Belgên Gulê

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Tewrêz
1373
 
Belgên
gulê çilmisîne!
Kes
nabêje ew weşiyan!
Ew
mehiyan, ew qetiyan!
Ew
keliyan, ew riziyan!
 Gul hatiye ber mirinê!
Gul ji hêşînbûnê ketye!
Gul ji mezinbûnê ketye!
Kes nabêje, ewa tî ye!
 
Bavo fikra mala xwe ye
Hizra bejn û bala xwe ye
Ew dibêje mira çî ye?
Ez ça bikim ewa tî ye?
 
Bovo dibêje diya min
Tu guh nede wî kurê min
Tîr û kevan me ra bes e
Şîva şevan me ra bes e
Em ça bikin gul bêkes e?
 
Dayê fikra hêkan da ye
Hizra telîse ka da ye
Heta mirîşka xwe dayne
Heta cûcikên xwe wayne
Çî wê ra gul berê nayne!
 
Bira fikra malê xwe ye
Hizra rengê şalê xwe ye
Yan jî fikra xebatê ye
Yan jî hizra dawetê ye
Kêfkirin xwaziya wî ye
Ew ça pê bike gul tî ye?
 
Xwîşk jî fikra tevna xwe ye
Ser qirarê xewna xwe ye
Fikra nexşê şayanî ye
Çi xem gulê kêm aniye?
 
Heval fikra maşînê ye
Hizra gera havînê ye
Riya dirav anînê ye
Çav li destê biyanî ye
Çî wî ra gulê nanîye?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…