Taybetmendiyên Erênî yên Elifbêya Kurdî-Latînî û Hin Pirsgirêkên Elifbêya Kurdî-Erebî

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Hinek taybetmendiyên erênî ya rênivîsa kurdî-latînî henin ku, dibin sedemê bedewbûn, tekûzbûn, pêşketîbûn û serxwebûna wê rênivîsê. Herwekî nivîskarê hêja Bavê Nazê[1] jî amaje kiriye; hinek ji wan taybetmendiyan û pirsgirêkên elifbêya kurdî-erebî wiha ne:
1- Elifbêya kurdî elifbêyeka fonêtîkî ye, ango her tîpek ji bilî pevdenga (xw)’yê, nîşana dengekî ye. Ji ber vê yekê elifbêya kurdî-latînî baştir ji elifbêya kurdî-erebî li sewt û dengên zimanê kurdî tê.
2- Zimanê kurdî wekî zimanê farsî, ji rîşe û malbata zimanên “hind û ewrûpî” ye. Ya rast û dirust ew e ku, elifbêya vî zimanî jî bi tîpên latîn be. Lewra rîşe yek e û dengên zimanê kurdî bi tîpên latînî rastir û dirustir derdikevin. Her wekî hemû ziman-nas dizanin, zimanê erebî ji koma zimanên “samî” û zimanê tirkî jî ji koma zimanên “ûral-altayî” ye. Ji ber vê sedema zanistî, elifbêyên wan têra sewt û dengên zimanê kurdî nakin.
Pêwîstî gotinê ye, yek ji sedemên aloziya rênivîsa zimanê farsî jî ev e ku, ji malbata “hind û ewrûpî” ye; lê ji ber sedema olî farsîzimanên Îranê elifbêya erebî bi kar tînin. Wekî em jî vê şaşiyê ducare bikin, ev karekî rast nîne.
3- Hindikbûna tîpan di elifbêya kurdî-latînî de (31 heb) ku, bûye sedemê hêsanbûna perwerdeya zimên. Berovajî vê elifbêya kurdî-erebî xwediyê 38 tîpan e û hînkariyê dijwar dike.
4- Latînîbûna rênivîsa kurdî-latînî bûye sedem kû, xelkê biyanî bi hêsanî fêrî zimanê kurdî bibin. Hînbûna rêza (xet) kurdî-erebî bo biyaniyan pir dijwar e.
5- Elifbêya latîn bo pêywendiyên kampiyûtêr, întêrnêt û malperan pir çêtir e.
6- Hebûna tîpa (I, i) di rênivîsa kurdî-latînî de û tinebûna wê di kurdî-erebî de ku, dibe sedemên aloziyan. Weke: (کردن , مردن, (گه نم  ku, di rênivîsa latînî de wiha bi rêkûpêk tên nivîsîn: Genim, mirdin, kirdin.
Hewcî gotinê ye ku, kovara Sirwe hemberî (I)’yê tîpa ( ﺌ ) kifş kiriye. Wekî mirov bixwaze wê tîpê di rênivîsa kurdî-erebî de bikar bibe, her sê peyvên jorîn dê wiha bên nivîsîn: (مئردئن، کئردئن گه نئم،).
7- Tinebûna şideyê (dubare kirina tîpan) di rênivîsa kurdî-latînî de. Yanî di zimanê kurdî de, deng dubare nabin. Gorî baweriya Mîr Celadet Alî Bedir Xan[2] wekî deng dubare nebin, nikarin dubare bên nivîsîn jî. Dibe ku di hin peyvan de tîpek hişk û giran were bilêvkirin; lê ew bi wê wateyê nîne ku, ew tîp mîna di zimanê erebî de, di zimanê kurdî de jî du caran tên bilêvkirin.
Weke tîpên (R(ر، û )Lل،) di van peyvan de: Kirîn, gurîn, gule û gelek.
8- Aloziyeka din ku di rênivîsa kurdî-latînî de tine; lê di ya kurdî-erebî de heye; tîpa (eئه‌، ) ye. Ji ber ku (ئه) bi tîpa pêş xwe ve nazeliqe; dibe sedemê ji hev cuda nivîsîna tîpên peyvan û rêza (xet) kurdî di warê nîgarê de perîşan û sergerdan dike.
Mînak:، هه‌ لپه‌ ر کێ  فه له ک هه مه دان،   حه سه‌ نکێف،‌
Ev her çar peyv di rênivîsa kurdî-latînî de wiha xweşik tên nivîsîn:
Helperkê, felek, Hemedan, Hesenkêf.
9- Taybetmendiyeka rênivîsa kurdî-latînî, derfeta gir nivîsîn û hûr nivîsîna tîpan e. Peyv gora cure û ciyê xwe di hevokan de, hûr an gir tên nivîsîn. Di elifbêya kurdî-erebî de meriv nikare navên xweser û navên cî û welatan ji peyvên mayîn kifş bike; çûnkî hemû wekî hev tên nivîsîn.
10- Taybetmendiyeka din a rênivîsa kurdî-latînî derfeta bi heva nivîsîna navdêr, dengdêr û lêkerên hevedudanî ye.
