Wî welatî navim..


Mehfûzê mele silêman
Wî welatî navim..
Ku tê de bê nav bim
Bê çav û bê gav bim
Ku  tê de sebav bim
 Wî welatî navim..
Ku tê de birçî bim
Yan jî qereçî bim
Bê kas û kevçîbim
 
Wî welatî navim..
Ku tê de dev bûz bim
Serşor pişt xûz bim
Bi kûz û bi nûz bim
 
Wî welatî navim..
Ku tê hebe qedî
Sîtem û bedî
Riswayî û gedî
 
Wî welatî navim..
Ku tê de biyan bim
Bê vîn û şiyan bim
Bê çare û kan bim
 
Wî welatî navim..
Ku tê de bêm girtin
Yan jî bêm  avêtin
Yan jî bême kuştin
 
Wî welatî navim..
Ku tê de bê kar bim
Dîl şermezar bim
Bê pişk û bê par bim
 
Wî welatî navim..
Ku tê de bê vîn bim
Bê hez û evîn bim
Bê  soz û şevîn bim
 
Wî welatî navim..
Ku tirsonek şûrbaz bin
Fen û fût rêbaz bin
Birakuj serbaz bin
 
Wî welatî navim..
Ku berdevk virek bin
Ku malxwê tirek bin
Kebanî xirek bin
 
Wî welatî navim..
Ku pencer kulek bin
Ku beraz kulek bin
Ku zilam pîrek bin
 
Wî welatî navim..
Eger serdar diz bin
Bi xişt û bi gurz bin
Dixs û xiniz bin
 
Wî welatî navim..
Eger şivan gur bin
Ger paswan sîxwer bin
Ger sera axur bin
 
Wî welatî navim..
Ku tê de bin dest bim
Bê deng û helwest bim
Her dem jar û mest bim
 
Wî welatî navim..
Ku serwer qeşmer bin
Ku bê ser û ber bin
Zinx û pere xwer bin
 
Wî welatî navim..
Ku serkirde hov bin
Bi tov û bi gov bin
Ku dijî mirov bin
 
Wî welatî navim..
Eger bê binyad be
Ku bê yasa û dad be
Ku xelk ne azad be
 
Wî welatî navim..
Ku bê ayin de be
Ku bê balinde be
Ku bav bê dûnde be
————————-
Qamişlo 6.1.2016
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…