Ziman û baweriya nizim

Majêd A Mihemed
 
di pêşgotina pirtûka (roja helbesta kurdî) de ya li Ewropa hatıye
amadekırın, nivîskar û rexnevanê kurd Heyder Omer di nav xêzên pêşgotinê de
tînê ziman ku yek ji mebestên (ne yekser ji armancên lidarxistina helbesta
kurdî li Ewropa parastina ziman e) ji ber ku belkî di tenga huner û wêje û
edebiyatê re ew kesên beşdar an xwedî berhem bikaribin hezkirina ziman di xaka
wan penaberan de biçînin û zemînê wan bi çanda kurdî were avdan, û di wê koşê
re rexnevanê hêja got: belkî di wê tengê re (bang li revenda kurdî were kirin
da ku li zimanê xwe xwedî derkevin),
û ji bo ku bi borîna salan re kur û keçêd wan li warê mişextiyê nehelin û bi demê re wek dilopên baranê di germa bejahiyê de winda nebin, çimkê bi rastî çanda bi hêz ya dewletên ewropî bi dil xweşî mirova ji çanda xwe diqetînê, vêyî ku tewir hestên bergiriyî û berevaniyê werin bala mişextan, ji ber ku mirovê bê vîn û bawerî zû xwe radestî çand û jiyana xwediyê wan derveran dike, û wek berfê mirovê sist û lewaz û keysebaz bi demê re di civaka wan dewlet û gelan de mîna hesinê li ber roj û baranê hêdî hêdî bi roj û mehan re diêrifê.
Bi rastî pir cara dibêjim ger zordarî li kurda bi dirêjiya dîrokê nehatiba kirin, belkî kurd heya vê demê nemabana, ji ber ku wek tê xuyan kurd di serxwabûn û azadiyê de xwe zû radestî guhartina demê dikin û taybetmendiya xwe wek gel û netew û civak bi hêsanî jibîr dikin.
Û ji ber ku bandora çanda ewropiya li ser gelên rojhlata navîn bi giştî û kurda bi taybetî pir mezin e, lewra di vê derbarê de hunermendê Kurd Brader carekê di riya alavên raghandinê re peyvek balkêş gotibû:(Ewropa ejdhakî nediyar e)  yanê tê wê wateyê ku ew çanda nermik û bi derbik e, û dikarê mirovan bêyî ku hajî xwe hebin bi teqlandina meh û salan re buxê û hîn ger ew kesna pir sist û bêkêr û lewaz bin dikarê wan wek lopaqekî berfê biçûk di orta beroşek mezin de bi hêsanî bi demê re diqirtînê.   
herweha li dawiya vê rawestandina biçûk wek têbîn dubare dikim û dikarim bibêjim: ger kurdên sed salên berê wek nifşên niha ku çawa bi ser acet û alavêd kêfxweşî û rihetiya şaristaniyê de dîn bûna, ew jî vêre şengo pengo bibana bawerim ku kurd nedigîştin vê demê û ta vê rojê belkî nemana, çimkî pirek ji me hene, bi taybet kesên pir keysebaz, nemaze ewên di nav partî û giropêd  siyaset û rewşenbîriyê de bi cî bûne, vîca çima bi taybet me nîşanî wan kir? Ji ber ku bêtirî wan li gorî bercewendiyên xwe amade ne ku bi navî pêwîstiya guhartinê û bi navî pêşvaçûn an şaristaniyê derpiyê dayîkêd xwe jî jê bikin!.
tabî li gorî nirîna min sedema wê yekê jî û bi sedema ku mirovê ji wan bawriya xwe bi xwe nine, û ji ber ku bawerî bi xwe nînin ew herdem li benda ku yê hemberê venasînê bi wan bike, û her yekî ji wan kesên bêbawerî û xwediyê derûn nizim, amade ye ku xwe cîblaq bike ji hemû tiştên xwe, da ku ê hemberê vêre bibêjê tu kesekî lipêş e! tu mirovekî pêşverû ye! yanê ji nizimbûn an alçaqbûn û kêmaniya xwe amadeya ku xwe bikê pêlav ji yê hemberî xwe re da ku ew kesa an mileta jê razî be! .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…