Mînak bo navdêran: Rojname رۆژ نامه‌ ,heftreng هه‌فت ره‌نگ ,keskesor که‌سکه ‌سۆر ,dotmam دۆت مام ,kurxal کور خال
Mînak bo rengdêran: Çavbelek چاڤ به‌له‌ک ,pozbilind پۆز بلند ,porsipî پۆر سپی ,çavreş چاڤ ره‌ش ,bejnbilindبه‌ژن بلند
Mînak bo lêkeran: Dildayîn دل دایین ,dilmayînدل مایین ,çêkirin چێ کرن  ,bakirin  با کرن ,kaşkirin  کاش کرن
11- Her wekî nivîskar Arif Zêrevan[3] jî destnîşan kiriye, ji ber cudatiya malbatên zimanî, dazdeh tîpên kurdî (ç, e, ê, g, i, î, j, o, p, u, û, v,چ، ئه‌، ئێ، گ، ﺌ، ئی، ژ، ئۆ، پ، و، ئوو، ڤ،) di elfbêya erebî de nînin. Bi gotineka din ji seda siyên dengên kurdî bi elifbêya erebî nikarin bên nivîsîn. Ji ber vê kêmasiyê farsan jî çar tîpên (p, ç, j, gپ، چ، ژ، گ، ) li elifbêya farsî-erebî zêde kirine; lê hemû pirsgirêkên elifbêya wan nehatine çareserkirin.
Her çiqasî elifbêya kurdî-erebî hatibe destkarîkirin û kirasekî kurdî lê kiribin jî, dîsa têra xwe li bejna bilind a zimanê kurdî nayê.
12- Şeş tîpên erebî (ث، ذ، ص، ض، ط، ظ) qet di elifbêya kurdî de nayên bikaranîn. Çûnkî ew dengan di zimanê kurdî de bi kar nayên.
13- Kêmasiyeka din a elifbêya kurdî-erebî ew e ku, sê tîpên kurdî (u, û, w) bi yek tîpa erebî ya (و) û du tîpên (î, y) jî bi yek typa erebî ya (ی) tên nivîsîn.
Mînak: Weşandin, kubar, zû, وه‌شاندن، کوبار، زوو
Yar, bîne. Tî, یار، بینه‌، تی
14- Hêjayiyeka din a elifbêya kurdî-latînî di yalê vekîtê (awayên nivîsîn û bihevebûna peyvan) de ye. Di vê elifbêyê de lêker, rengdêr û daçek li gor hêmanên rêzimana kurdî ji ya kurdî-erebî serastir tên nivîsîn.
15- Herwekî nivîskar Yûsif Kulûnekzade Gengeçîn[4] jî destnîşan kiriye, ji bilî pirsgirêkên jorgotî yên elifbêya kurdî-erebî, hin aloziyên wê yên mayîn jî hene ku wiha nin:
a) Dema tîpên (u, و) û (û, وو ) di pey hev tên nivîsîn, neqş û nîgara peyvan pir dijwar û perîşan dibe.
Mînak: Kirdûwe, jûrûwe, negirtûwe, hatûwe.
           کردوووه‌ – ژووروووه‌، نه ‌گرتوووه‌، هاتوووه‌
b) Gelek dengên wê henin ku bi du, sê û çar awayî tên nivîsîn. Mînak: A= ئا- ﺎ – ‌ا   û   E= ئه- ﻪ – ﻩ   
c) Ev elifbê di nivîsara hin peyvan de xwediyê şêweka yekgirtî nîne û peyvek bi du, sê û çar cureyî dikare bê nivîsîn. Mînak:
Helperkê           هه‌ ل په‌رکێ – هه‌ لپه‌رکێ
Têhelçûn
تێهه‌ لچوون، تێ هه‌ل چوون، تێ هه‌ لچوون،
Lêkolînewe
لێ کۆ لینه‌ وه‌، لێکۆلینه‌ وه، لێ کۆ لی نه‌ وه‌، لێکۆ لی نه‌وه‌،
ç) Dewsa tîpa gihaneka (Û, ئوو)’yê, (U, و) tê nivîsin. Ev di ciyê xwe de nîne. Lewra bi (Û, ئوو)’yê bi lêv dibe, ne bi (U, و )’yê.
d) Di destpêka peyvan de hemberî dengdêrên (a, e, ê, î, o, u, û) di rêzê de (ئوو، ئو، ئۆ، ئی، ئێ، ئه، ئا) bi kar tên. Her- wekî xwandevanên hêja dibînin, li hemberî tîpeke kurdî-latînî du, sê tîpên kurdî-erebî bi kar tên. Ev kar dewsa herikbarkirinê, elifbê û xetê kurdî giran û dijwar dike. Mînak:
Aş, em, êvar, îşev, ol, usa, ûsta
ئاش، ئه م، ئێڤار، ئیشه‌ڤ، ئۆل، ئوسا، ئووستا
e) Jiber ku şêweyê mezin a tîpa ھ) ,h) di elifbêya kurdî-erebî de tine û her bi şêweyê piçûk tê nivîsîn; dema ku di dawiya peyvan de tê, wan nivîşkan û perîşan dide nîşan dan.
Mînak: Perestgeh, yazdeh, ceh, zanîngeh
په‌ره‌ستگه‌ھ ‌،یازده‌ھ ،جه‌ھ ،زانینگه‌ھ
[1]– Bavê Nazê; Ber bi Zimanekî Yekbûyî Ve, Malpera eduhok.net
[2]-Alî Bedir Xan, Celadet; Elfabêya Kurdî & Bingehên Gramera Kurdmancî, Amadekar: Arif Zêrevan, Suêd, Nefel, 1998
[3]-Cizîrî, Mela; Dîwan, Transkrîpsiyon: Arif Zêrevan, Hewlêr, Aras 2007
[4]-Kulûnekzade Gengeçîn, Yûsif; Rêzimana Kurdiya Kurmancî, Urmiye, Husêynî Esl, 1388

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…