Nişteciyekî bê sînor

Ronî ELÎ
 
Dil …
Siwarê Xunava sibehê ye
Bê Şûr .. Bê Mertal
Awazên Çivêkan
Li dêmên Gulan .. Dang dike
Û di kevanê keskesorê de
Helbesta jînê
Dinimîne û dipejirîne
 Dil …
Kişwera civateke lal e
Di bin sîbera
Girjenîngên welatekî bê sînor de
Serjimêriya xem û hêviyan
Di gewriyeke telîz de
Terxan dike
Û birêve dibe
 
Dil ..
Zilx û mertala tîrkevanên Ahînan e
Bi şev
Çîrokên rojê dişopîne
Di rojê de jî
Xewnên şevê dûbare dike
Û di xwîna xwe de
Siwarên hêviyan
Li ber dergehên şeydê
Vedgevizîne
Û cardin .. Siwar dike
 
Dil ..
Kendaveke sergirtî ye
Bi lehiyên qelaştî re
Kovanan vedpincirîne
Û di devê birînên demê de
Ahîn û sawirên jiyanê
Diklê û werbêj dike
Tenê ..
Ji ber devê talanan
Stûnên hebûn û dûmandinê
Di bin konê xewnan de
Serast û piştgir dike
 
Dil ..

Deriyekî bê dergevan e
Mendalekî dîn, kor, lal û ker
Û sêwiyê li ber dîwaran e
Di germa Havînê de
Kunemoza wêranê 
Li siha vehsana hêviyan derdike
Û di çeleyê Zivistanê de
Li ser qaqa bêzariyê
Xewnerojan vediqetîne
Û hîn jî..
Sirûda ji te hezdikim
Serast û ezber dike
 
Dil ..
Dergûşekî lal e
Û di landika paşerojeke dîn de
Ken û girî
Bi dilopên şîrê Dayikeke bê bir re
Mîna dîlaneke bê serpêşvan
Ku li ber Dahol û Zirneyeke xemnak
Germ dibe .. Gur dibe .. Sar dibe
Û ji nişkê ve
Weke tizbeheke
Ku bi tayekî xav hatibe girêdan
Şerpeze dibe
 
19112016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…