Ji Vedenga Dîrokê

Merwan Berekat
 
Di berîkên vî çiyayê de xewnên dêpîran li ser
balgiyê keserê paldane, û di hemêza şikeftên Niyandirtalan de vedenga dîrokeke
dêrîn dilorîne….
Siha xwedêwendên bê perestgeh li peravên kanî û
çeman çogvedane, û dengê Eştiyax di navbera erd û ezmên de, bi keserekê ve
aliqiye…
Di navika sirt û zinarên vî welatî de, kilkila
hêrsên Diyako ye, û hîrhîra hespên Alalaxiyan hîn ji guhên deryaya Sipî
dernehatine…
 Li ser lêvên gelî û newalên ku pertavên rojê li xwe digerin, hêviyên Nazatiya çîk didin, û kila çavên Farona di bihna lale û kulîlkan de dadirive…
Li ber dawa çerx û felekê xeftanê serdeman bê bişkovk e, lêvên dîrokê hîn nizanên memikên rastiyê bi hêdî bimijin…
Şev serxweş dizêvire û tirqiyên rojê her sîleyên li ser çavên tariyê ne…
Birûskên şoreşa hebûnê ji pêdariya kurên rojê dijenin, û ewrên xapînok di paşela bizdonekiya xwe de dimiçiqin…
Belê, di hêlûn û landika vî çiyayî de, tevna jiyanê bi kirkûtê lehengiyê tê kutan, û rengên wê ji mirovperweriyê vedibrûsin..
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Çîrok: Mihemedxêr Umer

Werger: Fewaz Ebdê

Hecî Dawûd, xwedî rûberin fereh ji zeviyên çandiniyê ye, bi qencî di herêmê de deng daye û hatiye naskirin, û hezkirina wî cihê xwe di dilê me de girtibû. Wî mala xwe ya kevn bi hewşa fereh re, kir depoya berhemên xwe û hinek alavên…

Mizgîn Hesko

Bi tenê
Di Derazînka hezkirinê de
Şaxekî erxewanî
Dilê bêdeng…!
Di navbera asîmên û zemînê de
Gelawêj
Ez…
Helawistî dimînim…!
Û dil…
Û dilê min î lal
Bişkoja bi roniyê mest…!
Çi raz e…?
Çi huner û fîlbaz e…?
Spêdeyan…
Dilkê dil ji nav sîtavan
Û ji cîgehên asê…
Ber bi xwe ve dibe…?!
Çi raz…
Çi ristesaz û rewannaz e…?
Hiş wêran dike û dergehê rewanbêjiyê
Bi…

SIMKO botanî

Li cîhan cejn û seyrane
Lê welatêm bê jiyane
Welatek jar û perîşan
Navê wê jî kurdistane
Nav li ba min pir şêrîne
j‘ber ko xaka wê zêrîne
Maye tenê li cîhanê
Milet hêjî Ber gumane
Li ser wê her bi fîxanim
Bêyî wê tim dil bi janim
Bi kul û derd û nalînim
Dijmin lime kir talane
Boçî dijmin dike talan
Li…

Fewaz Ebdê

Dibistana me ya ji kelpîçan

li hewşa wê

nigên me

weke rehên biçûk

di nav çamûrê de diçikilîn.

Em dikeniyan

dibezîn

û lênûs ji me re dibûn bask.

Banê dibistanê dilop dikirin

dilop.. dilop

mîna ku asman jî

bi…