek derbarî pirtûka Berevajî Firendekan a Ebdulbaqî Huseynî

CanKurd
 
Îro pirtûka Kurteçêrokan, a birayê rewşenbîr
Ebdulbaqî Husynî giha destê min, ku weku diyarî ji Norwêc bo min hinartî. Lew
re ez dilşadim bi ketina pirtûkeke nû ya bi Kurdî di nav mala min de.
Navê pirtûka delal eve (Berevajî firendekan) bi
wateya: Tersî firindan. Eve jî balkêş e, ji ber ku firîn bi xwe ne karê mirovan
e, ew karê teyr û tilûran e. Sernavê pirtûkê diyar dike, ku berhema hêja
Huseynî wê xweş û hêja be. Li ba min sernav sireke mezin di nivîsandinê de
dilîze.
 Bergê vê berhemê, wekî di wêneya wê de dixuye, ji aliyê Dilbirîn Skaar ve (Cover – Illustrations) bi ciwanî hatiye pêdakirin. Û pêşgotina pirtûka, ku bi çapkirin û derxistineke baş e, ji aliyê nivîsevanê hêja Ibrahîm Yûsif ve hatiye nivîsandin, Lêkirê berhemê bi xwe jî pêşgotinek jê re di 13ê Hizêrana 2016ê de li bajêrê Oslo – Nerwêc lêkiriye. Pirtûka ku ji 128 rûpelan e û tê de (15) kurteçêrok hene, û ji weşanên Yekîtiya Giştî ya nivîskar û rojnamevanên rojavayê Kurdistan (YNRKS) e, li Istanbolê hatiye çapkirin, hema nediyar e li ba kijan çapxaneyê.
Nivîskarê Berhemê, dibêje ku van kurteçêrok tabloyin jîndar in, ji bihîstin û berçavkirinên wî yên rojane ne, lê piçekî tev li fantaziya wî ya wêjevanî bûne, da wilo xweşik û nazik bên nivîsandin, lê hinek ji wan jî, pir ji zû ve hatîne bihîstin an dîtin û di ber pênivîsa wî re derbas bûne.
Wekî Endizyarekî çandiniyê, ku jîr û jêhatî ye, nivîsandina seyda Huseynî ya bi Kurdî gelek asan e, ku her kesekî piçekî bi Kurdî dizane, dikane bi tamzarî van kurteçêrokan bixwîne û mifa jê bigire, ji ber ku ji nêv jiyana mirovî hatîne, û ji aliyê nivîsevanekî jêhatî ve hatine lêkirin.
Ew di diyarîkirina xwe de, ji min re dibêje; bi hîviya ku ev pirtûk bi dilê te be. Min ev nasnameya kurt li ser vê berhemê nivîsand, da gelek xwendevan mizgîniya derketina wê bibînin, û ez ê dest pêbikim, teviya pirtûkê bixwînim, û ez pêş de dizanim, ku hêja Ebdulbaqî Huseynî baş dinivîse, çi bi Kurdî û çi bi Erebî, û di her warekî de, lew re ev berhem jî wê hêja û serkeftî be.
27. Juli 2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…