Helbest u Vidyo

Min soz daye

EHMED QASIM
Li bin nîrê dagîrkeran, setemkar û desthilat 
Li nav bêlên sextekar û qelawizên bê rûmet
Qet namînim bêçare û bê taqet û bê lebat.
Miletê min, min sond xwarî bi rûmet û hebûnê
Venagerim ji ser vê rê, her diçim bo rabûnê
Rastîyê min mayîna te li ser xakê serfîraz
Xebat û ceng li ser vê rê, dirişma serxwebûnêLi ser vê rê bê rawestan, gelek qurbanî min dan
Gelek asteng li pêşya min, dûr û nêzîk hat vedan
Pîlanger û xwefiroş û tirsokin bê rû û sênç 
Li pêş min wek şermezaran ser li xarin bê hedaMiletê min, bi bawerim, rêya ez lê bê veger
Min mal daye, canê minjî qurbanê didime ser
Serî danaxim li pêş caş û dijmin û nûkeran
Min soz daye ranawestim, jîn ji bo mine tevger.
————————

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…