Konê Reş û Pirtûkek li Dor Kurdên Êzidî li Sûriyê

  Êzidî;
Kurdên herî kevnar in.. Ta roja îro bi ziman, Irf û adetên xwe kurdewariyeke
herî resen dimeşînin. Nimêj, îbadet û duayên wan bi zimanê kurdî ye. Di
baweriya min de ta ku ola wan a Êzîdiyetiyê hebe, wê zimanê kurdî hebe.
Parastina vê olê, parastina kurdewariya resene..
  Kurdên Êzidî di
dewleta Sûriyê (Rojavayî Kurdistanê) de li du parêzgehan jiyana xwe derbas
dikin; Parêzgeha Helebê (Çiyayê Kurmênc: Efrînê); deşta Cûmê, quntara çiyayê
Kurdaxê û derdora çiyayê Lêlûnê (Seman), bi cî û war dibin û jiyana xwe ji sedê
salan ve lê derbas dikin. Û parêzgeha
Hesekê (Cizîrê); Beriya Mêrdînê û Sinceqa Xelef Axa.
 Ev parêzgeha ku li çar deverên wê Kurdên Êzidî dijîn; Devera Tirbespiyê, devera Amûdê, devera Serê Kaniyê û devera Hesekê. Ango li Beriya Xelef Axa (Deşta Dasika), Beriya Mêrdînê û Beriya Wêranşarê. Eva dawî, li rojavayî Serê Kaniyê bi dor 30 km dikeve û Kurdên Êzidî lê hene.
  Konê Reş di vê geşt, lêkolîn û xepartinê de, li van deverên Êzidiyan geriyaye, dîdar û çavpêketin bi kalemêr û rîhspiyên wan re kiriye, wiha jî bi yên Kurdên misilman re, ta ku karîbû vê pirtûka xwe berhev bikim.. Digel ku wî dawiya pirtûkê bi strana Derwêşê Evdî xemilandiye.. Ev strana ku mamoste Perwîz Cîhanî ji zardevê dengbêjê Wanê Ehmedê Zeynal girtiye.
  Pirtûk ji 106 rûpelên nîv A4 pêk tê, bi çapek taybet li Qamişlo hatiye çap û belavkirin. Mirov dikare vê pirtûkê û tev pirtûkên Konê Reş yên din ji van pirtûkfiroşên li Qamişlo bixwaze: Enwar, Cewahirî, Rawî û Mîrav.
  Konê Reş dibêje; bi min xweş e ku di roja çarşemê de beyana weşana vê pirtûka min di mediya Kurdî de belav bibe..! Çiko Çarşem, rojek pîroze li cem Kurdan û bi taybetî li cem Kurdên Êzidî..
Qamişlo, 05/07/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…