Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
Mamosteyê
sultanê Osmanî Mihemmed El-Fatih
sultanê Osmanî Mihemmed El-Fatih
Miletê ku ne
serdarê welatê xwe, ne serdarê biryara xwe ye jî, û hemî karînên xwe, di pêşî
de hişên keҫ û kurên xwe,
dibin mal û milkê dagîrkeran.
serdarê welatê xwe, ne serdarê biryara xwe ye jî, û hemî karînên xwe, di pêşî
de hişên keҫ û kurên xwe,
dibin mal û milkê dagîrkeran.
Ji (25)
sedsalan de hişên gelek kesên Kurd ji bo karmendiya dewletên dagîrkerên
Kurdistanê bi ҫalakî
dixebitin, ev yeka jî di serdemên dewletên, ku bi navê îslamê hukumdar bûn de,
zor numa xuya ye. Gelek zanayên Kurd di wan serdeman de diyar bûn (feqîh,
zanyar, wêjevan, helbestvan, siyasetmedar, rêvebir, dîrokzan, erdnîgarzan,
endizyar, muzûkvan). Ew ji bo neteweyên, ku hukumdarên wan dewletan bûn,
karmend bûn. Zanyar Ehmed kurê Simaîl ê Goranî (Mela Ehmed Goranî) yek ji wan
bû.
sedsalan de hişên gelek kesên Kurd ji bo karmendiya dewletên dagîrkerên
Kurdistanê bi ҫalakî
dixebitin, ev yeka jî di serdemên dewletên, ku bi navê îslamê hukumdar bûn de,
zor numa xuya ye. Gelek zanayên Kurd di wan serdeman de diyar bûn (feqîh,
zanyar, wêjevan, helbestvan, siyasetmedar, rêvebir, dîrokzan, erdnîgarzan,
endizyar, muzûkvan). Ew ji bo neteweyên, ku hukumdarên wan dewletan bûn,
karmend bûn. Zanyar Ehmed kurê Simaîl ê Goranî (Mela Ehmed Goranî) yek ji wan
bû.
Xwastina zanînê:
Mela Ehmed Goranî sala (1410z) li bajarê Şehrezorê ji dayikê bû; Şehrezor wê hîngê bajarekî navdar bû (naka navenda herêmeke parêzgeha Helepҫe li başûrê Kurdistanê ye), gelek zanayên navdar li wî bajarî hatin dinyayê, û piran ji wan, wek zanyar Ibin Esselah Eşşehrzorîابن الصلاح الشهرزوري (1245 mirî) pênasîna (Şeyx El-Îslamشيخ الإسلام ) hilgirtin.
Mîr Şerefxan Bedlîsî, ji bo pênasîna (Goran) dibêje, ku gelê Kurd, angora zaravan, ҫar şaxên mezin in: (Kurmanc û Lor û Gelhor, û Goran), û dîrokzan Cemal Resîd Ehmed weha diҫe, ku pênasîna (Goran), li bal Kurdên Caf û Zengene û Feylî wateya (Kurdê bajarvanî) hildigire, û li kêlekê jî pênasîna (kurdmanc) wateya (gundî) hildigire.
Mela Ehmed Goranî li welatê xwe (başûrê Kurdistanê) dest bi xwendinê kir, û paşê ҫû Qahîreyê xwend, ta ku bû pisporê rêbaza Henefî, û pisoprên mezin ên zanyariya ayînî bawernameya zanyariyê danê, nemaze jî tefsîra Quranê û hedîsên pêximber. Lêhatinek peyda bû, ku karmrndekî mezin ê osmaniyan, navê wî (Mihemmed Luqman) û pênasîna wî jî (Yegan) bû, seredan Qahîreyê, paytexeta dewleta ebebozan, kir û pêrgî Mela Ehmed Goran hat, û zanîna wî bala vî karmendê osmanî kişand, û wî jî ew bi xwe re bir dewleta osmanî([1]).
