Yekîtiya Nivîskarên Kurdidtana Sûriya festîvala yekemîn lidarxist

Bi helkefta roja rojnamegeriya Kurdî
ku di roja 22ê meha çaran tê bibîranîn,û bi boneya 119mîn sal di ser yekemîn
rojnemeya kurdî re derbasdibe,ya bi navê Kurdistan ku ji layê mîr Miqdad Midhet
Bedirxan li bajarê Qahîra hatiye belavkirin,Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana
Sûrya yekemîn festival lidarxist.
Îro21-4-2017an li bendava Mizgeftê û
bi amadebûna hijmarekê ji nivîskar,rewşenbîr,rojnemevan û dezgihên ragihandinê
festival hat li darxistin.
Festivalê di bin diruşma (rojnamegeriya azad dîrokê divejîne) ji layê endamê desteya birêvebir mamoste Hekîm Ehmed û endama yekîtiyê     
 Jiyan Mirad ve bi sirûda Ey reqîb,û rawestana xuleyek bê deng li ser giyanê pakrewanan û bi taybet giyanê Mîr Miqdad Bedirxan hat ragihandin.
Paş re gotina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ji layê cîgirê seroka yekîtiyê Luqman Yûsif ve hat xwendin.Di pey re beşê helbestê bi beşdariya van helbestvanan destpêkir:
Helbestvan Xembar Gul, Şefîq Îsa, Yusra Hesen, Qasim Mer`îka, Ibrahîm Mele Qasim, Haşim Şêx Zahir, Salih Cango, Selah beyro, û Mihemed Ebdê.  
Piştî navbirekê, dan û sitandin li ser rewşa rojnamegeriya Kurdî bi beşdariya Rojnamevan Mihemed Hisên û çalakvan Ehmedê Mûsê û pirsên cemawer hat bi cîkirin.
Beşê sisiyan û yê dawî ji festîvalê bi beşdariya hunermendan:Ridwan Ken`o, Dilbirîn Ezîz û Biha Şêxo bi çend sitranan festival bi dawî bû.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdidtana Sûriya
22-4-2017    
 

 

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…