Abrê; gundê heft goristan!

Konê
Reş
 
   Di roja 28ê nîsana 2017an de li ser daxwaza
min û Cemîlê Elêwî serokeşîra Cobira, digel du hevalan çûm gundê Abrê. Gundê
Abrê li herêma Aliya, bakurî Çilaxa bi dor 5 km dikeve û dor 50 km bareşî
Qamişlo ye. Gund mezin û ava ye, dor 150 malî têde heye. Sirûşta gund gelekî
xweş e, di nav sê mitikên sirûştî û heft guristanên mezin û kevin de hatiye
avakirin. Ev yekemîn care ku diçim vî gundî, qet min bîr nedibir ku ev gund
wiha dêrîn û dîrokî ye.
   Piraniya xelkên gund ji eşîra (Cobira) ne. Axayên gund ji mêj ve malbata (Hemoyê Elêwî) ne hem jî ji wan re dibêjin (Elêwiyê Xino). Mazûbanê min wiha navê xwe û bapîrên xwe ji min re got: Ez Cemîlê Hesenê Elêwî me, yê Silêmanê Elêwî yê Xino.. Ji bav û kalên xwe ve em xwediyên vê gundî ne.. Em bi navê Xinoyê Elêwî jî di nav kurdan de naskirîne.. Û berdewam kir: Mela Beşîr digot Ji sala 1540î ve gund ava ye û di destê malbata Xino de ye.. ji xwe gundê Şebek Abrê çêbûye.. Eşîra Cobira ji eşîra (Cibra) hatiye.. (Mela Beşîr, Melayê wan bû li gundê Şebek û zanayekî xwedî bawerî û xwedî pirtûk bû).
   Sebaretî koka eşîra Cobira, ez jî dengê xwe tevî dengê Mela Beşîr dikim ku ew birekin ji eşîra (Cibra) ya bi nav û deng di bakurî Kurdistanê de. Ev eşîra ku lehengê kurd (Xalid Begê Cibrî) jê ye.
  Bi demê re hin nefer ji vê malbatê, ji gundê Abrê çûne bajarê Cizîra Botan û lê bûne ji eşrafên Cizîrê wê wek malbata Hecî Dursen. Hemjî dibêjin ku ew û malbata (Mela an Keye) yên ku di nav Kîkan de paytexta wan gundê Til Êlûnê ye û çend gundên wan yên din jî hene ji yek eşîrê ne.
Sebaretî navê gundê (Abrê An Abra) û kevinbûna wê, di baweriya min de, ev gund berê şûnwarekî Cihûya bû. Ew Cihûyên ku (Nebûxuz Neser) Qeralê Aşûriyan, ew di sala (586 B.M) ji Orşelîm û Samera sirgûnî Kurdistanê, welatê Firsê û Mezopotamyayê kirin. Çesipandina vê yekê, ku gelek gor di nav her heft goristanên gund de hene, ne wek yên misilmanan ne, ser pişta wan bi keviran nixumandî ne, Hem jî hin kêlên gorên goristanên wê wek wêneyan û xêzikan li ser wan hene.. Ji xwe navê gund (Abrê) ne dûre ku navekî Ebrî be. Her wiha navê van gund û xirbên ku li dor gund hene, baweriyê bi mirov re xurttir dike; Ji baxerb ve (Girkê Cihûya) ye, ji bareş ve gundê (Xirbê Cihûya) ye, ji başûr ve gundê Şebek û Xerab Bajar e û gundê (Nebî Sadî) di rex de ye û wek ku diyar e gotina Sadî gotinek Ebrî ye.
Ji cihên naskirî li dor Abrê: Xanîkê Domamê, Olam (Şûna sûrekê ye ku berê bi birc û dergeh bû, Kevrê Zelqê, Kevirê Çêlekê, Erdê Çirin, Erdê Çîtikê, Kaniya Rîhanê, Girkê Arfo, Warê Finêtiş..
Belê di salên 1394-1401ê zayînê de ev gundê Abrê jî wek tevayî gundên herêmê ji ber talanên Tîmor Ling ser û binê hev bûne, hatine wêrankirin, kes di wan de nema ye. Xuya ye di pey Tîmor Ling re bi çend salekî careke din jiyan lê vegeriya ye û malbata Xino an Elêwî, li gor civaka Kurdî ya koçerî (Zozan Û Germiyan), ji eşîra xwe Cibra qut bûbin û di sala (1540 z) de li gundê Abrê cîwar bûbine, wek ku mela Beşîr gotiye. Helbet mela Beşîr ev dîrok ji hin pirtûkan bihîstiye.. Bi rastî, ez ji her heft goristanên gundê Abrê mame ecêmayî.. Hin dibêjin ne heftin, 27 goristanin!
Dibêjin ku carekê Mîr Botan şandiye ji serokeşîrên xwe re, ku her yek û sed zilamên wî pêre herin cem, Birca belak. Dibêjin axayê eşîra Cobira bi yek zilamî re çûye. Mîr jê pirsiya min sed zilam xwestiye?! Wî li Mîr vegerandiye: Belê mirê min! Min yek zêde jî bi xwe re aniye! Mane tu ji min re dibêje: Tu bi sed zilamî ye.
Wêne: Elêwiyê Silêmanê Elêwî û neviyê wî Cemîlê Hesenê Elêwî
Qamişlo, 30ê nîsana 2017an
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…