Mamosteyê hişkber:
Wê hîngê sultanê osmanî Muradê duwem kurê Mihemmedê yekem kurê Bayezîdê yekem kurê Murdê yekem bû, gava Yegan vegerî dewleta osmanî, sultan jê pirs kir: Te diyariyek bo me ji Misirê hanî? Got: Belê, min zanyarekî pisporê şiroveya Quranê û hedîsên pêximber hanî. Got: kanî ew? Got: Va ye li ber deriyê encûmenê / daniştgehê ye. Sultan ferman da, ku Mela Ehmed Goranî derbas hundir bibe, û pê re axivî, û dît ku zanyarekî mezine, û yekser ew kire rêvebirê dibistana bavpîrê xwe yê duwem sultan Muradê Yekem li bajarê Birosa, û paşê jî rêvebirê dibistana bavpîrê xwe yên yekem sultan Bayzîdê Yekem li bajarê Birosa.
Sultanên osmaniyan hewesdarên perwerdekirina kurên xwe bûn ji herdu warên gewde û hiş de, ji biҫûkaniyê de ewana hîn hunerên şer dikirin, bi xwe re dibirin cengan, da rêvebiriya lêşkerî hîn bibin, û bi awayê piratîkî hîn kar û barên hukumdariyê û rêvebiriyê dikirin, û di heman demê de jî hewesdarên hînkirina zanînê bûn.
Sultan Murad kurek hebû navê wî Mihemmed bû, mamoste bo wî dihanîn, lê Mihemmed rikdar û serhişk bû, hînbûn nedipejirand, hema mamosteyekî jî nikarî baweriya xwendinê li bal wî peyda bikira, û dest bida ser. Gava sulktan mamosteyekî sawdar û hişkber peland, Mela Ehmed Goranî jê re hat nîşankirin. Mela Goranî bejinbilind bû, riha wî pir û siq bû, qulafetê wî sawdar bû. Sultan Murda darek dayê, da pê li Mihemmed bide, eger ji şêwra wî derket û nexwast hîn bibe.
Sultan Muradê Duwem
Xortê nûgîha Mihemmed wê hîngê mîrê bajarê Megnîsa bû, Mela Goranî, dar di destan de, derbas bal wî bû û gotê: Bavê te ji bo hînkirina te ez şandime, û gotiye min, eger tu ji şêwra min derkevî, bi vî darî li te bidim. Mihemed keniya, û laqirdî bi gotinên wî kir, Mela jî hema darê xwe rakir, û hişk lê da, vê carê Mihemmed tirsiya, û dagerî bin fermanên Mela Goranî, û pê hay bû, ku ev mamosteyekî hişkber e, û ne wek ên berê ye, pê re jî bi balkêşî û ҫalakî guh da xwendinê, û di demeke kurt de Quran xitim kir. Sultan Murad gelek şa bû, û mal û milk diyarî dan Mela Goranî.
Gava sultan Muradê Duwem sala (1444z) mir, mîr Mihemmed şûna wî girt û bi nasnavê (Mihemmedê Duwem) bû sultan. Mela nexwend bal xwe, û şalyarî raber wî kir, lê Mela nepejirand, û gotê: Karmedên mezin ên seraya te, bi wê hêviyê ne, k tu yekî ji wan bikî şalyar, eger şalyar ne ji wan be, dê ji te bi kîn bibin, pê re jî kar û barên dewleta te dê ji dûzan bikevin. Sultan boҫûna wî bilind nerxand, û dadgeriya artêşê / القضاء العسكري raber wî kir, û Mela ew yeka pejirand. Dadgerî jî karekî zor giring bû.
Gava Mela Goranî dest bi karê xwe yê nû kir, bê şêwra sultan dadger û mamoste nîşan kirin, ev yeka jî li xwaşa sultanî nehat, lê fedî kir, ku bêje Mela, û gava şêwra şalyarên xwe kir, nerîna wan ew ku bêje Mela: Weqfa bavpîrê min li bajarê Birosa ji dûzan ketî, û divê were ҫaksazkirin. Mela got: Ezê wê ҫaksaz bikim. Pê re jî sultan ew dadgerê Birosa nîşan kir, û bi ser de rêvebiriya weqfê jî da dest wî. Mela ev yeka pejirand, û ҫû bajarê Birosa.
