Dîlana Morîkan

Ronî Elî
 
Di peyala xwe de
Guhdarî gupgupa dilê yarekê dikim
Ne tenê lêvên min
Ji tirsa pêjna wê .. Dilerizin
Gewriya min jî
Bi her dengekî re
Hevokekê dadiqurtîne
Nizanim ka serxoş im
An kevanê hestên bi kul
Di argûnê şeydê de
Disoje … Û ji terazûyê dikeve
 
Di peyala xwe de
Dahola govendekê
Bi baskên şevê
Li ber serê dergûşekî bê deng
Lêdidim
Niçniçên xîfetan
Bi gera kadizê re
Radikim dîlan û lîlanê
Serxoş dikevin
Û hin jî
Perwanên li ser lêvên yarê
Xwe di agirê penaberiyê werdikin
 
Di peyala xwe de
Segên berbangê
Li rêwiyên sînoran
Şiyar û har dikm
Çemên miçiqî
Ji damarên bîranînan
Li ser koşkê demê diherikînim
Da di govdeyê xwe de
Giyanê miriyekî
Piştrast û nûjen bikim
Tenê ji bo li têla dil bibe siwar
Û di guhê şevê de biqîre
Hey lo lo welato .. De lê lê yarê
 
Di peyala min de
Morîkên gerdenê te
Mîna mûmên li ber ramûsanan
Di xwîna xwe de vedgevizin
Li min har dibin
Û bi noşa dawîn re
Bêxût û piştxûz dimînin
 
7-2-2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...