PKKê û têgeha “bakur-başûr”

Hoşeng OSÊ
 
Ji sala 1990î heta
2002an, bi dehan kadroyên xort û keç yên binxetî “Kurdên Sûriyeyê” di
nava PKKê de hatin kuştin û “tasfiye
kirin” bi bihaneya ev kes “xayîn in, cudaxwaz in, perçebûnê di nava
rêxistinê de çêdikin û di navbera kurd û Kurdistanê de tekez bikin û sînorên
perçeyên Kurdistanê kûr bikin û têgeha bakur û başûr di nava rêxistinê de belav dikin…û
hwd”. kengî ev tawanbariyên bêserî, bêbinî û bêdawî dihatin bikaranîn?
Tenê dema kadroyên binxetî nerazîbûnên xwe di derbarê bikaranîna zimanê tirkî
ji aliyê kadroyên serxetî (bakurî) ve, didan nîşandan. Yan jî dema kadroyên kurdên Sûriyê
dipirsîn: Em jî PKK û apocî ne, lê çima tenê kurdên serxetî berpirsên
payebilind in?.
Tawanbariya “belavkirina têgeha bakur-başûr” êdî bûbû benîştê devê gelek kesan. Kî ji kê nerazîbana, vê tawanbariyê bi wî ve pelçîm dikir. Ya herî xerab û pîs ku PKKê di nava kadroyên binxetî de hest û rewşeke polîsî peyda kiribû ku her yek li ser hevalên xwe yên din sîxurî û “casûsî” bike, da ku xwe bi partiyê bide qebûl kirin ku apocîkî ji dil e û kadroyekî/ê girêdayî partiyê ye û ne “bölgeçiye” herêmperest e.
Bi rastî, di wan çaxan de 1990-2000, yê ku têgeha bakur-başûr di nava endamên rêxistinê de çand, PKKê bi xwe bû. Mînak, piştî ku kampa “Bekaê” li Lubnanê, sala 1992an hate girtin, PKKê 2 kampên leşkerî, di bin şopandin û çavdêriya istixbaratên rêjîma Sûriyê de, li Şamê çêkirin, yek bi tirkî, li gundê “Şebi`a” li ser rêya firokxaneya navnetewî a Sûriyê bû, kampa din jî qaşo bi kurdî, li bajarokê “Sehnaya” bû. Kadroyên ku li kampa “Şebi’a” perwerdeya xwe bi zimanê tirkî didîtin û kadroyên li kampa “Sehnaya” qaşo perwerdeya xwe bi zimanê kurdî didîtin. Öcalan û piraniya berpirsên PKKê yên payebilind li kampa “Şebi`a” diman. Baş e, ev kiryar tê çi wate yê? Gelo nayê wateya perçekirin û cudakirina bakuriyan ji başûrî û rojavayiyan?
Min di nivîseke xwe de berî niha jî gotibû: Dema Öcalan hat revandin û girtin, konseya serokatiya PKKê hat avakirin, ji 7-8 kesan pêk dihat, hemû serxetî (bakurî) bûn, yekî tenê jî ji nav wan ne ji kurdê Rojava, Başûr û Rojhilat bû. Ma ev tê çi wate yê?
Piştî ewqas sal ji şerê li dijî têgeha “bakur-başûr” û piştî ewqas kes bi vê tawanbariyê, PKKê ew kuştin, hema salek di ser girtina “Serok Apo” re derbas nebû, Öcalan ji PKKê xwest xwe “fesih” bike û navê xwe biguhere û çar partiyan girêdayî xwe damezirîne. Wê çaxê, konseya serokatiya PKKê peywera avakirina van partiyan da, Osman Öcalan jî, PYD û PÇDK avakirin û ji bo bide diyar kirin bê çiqas “rêz û rûmetê” ji gelê rojhilatê Kurdistanê re digire, Osman Öcalan çû navê destgirtiya xwe (ku piştre bû hevjîna wî, û hevdû berdan jî); Jiyan, li partiya kurdên rojhilat kir: “Partiya Jiyana Azad a Kurdistan – PJAK”. ango eger Jiyan li binxetê bana, dibe ku Osman Öcalan navê “Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)” bikira Partiya Jiyana Demokratîk – PJD. Lê mala Xwedê ava Jiyan ne ji binxetê bû.
Bi gotineke din; piştî PKKê, PYD çêkir û piştî çîroka “Şoreşa Rojava” da pêş û “xweseriya demokratîk” li rojavayê Kurdistanê da nasîn, wan hemû kadroyên binxetî-rojavayî, ku bi tawankirina belavkirina têgeha “bakur-başûr” hatin kuştin, divê PKK lêbûrîna xwe ji wan şehîdan, yeko yeko bixwaze.
Gelek hevalên min ku gerîla bûn, ji min re gotin di salên 90î de, dema pirs derbarê şervanekî/ê; “Ev kî ye? Ji kû ye?” dihat kirin, eger ji başur ba, digotin: Başûriye, ji rojhilat ba, digotin; ji rojhilat e, lê ji rojavayê Kurdistanê ba, digotin “sûryelî ye.” Heta niha jî, têgeha “sûryelî” di nava PKKê de tê bikaranîn.
Berpirsekî payebilind yê PKKê heye navê wî Riza Altûn e. Ev camêr, gotineke wî ya pir naskirî li ser kurdên binxetê heye. Altûn wisa dibêje: “Kurdê herî baş û saxlem yê li Sûriyê, ez dikarim wî bi 100 dolarî bikirim”. Hemû kevne PKKiyên ji binxetê yên “sûryelî” vê gotinê bihîstine û baş dizanin bê Altûn û yên din çi dianîn serê kadroyên kurdên ji Sûriyeyê. Lê derbarê van nêzîkatiyên çewt û ne baş, en Riza Altûn û PKKê nûnertiya kurdên serxetê dikin. Yê nûnertiya kurdên serxetê dikin, nivîskarên weke Firat Cewherî ne. Dibe ku nivîskar û romanûsekî weke Firat Cewherî nizanibe bê di nava PKKê de çi bi serê kadroyên kurden binxetê hatiye kirin, yan jî nizanibe bê PKKê çi bi serê kurdên binxetê aniye, lewma di nivîsa xwe a 12.06.2017an bi sernivîsa “Rojava” de bi wîşêweyê xweş û camêrane li ser vî beşê Kurdistanê axiviye û nivîsandiye. Ji bo ku Cewherî yan jî nivîskarekî/ê din ji serxetê rewşa me û tiştê ku PKKê aniye serê kurdên binxetê baş nas bike, divê ev nivîskar, binxetî bin û çend sala di nava PKKê de mabin, da ku rastiyê bibînin û janên “Rojava” baş têbighêjin û nas bikin.
————–
Jêder: rojnama Basnews
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Bi te bûme helbestvan
Bi hest û vîn û raman
Kevoka ber dilê min
Karxezala kurdistan
Tu pîrozî tu cejnî
Bi te şahî dibin can
Hemî cejnên buharê
Bi te dibin gulistan
Vîna min û te cejne
Avdar dibakê nîsan
Gul û sînem geşdibin
Dibê sema û dîlan
Digel Reqsa botanî
Bi şêxanî bablekan
Bihna gula difûrê
Şaxdidin gul û rîhan
Hest û dilê me…