Piştî demekê sultan karmendek şand bal Mela Goranî, nameyek digel fermanekî sultanî pê re bû, li gor rewaya îslamî şaşiyek tê de hebû. Mela name dirand û li karmend da. Sultan ji bo vê yekê xeyidî, û Mela ji kar derxist, û herdu ji hev bidûr de ketin, pê re jî Mela Goranî ҫû Misirê, ku sultanê wê ebeboz Qaytbay bû, ew baş pêşwaz kir, û rûmeta wî bilind kir.
Poşmaniya sultanî:
Piştî Mela Goranî ҫû Misirê sultan Mihemmed poşman bû, û nameyek jê re rê kir, û daxwazê vegerê jê kir, û gava Mela sultan Qaytebay pê haydar kir, wî xwast ku Mela li Misirê bimîne, dê her tiştê dixwaze bidiyê. Mela Goranî gote wî: navbera min û sultan Mihemmed de hezkirina navbera bav û kur e, û ew jî vê yekê dizane, eger ez neҫim, dê texmîn bike, ku te nehêşt ez biҫim, û dê bi sedema min dijayetî nav we de peyda bibe. Ev boҫûna Mela Goranî li xwaşa sultan Qaytebay hat, vêca gelek dirav dane wî, û gelek diyariyên biha ji bo sultan Mihemmed pê rê verê kirin.
Sultan Mihemmed El-Fatih
Sala (1457z) Goranî vegerî Qustentînîyye (Istanbul), ku sultan Mihemmed sala (1453z) dagîr kiribû, û jj bo vê yekê nasnavê (Mihemmed El-Fatih) wergirt. Sultan Mihemmed ew bi cara duwem dadgerê Birosa nîşan kir, û paşê ji rêvebiriya fetwayê da dest wî, û jê re her rojê du sed dîrhem, û her mehê bîst hezar dîrhem, û her salê pêcî hezar dîrhem nîşan kir, û bi ser de gelek diyarî û entîke û kole û cêrî jî danê.
Jiyana Mela Goranî pir xweş bû, pê re jî dema xwe ji bo daneriyê terxand; pirtûka şiroveya Quranî, bi sernavê “Xayetul-emanî fî tefsîr Essebîl-mesanî غاية الأماني في تفسير السبع المثاني”.Ewî di vê pirtûkê gelek şaşiyên herdu zanyaran Ezzemexşrî û El-Beydawî الزمخشري و البيضاوي serast kirin, û pirtûkek din bi sernavê El-Kewser El-Carî ela riyad El-Buxarî الكوثر الجاري على رياض البخاري bo şiroveya “Sehîh El-Buxarî صحيح البخاري ” danî, û gelek pirtûkên din jî. Û gelek şagirtên zanînên Quranê û şiroveya wê û hedîsên pêximber li bal wî xwendin.
Hemî demên Mela Goranî ji bo lêgerînê û daneriyê û xwedaperstiyê hatibûn terxandin. Şagirtekî wî hewal dide, ku şevek li bal wî qedand, gav Mela nimêja yasîna (şevê) kir, dest bi xwendina Quranê ji pêşî de kir. Dibêje: Erazam, û paşê şiyar bûm, min dît ewî dixwîne, dîsa razam û şiyar bûn, mindît hîn jî dixwîne, bi berbangê re Quran xitim kir. Min ji hin kesên, ku berdestên wî bûn, pirs kir, gotine min: Ev rêwresma wî ya her berdewam e.
Dûmahîk he ye
1.Şerefxan Bedlîsî: Şerefname, rû 79. Cemal Reşîd Ehmed: Zuhor El-Kurd fî Ettarîx, 69/2