Öcalan û pesndayîna xwîn rijandinê

Hoşeng OSÊ
 
Di bîranîna 15 tebaxê de sala 1991ê, li kampa PKKê a
Beka’ê ya Lubnanê, li pêşberî bi hezaran dost, heval û alîgirên rêxistinê,
serokê PKKê birêz Abdullah Öcalan axaftineke dirêj got. Ew
axaftin hate wergerandin zimanê erebî û di kovara “Dengê Kurdistan” de hate
belav kirin. Manşeta sereke ya axaftina Öcalan ku li ser bergê pêşîn yê kovarê
jî bû, ev bû: “Divê em ji rijandina xwînê netirsin. Lê divê em ji rawestandina
xwînê bitirsin!” Öcalan, qaşo dixwest çavên kurdan ji şer û şehîd û qurbaniyan
neşkê, lewma dixwest mirin û kuştin ji bo doza Kurd “felsefelemşe – PKKeleşme”
bike, weke ku biraderên me yên PKKyî dibêjin û ji bo Öcalan gelê reben bi nêrîn
û mentiqê xwe qebûl bike û gotina xwe li ser “girîngî û pêwistiya” rijandina
xwîne şêrîn bike, digot: “Dema xwîn di damaran de radiweste, dil jî radiweste û
mirin çê dibe. 
Lê dema xwîna di damaran de diherike, jiyan berdewam dike. Lewma divê em ne ji rijandina xwîne bitirsin, lê ji rawestandina wê”.
Di sala 1993an de Öcalan şer ji aliyekî ve rawestand. Di daxwiyaniya agirbesê de zindî li pêşberî bi milyonan hate gotin: “Em dixwazin xwîna ku ji Kurd û Tirkan dirje, raweste”. Her wisa, Öcalan di 1995an û 1997an de, dîsa yekalî, agirbes ragihand û eşkere kir ku daxwaza çareseriyê û rawestandina xwînê dubare kir. Lê ne di sala 1993an, ne 1995an, ne jî 1997an de, kes ji nava PKKê ranebû û ji Öcalan re ne got: “Serok Apo, Apê me, serdar û rêzanê me… çima di sala 1991ê de te ji me re digot: Divê em ji rijandina xwînê ne tirsin, divê em ji rawestandina xwînê bitirsin. Niha tu dibêjî; divê xwîn raweste. Ma qey xwîna keç û xortên me li ser hesabê kêfa te ye? Kengî tu bixwazî birjînî, kengî tu bixwazî rawestînî.”.
Dema Zekiye Alkan, xwendekara zankoya Dicleyê bû, li Amedê di adara 1990î de agir berda bedena xwe, Öcalan gelek şîrove û analîz li ser vê çalakiyê gotin û gelek pesin da û Alkan kir mînak û sembol. Di 22.03.1992an de Rehşan Dermîrel li ser birca Kadîfekaleya Îzmîrê, wê jî agir berda bedena xwe,  Öcalan pesinê wê jî da û wê kir mînak û sermbol. Di 21.03.1994an de herdû qadroyên PKKê; Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nilgün Yildirim) li bajarê Manhaym a Almanya xwe şewitandin, Öcalan rê li ber xwe şewitandinê ne girt û negot: Bes e. Tersî vê yekê, serokê birêz dîsa pesin dan Ronahî û Bêrîvan kirin mînak û sembol û pîvanê PKKebûnê. Di 30.06.1996an de kadroya jin a PKKê (Zeynep Kinaci) Zîlan xwe bi bombeyan di nava leşkerên tirk de teqand, dîsa Öcalan şîrove û analîzan li ser got û got û got… Zîlan kir efsane û sembol a xwegîhandina qûnaxa herî bilind a “PKKebûne – PKKeleşme” yê.
Öcalan wisa xwe şewitandin û xwe kuştin di nava PKKê de şêrîn kir ku têgehên weke “Mazlûm Doğanbûn, Zekiyebûn, Rehşanbûn, Zîlanbûn, Ronahî û Bêrîvanbûn… û hwd” di nava partiyê de bû çand êdî ev çalakî di nava PKKê de bûn weke “urf û adet”.
Di sibata 1999an de dema Öcalan hate girtin û revandin, bi dehan keç û xort, jin û mêran xwe şewitandin û girtina Öcalan protesto û şermezar kirin. Wisa li PKKê hatibû ku êdî bûbû partiya xwe kuştin û xwe şewitandinê. Öcalan gelek caran banga rawestandina vî şêwe çalakiyan kir, lê mesele ji dest derketibû. Ma çawa mesele ji dest dernekeve? Piştî ewqas Öcalan pesinê xwe şewitandin û xwe kuştinê ji sala 1990î heta 1999an da. Öcalan ji sala 1978an, ji çîroka Hîlwan û Sîweregê heta 1999an, rijandina xwîne, xwe kuştin û xwe şewitandinê kiribû felsefeya jiyana rêxistinê. Öcalan hez kirin û xweşikbûnê bi şer ve girêdida û digot: “Yê şer dike, azad dibe. Yê azad dibe, xweşik dibe. Yê xweşik dibe, tê hez kirin”. Öcalan rêxistinek wisa ava kiriye ku jiyanê di rijandina xwîne de dibîne. Welatparêzî û qehremaniya herî mezin û efsanewî di xwe şewitandin û xwe kuştinê de dibîne. Rast e, di dîroka PKKê de gelek berxwedanên dîrokî hene, lê mirov di nava dîroka vê rêxistinê de bigere, dê semboleke aştiyê nebîne, ji ber ku hemû sembolê PKKê, yên xwe kuştin û xwe şewitandinê ne. Dibe ku hinek bêjin: Ev yek ji hovîtî û şerperestiya dewleta Tirk tê ku tu rê û bergeh û delîv li pêşiya Kurdan ne hiştiye, lewma Öcalan û PKKê wisa derketin. Ev jî rast e. Lê rastiyeke din jî heye; ku dema Öcalan mirin û xwe kuştin û xwe şewitandin dikir pîvan, teorî û felsefeya rêxistinê, vî serokê netewî jiyana xwe li Şamê, dûrî şer, dewam dikir. Ango, tiştê Öcalan li ser şer û mangirtin û xwe şewitandin digot, li ser xwe pêk ne dianî. Bi gotineke din: Çiqas Öcalan pesnê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akif Yilmaz û Alî Çîçek dida, lê ev 18 sal in Öcalan di zindanê de ye û weke girtiyekî siyasî jî, ne weke serokekî Kurd û şoreşger, ji bo baş kirina rewşa xwe, 18 roj yan 18 saet jî ne ketiye mangirtinê.
 
**************
jêder: heftenameya Basnews / hijnara 23ê – 12-18/6/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…