Bedirxanî, Rojnamegeriya Kurdî û Rojnameya Stêr

Konê Reş
 
Bi helkeftina 119 saliya roja derçûna rojnameya
(KURDISTAN) a dayik, ku 22ê nîsanê ye, min di çend rojên derbasbûyî de hin
kovar û rojnameyên kurdên Rojava, yên ku di pey HAWARa mîr Celadet Bedirxan re,
li Sûriyê hatine weşandin ji we re dane nasîn. Vêca bi min xweş e ku di van
çend rojên hatî de, her roj karibim kovar û rojnameyên ku kur û neviyên mîr
BEDIRXAN di sirgûnê de weşandine ji we re raxînim
ber çavan.
Rola Bedirxaniyan:
Ez nebawer im ku ti malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: 1802 – 1868, ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin. Mîr Bedirxanê ku di sala 1843 an de, di herêma Botan de mîrnişiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê Peymana Pîroz de, kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in.. Û wiha biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e.
Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewşenbîriyê de, û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin.
Her û her daxwaza wan pêşxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû.. 
Wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin.

Rojnameya Stêr: 
Rojnameyeke xurû bi Kurdiya latînî bû, wek zêdeya Roja Nû bû; cihê weşandinê li Beyrûtê bû; 3ê hejmar ji vê rojnameyê hatine çap û belavkirin. Hejmara pêşîn (1) di meha çileyê berê de 1943an, hejmara (2)an di meha sibata 1944 an de, hejmara (3)an û dawî di 22ê çêriya berê de sala 1945an, ango her salekê hejmarek hatîye çap û belavkirin; dibêjin ku ev rojname wek zêdeya rojnameya (Roja Nû) bû. Xwedî û berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bû.
Konê Reş, Qamişlo, 15.04.2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…